Mirad Gundikî
  Çîroka »Şivanê kurmanca« û »Şivanê kurd«
 
Prînt bike
Çîroka »Şivanê kurmanca« û »Şivanê kurd«
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 20/6 2009 — Ji evîndarên zimanê me nivîskar Mustafa Aydoganî pirtûka Erebê Şemoyî “Şivanê Kurmanca” piştî lêkolînên berfireh û demdirêj ji nû ve derxist. Wekî mûyekê ko ji pora destgirtiya mirovî bikeve di nêv agirî de û bibe xwelî, baran li wê xweliyê bêt û di nav axê de bibe herî, tav li wê bide û bike toz û ba li wê tozê bide. Wê tozê bibe li camekê ve bihêle hingê ew cam jî ji bo me qedir e.

Vêca Şivanê Kurda ya ko pêşiya niho li ber destên me bû. Wekî wê toza ji destgirtiyê be bo me qedir bû. Lê belê Mustefa Aydoganî em gihandine destên destgirtiya me romana yekê ya kurmanciya şirîn.

Min divêt ez pirtûka nav borî bi sê awayan rayêxim li ber çavan.

1. Çima pêwîst bû ko ev xebat bête kirin?
2. Gelo Mustafa Aydoganî ji bo vê xebatê çi kiriye?
3. Erebê Şemo kî ye û romana wî çawa ye?


I. Çima pêwîst bû ko ev xebat bête kirin?

A) Çiqesê kurd xwediyê çanda zindî jî bin di demê me de pirtûkên weke referans yên di heqê kurdan de kêm in. Binasê vê yê bingehîn ew e ko kurd bê dewlet û sazî mane.(1)

Dewletên modern raboriya kurdan veşartine û nehiştine ti tiştên ko bo çanda wan ya ”etnîk” giring lêkolînên berfireh lê bête kirin.(1)

Ji ber ko klasîkên me yên kevin ne bi alfabeya zimanê kurdî ya latînî hatine nivîsandin, em nikarin xwe bispêrin wan. Di destên me de, şûna klasîkan, çend kovarên ko Celadet Alî Bedir-Xan û Kamiran Alî Bedir-Xanî derêxistine hene.(2)

— Ji bo lêkolîn lê bête kirin û bibe referans ev xebat şert bû. Aydoganî erkek ya lêkolînêriyê û zimanzaniyê pêk aniye.

B) Wek di »Nûbihara biçûkan« de jî têt gotin:

Her çi îlm-i cehl kir mubeddel
Sifrê xwe wî kir zêr mukellel(3)

(Her kî cahiliyê bi ilmî re biguhurîne
Hêdî wî sifrê xwe bi zêrî xemilandiye)

— Bo pêşdeçûna me û zimanê me divêt xebatên wisa bên kirin. Da ko dijminê cahiliyê zanibîn cih bigire.

C) Gelek aliman jiyana xwe nenivîsine dibe ko xwe hêjayî behskirinê nedîtibin, an dibe ko gotibin: eger em hêjayê behskirinê bin, bela hinek dî me binivîsin.(4)

— Bo wê jî divêt em alim, zana û nivîskarên xwe nas bikim. Qîmetî bidin wan û li ser wan binivîsin. Bo qîmetê Erebê Şemoyî bête zanîn jî ev pirtûk şert bû.

D) Celadet Alî Bedir-Xan jî dibêje: Me zanî ko xweseriya me, di zimanê me de ye û nivîsandina zimanê xwe û bi parastina wî, di civata miletan de, wek miletekî xweser dikarin bijîn û payedar bibin.(5)

— Bo heyina xwe divîya em li zimanê xwe nemaze nivîs û nivîskarên xwe yên kevin xwedî derbikevin. Ev pirtûk awayekê xwedîderketinê ye.

E) Roger Lescotî jî gotibû: Bikaranîna vê alfabeyê çiqesê li Tirkiye û Iraqê weke fermî rê ne dayibin jî, kurdên li Rûsyaya kevin piştî gelek pergal û ceribandinan xuya dibe ko wan bêyî şik erênî li vê alfabeyê nêrîne.(6)

— Diviya aşkere bibûya ko ka ew pergal û ceribandin çi ne? Ev pirtûk bo wê jî bersivek e.


II. Gelo Mustafa Aydoganî bo vê xebatê çi kiriye?

A) Hima mirov li çavkaniyên Mustafa Aydoganî binêre dê bizane ko hibra pênivîsa wî ji xwêdanê ye. Ew li ser 42 çavkaniyan bi xîret xebitiye. Ka çend hevpeyvîn û giftugo jî kiri ye? Wê jî ew dizane. Bo pêşgotinê jî 82 caran ji çavkaniyan îstifade kiriye.

Em dikarin bibêjin ko pêşgotin bi xwe berhemeka baş e.

B) Tîpguheziya alfabeya ko Erebê Şemoyî bi kar aniye ko latîniyê kiriye.

C) Ji ber ko belgeyên wî hindek rûsî, ermenikî û fransî bû weke komîsyoneka zimanî kom bike hevalên xwe yên zimanzan kom kiriye û li ser xebitiye.(7)

D) Orjînala pirtûkê dîtiye û bo hemî kurdan weke servehî li pirtûkê ve daniye.

E) Ne tenê li ser pirtûka Erebê Şemoyî li ser dîroka wî demî pirtûk û zimanzanên wî demî jî lêkolîn kiriye.


III. Erebê Şemo kî ye û romana wî çawa ye?

A) Erebê Şemo kî ye?
(Li nivîsara Têmurê Xelîlî binêre)

B) Romana Erebê Şemoyî “Şivanê Kurmanca”: Min lê nêrî ko zimanê wî ji bilî gramerê û hindek cidahiyên devoka wî weke kurdiya îro ye. Zelal, herikbar û xweş e. Ji xwe dibêjin:

Di zimanê tirkan, farisan û … hwd de. Zimanê kevin û yê nû heye lê ya kurdî her yek e.(8)

Bi kurtasî jinûveçapkirina vê pirtûkê li ber tehba Mustafa Aydoganî ketiye.

Kerem bikim hon jî herin ser wê kaniya wêjeyê, romana Erebê Şemoyî bixwînin. Hon dê bibînin mirov kulm bi kulm jê têr nabe.

***

Çavkanî:
1) Bir El Kitabı KÜRTLER Mahrdad R. Izady, 2007, Stenbol,rp:13, weşanên Dozê
2) Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî), Arif Zêrevan, Stokholm,1997, rp: 13, weşanên Nefelê
3) Nûbihara biçûkan, Ehmedê Xanî (Şerh: Kadrî Yildirim), 2008, weşanên Avestayê
4) Mele Ahmedê Cizîrî, 2008, Stenbol, rp: 8, weşanên, Nûbiharê
5) Bingehên Rastnivîsandina Kurdiyê (kirmancî), Arif Zêrevan, Stokholm, 1997, rp: 13, weşanên Nefelê
6) Kürtçe Dilbilgisi (Kurmancî) Emîr Celadet Bedir-xan û Roger Lescot, Stenbol, 2004, rp:10 weşanên Dozê
7) Telefoneka digel Mustafa Aydoganî (Mirad Gundikî), 26/5 2009.
Arif Zêrevan, TRT-6, Rengê şêwrê, www.youtube.com

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-6-20
Xwendin: 1221
 
  19545 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol