Mirad Gundikî
  Nîvê dilê min û nîvê dilê destgirtiya min
 
Nîvê dilê min û nîvê dilê destgirtiya min
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 14/6, 2009 — Vê şeva bêdeng, ez di bin xwe de tepisandim. Weke gayê nîxo hima li ser min mexel hatiye, xwe ho digevîze û ho digevîze, bela xwe ji min venake… Ev nebû sibe! Dilê şkestî nahêle di vê şêvê de xew li van çavan bikeve. Mejiyê min wekî di heft zerikên duçembil de bête kelandin e.

Lê ez dizanim xemên min ji ber çi ne: Yên evîndar û ne-evîndar hemî xwediyên dilekê nin, tenê min nîvê dilî heye. Yên ne-evîndar dilek heye û ew dil tenê ji bo wî/wê û hejêkiriyên wî/wê dijene. Yên evîndar nîvê dilî yê wî ye nîvê dî jî pêguhorika/berdêla nîvdilê destgirtiya wî ye. Lê ya nexweş ew e ko mirov nîvê dilê xwe jê bike, lê dilê wî/wê bimîne di destê wî/wê de ye.

Bi vê kula dilî min dest bi helbestekê kir:

Hêêê gulçinê!
Gula ko tu di dilê xwe de neçînî, neçine.
Bilbilo negirîne.


Evîn, ne tenê bo evîndariya mirovî ye jî... Dikare evîndariya zimanî, yezdanî, xwezayê an jî tişteka dî jî be. Ya xweş, ew hestên ko weke gulekê ye û mirovî bi ava evîniyê, dostaniyê, baweriyê, sedaqetê an jî tişteka dî av daye, dema ko bi ra û rîçalan ji axê bête kişandin di dilekê de bête çandin e. Lê kanîî!

Welhasil ez vê şevê bêxew mam. Tavê weke min di ser sûcekê de bigire bi baldarî li min dinêrî. Ez jî wekî hesabê vê şevê bidim, ji pey wê ve rabûm. Gelek neborî tavê dinê li me germ kir. Lê baş e ewran di cih testê xwe yê rehmê, bi siha xwe danî ser serê min. Min got, ez dê vî dilî ji evîna wê keçê bi heft avan bişûm. Paşê ez dê hestên xwe bikim bûkek, dilê xwe bikim serçavika wê. Ez dê wê weke bûkeka ji yêkê çil qonaxan bi pişta çiyayê Qaf re verêbikim. Bila ti caran jî ne bête heştê û nejî serdana malbavê…

(Lê her şev ew bûk tête heştê û heroj tête serdana malbabê. Meqerê xwe jî di nava mejiyê min de didane. Ne şeva min ya min e û ne jî roja min…)

Holê naçe milê!

Min xwe negirt û ez çûm cihê wê yê karî. Berdestiya wê piştî xêrhatinê û kêfxweşîlêdanê çayeka germ ji min re anî. Hê min ji wê çayê venexwarî. Wê da ji deriyî ve. Hemî rengê spehîtî û delaliyê li xwe kiribû. Her mûyekê pora wê weke têla tembura dilî be bi newayan vehêjiya. Ji ber min dizanîbû ko paytextê vî dilî rûyê wê ye. Min mereq kir ka muqtedirê rûyê wê çi biryar ji min re daye. Bi wê mebestê min bi çavên qels li rûyê wê nêrî. Di yek bêhnê de ez hezar caran li qermîçokên rûyê vê de mirim û hezar caran di çavên wê de ji nû ve rih ketim. Min ti ji nêrîna wê girê neda. Lê yek gotina wê ez li heft şelîtan ve girê dam.

Got: — Zanayê delal tu bi xêr hatî. Ji xwe destgirtiyê min yê nû jî dixwest te nas bike….

Bi gotina wê re tenê pirsekê di serê min de olan da: Çima? Min min ya xwe ne hişt di dilê xwe de ez li wê fitilîm û min got:

Çima?
Ez melevanê çavên te bûm
li ber gotinên te diçûm
ser xetên rûyê te…
teyrê baz bûm
çima?
gotina te ya dijwar
ji lêvên te,
xwe diavêje ser dilê min
û dişevitîne,
çavên min tarî dike…
çima?
rûyê te bûye
zinarên tarî
û min ji xwe bê behr dihêle

***

Ez her şev mêvanê dilê te bûm
cihê min niho…
di nêv qurmîçekên ruyê te de ye
ma ez gelek tiştan dixwazim
tenê bêje çima?
Wê bersiv da:
Bilbilo!
Bilbil, evîndarê gulê ye.
Her bihar demsala şînbûna gulan e.
Here!
Heta tu bilbil î,
Gul dê li dora te hişîn bibe.
Ez dizanim,
Ez ne gula biharî me.
Ez, gulberfîna zivistanî me.
Tu çûka biharî yî
Ko tu pey min bêyî,
Berf ne warê min e,ne yê te ye...

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-6-14
Xwendin: 438
 
  19648 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol