Mirad Gundikî
  Sermahiya Diyarbekirê û şehê pira dehderî
 
Sermahiya Diyarbekirê û şehê pira dehderî
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 15/1 2008 — Di sermahiya Diyarbekirê de ez û hestên xwe yên germ li berê hev ve razayî bûn. Diyarbekirê hemî delaliyên xwe li xwe kiribû. Taca xwe ya ko jê re dibêjin “sûrh” danîbû ser serê xwe. Pora xwe ya ko navê wê “Dicle” ye li ber xwe de dirêjkirî bû.

Pira dehderî bûbû şeh li ser pora wê. Pora wê dikir deh keziyên siltanî. Ew keziyên ko her tayeka wê bûbû çincîlka dilên birîndar û ew hêdî dikir. Ew bayên ji kezeba evîndaran derketîn, bi hemî bijonahiya xwe li ser rûyê Diyarbekirê de dihilisî û maç ji lêvên wê didizîn.

Ka Xwedê dizane kîjan evîndarê wê ew liva zêrî ya ko jê re dibêjin “roj” li asîmanan ve hilawistî ye. Û ez nizanim ew ronahî ji liva zêrî dihat an jî bi wê keyfê ji Diyarbekirê diçû. Ez mereq dikim ka dê kengê wê liva zêrî bi ristika gerdena xwe ve bike. Ew ristka ko hemî hêvî, daxwaz, gilî û gazindên me pê ve ne.

Min zêrevanî li dora xwe dikir û ez di hizirîm.... Min fekirî ko dinya li min hêjiya.
Paşê... dengek wekî xurrîniya asîmanan hat. Deng yê zelamekî bû.

Digot:

— Mirad, Mirad! Rabe! Em dê peyar bibîn.

— Çiii? Peyar bûn!... ji dinê?!.... Ma bû qiyamet?

— Qiyameta çi em nêzîk bajarî bûn em dê peyar bibin.

Ez hin li xwe hesiyam ko pismamê min Tewfîq destek danîbû ser milê min û bi rûkenî li min fedikir.

Tewfîq: — Tu razayîbû û ez bawer dikim te xewnek didît. Te ji ber xwe diaxaft.

Min çavlixew li dora xwe fekir. Em li otopisekê de bûn. Rêya qîrînî wekî marekê reş di bin me de dixujikî û diçû. Tavê zîq fedikir nêva çavên min. Reşka çavên min ji tirsê xwe dida quncika qoqikên çavên min. Û min li rojê fekir û min got ka kengê Diyarbekir dê te bi gerdena xwe ya zer ve bike.
 
  19467 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol