Mirad Gundikî
  Şêx Ehmedê Repinî bi mexlesa »Cigerpel«
 
Prînt bike
Şêx Ehmedê Repinî bi mexlesa »Cigerpel«
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 20/2 2009 — Heta niho gelek alim, zana û nivîskarên kurdan çêbûne lê nayên nas kirin. Ji bêxwedîtî gelek jî hatine ji bîr kirin gelek jî nenaskirî mane. Erkek gelek mihom ya me vê nifşa nû jî, xwedîderketina li çanda xwe, bab û bapîrên xwe, kevneşopîyên xwe, zimanê xwe ye. Bi kurtasî xwedîderketina li hebûna xwe ye.

Ez dê îro Cigerpelê ko nayêt nas kirin û şe'irên wî danim ber çavên we xwendevên delal.

Şêx Ehmedê Repinî mexlesa »Cigerpe«l bi kar aniye. Ji gundê Repin yê devera Goyan ya Şirnexê bû. Ew melayekê zana û welatperwer bû. Berî bigihî dilovanîya xwe gotibû ''Dema ko Kurdistan azad bibe werin ser tirba min ez dê xwe beyan bikim''. Hêj di saxîya xwe de, ev çend helbestên xwe yên li jêr ji babê min, Ehmedê Hecî Feyzilayî re gotibû û wî jî jiber kirîbû. Bi hêvîya qedirzaniyê.

***

EY XWEDA

Ey Xweda!
Yezdanek tinîne ji bilî te, li vê alemê.
Erzûhala me ket, ba te ji zilm û sîtemê,
Mehkema me ket ba edla Xweda.

Edlehî emrê te ye ya li Quranê de ferman kirî
Em ketin li destên zaliman, te gelek sebra kirî
Ma tu rehmê bo me nakî, me ji van neyaran bikî cida...

Cidabûna me û van neyaran heqê me kurdan e.
Çimku de'iwa me û wan, ser 'erz û namûsa me ye.
Zilmîya wan pir ji ya Hicacê zalim zêde ye
Merhemet men'i e, zilmî ketiye milkê me da.

Em lawên kurd yek in, kurê mêreseran.
Em tenê bûne hemal, kenas û xidamên li ber deran
Ser serê me ye zirezira wan wekî nêrekeran.
Ev usula reîyetê ye lew Cigerpel dil ji dinyayê reş e.

Em zulmetiyê qebûl nakin, lew em di nav hefs û cemedan.
Em di nav hefs û cemedan dibûn şelît,
Pê serê singoyê digotin ''yürü it oğlu it''
Bêyî xeta me dikujin, qetqet dikin di gora he da...


EY WELAT

Şa'irek aşiq hebû ji qewmê eşîra goyiyan
Tarîx ligel, hiqûq ilm têkil li nik hebû.
Çav li canan bû, şirîna wek gurciyan
Hem li wê çaxê derdê welatî li cem hebû
Derdê welatî li aliman û aşiqan tehsîr dikin.
Ewên kurd yên şal û simbêl, ew wan cesûr hişyar dikin
Çimku dizanin me li welatê xwe yê qedîm hurîyet hebû

Ey welat!
Navê te Kurdistan şirîn e, ey ciwan!
Ev qeder sal û zeman,
Mistefa digel leşkerî divêt te carekî din vegirin ji ewal
Çimku wan li welatê xwe de îman û xîret hebûn.....


DU PIRS

Carek din xemilî ji rengê sorgulan.
Keyfeka şirîn da, dîsa serê fesla bihar.
Xezelên madda wertan banî dikin deşt û zozan
Hem du tîrên awirî dan şa'irî qîzên kubar.
Awirê dide şa'irî qîzên kubar, ne yê her we ne.
Xezelên madda welat herf bi herf me'ine hene.
Uzetunefs jî welat jî ne li destê me de ne.
Lew ti me'na nedan şa'ir li nêv zilma xedar.
Şa'irî dizanî du pirsan jê dikin
Levzên Kurdistan û Barzana şêrîn ji min pirs dikin.
Barzaniyan îman û xîret hene lew vê dikin.
Lew cardin li Barzanê li ser me ronî bû dîyar.
Çaxê li Barzanê li me ronî çêdibin,
Tayekî ya mirinê li dilê neyrên me peyda dibin....


(Şe‘ir)

Sala 1962-yê 21-ê tebaxê da,
Çarşemê hê jî sihar, qîzek ji derê mala me hat.
Xoş bi nazdarî li şa‘irî rojbaşî da.
Got tu bi min rengzer bûyî an ne, aşiqê canê welat.
Şa‘irî got belê, ma tu ne qîzek aqil î.
Te di vê rojbaşê da cardî agir berda dilî.
Çaxê em aşiq dibûn zemanê ewwelî
Di welatê me de ronahî nebû em lê bikin xebat.

***

Ev xebata lawên kurd ya ji evdînî derketinê,
Herweko îro hemî se‘îyê bikin ji bo min tenê.
Bes bila re‘iyetî nebe, bila bi namûs bên kuştinê.
Be‘isên lawên me li xebatê tên sotin û nayê tebat.
Di sotin û tebatê de sisê şert hene lawên delal.
Ewil terka heset, tifaq cir’et li ba.
Her sisê bibe, sebra mîrat heval.
Da bi halê welat hişyar bike kom û civat.
Kom û civata vekin wekî bilbilan.
Bilbil mereqdarê gulan.
Lazim tê alim tarîxa bibêje me cahilan.
Da em xwe derbêxîn ji zilma ebîdîya mîrat.
Zilma ebîdiyê de biraşirîn, milkûmal bêfeyde ye.
Kuştin hefs û lêdan ya mîratê bapîrê me ye.
Wan jî ji cehlê hev dikuştin, da em can bidîn wertan xelat.
Ev wertanê me yê ezîz,
Cehşik û xayîn ewin ne ji tovê kurdên me yê temîz.
Ew ji para re bûne cehş, ji wertan bûne zîz.
Lew ev cîhat li me ferz e, wek sahm û selat.


(Şe‘ir)

Çarê kanûna duyê 949-ê.
Xortekê aî qîmetek ji diran gelek.
Sê pasutî bi agirê dojehê.
Sê geracên li ser çîyayî qaçax û bêtifek.
Li birs û têhnê da fidayî ma li ba.
Sê hikûmet, hin keraxa yên me jî bûn heval.
Ne digotin van biraderan ev qasê tengasî dîtin, bi can û mal.
Tengasîya wan dîtî, yezdan nade rom û fereng.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-2-20
Xwendin: 719
 
 
  19548 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol