Mirad Gundikî
  Dewlemendiya îdyomên kurdî
 
Prînt bike
Dewlemendiya îdyomên kurdî
» Mirad Gundikî
GUNDIKÊ MELÎ, 30/1 2009 — Îdyom wekî perasûyê wêjeyê ne. Nemaze îdyomên kurdan xwedî çîrok û bingeh in. Îdyom bo dewlemendîya zimanan gelekî biqîmet in. Ji her çend gotinên me yên kevin yek îdyom e. Zimanê kurdî di tevna xwe de xemla herî baş bi îdyom û gotinên pêşîyan çêkirî ye.

Min tenê ji Gundikê Melî li wîlayeta Şirnexê 500 îdyom kom kirin û komkirîyên min her roj hinekên nû li xwe zêde dikin ko stran, çîrok, mamik, evîn û hizrên me yên kurdî ne. Kurtasî jîyana me bi kurdî ye. Tava li ser serê me jî kurdî ye û em bi wê dibînîn. De ka kerem bikin ji wê tavê qitîskekê bibînin…

***

Bû girara gavanan

Ravek:
Ji tişteka gelekî tevlihev bibe re têt bi kar anîn

Mînak:
Sîyaset bû girara gavanan

Avêt ceyndika min

Ravek:
Ane çi ye; ez gelekî aciz bûm

Mînak:
Dema ko dijûn da, avêt ceyndika min

Hebe şilo milo nebe keser û kulo

Ravek:
Ane çi ye; di dewlemendiyê de çi heye dixwe, nebe keseran dikişîne

Mînak:
Perên te xelas in. Hebe şilo milo nebe kesero kulo qenç li te hat.

Bayek li ber gulîyê ketiye

Ravek:
Ane çi ye; hewesekê lêda ye

Mînak:
Ez nizanim çi ba li ber gulîya te ket ko tu çûyî li Enqereyê re derketî.

Pê xwe da tehtê

Ravek:
Ji mirovên riko re têt gotin.

Mînak:
Wê pê xwe da tehtê û ji ya xwe nehat xwar.

Tu dizanî kerê reş li kû gurîyan xwariye

Ravek:
Ane çi ye; sedema wê tiştê tu dizanî

Mînak:
Ew ji ber çi ‘enirî ye?
— Ez nizanim tu û ew dizanîn ko kerê reş li kû gurîyan xwarîye.

Kero nemire bihar e, heta qêvar heşîn dibe

Ravek:
Ji bo mirov bêje yekî sebir bike

Mînak:
Ji min re got du salên dî were. Kero nemire heta qêvar heşîn dibe.

Stoyê xwe kêrê ve anî

Ravek: Ji yekî ko tiştek tehluke bike re têt gotin.

Mînak:
Wî dizanî şer e jî û welê jî çû. Stoyê xwe kêrê ve anî.

Ji binê pêyê xwe diavêje

Ravek:
Dema ko mirovek tişteka bêbingeh û vir bêje têt gotin.

Mînak:
Nexwe got Mirad hej pirtûkên te nake, ew ji binê pêyê xwe diavêje

Heçî dizane dizane heçî nizane dibêjit qey baqa nîskan e

Ravek:
Dema ko tiştek bi rengekî xuya bike û tişteka dî be.

Mînak:
Haaa ew mijar…. pa heçî dizane dizane heçî nizane dibêjit qey baqa nîskan e.

Coya xwe ji behrê girtîye

Ravek:
Dema ko yek xwe bispêre tiştek saxlem an jî gelekî ji xwe ewle bit, ti pakîyan ji kesê neke.

Mînak:
Tu nikarî ser ji wê bistînî wê coya xwe ji behrê girtîye.

Tu jî nanê xwe ziwa naxwî

Ravek:
Ane çi ye; tu jî ne mehsum î.

Mînak:
Tu dibêjî hemî sûc yê wê ye, pane tu jî nanê xwe ziwa naxwî.

Tir li kû das li kû

Ravek:
Ji tiştên ko ji hev cida lê belê wekî yek tiştî bête ’’pêşçav kirin’’ re bo nerazîbûnê têt bi kar anîn.

Mînak:
Ji ber ko tavê da dinê ez dê vexwin. Ne looo pa tir li kû das li kû

Liva nîskê ye ne ber e û ne pişt e

Ravek:
Ji yekî ko qîma mirov bi wî neyêt û hemî biryarên wî ji hev bi dûr bin, yanî qeypax be re têt gotin.

Mînak:
Qîma xwe bi gotina wê neyne ew wek liva nîskê ye, ne ber e û ne pişt e.

Çavsor bûye

Ravek:
Ane çi ye; xedar bû ye.

Mînak:
Çavsor bû, hêdî babê xwe nas nediki.

Pîrê bawer nedikir yê şû kit dema şû kir doza mehr û heştê jî kir

Ravek:
Ji mirovê hêvî neke tiştek çêbe û lê dema çêbibe hinek tiştên dî jî bixwaze re têt gotin.

Mînak:
Ez ji birça dimirim, çûn û xawarinek ne xweş anîn ji min re.

Kes kelika xwe bêtû ji wê derbas nake, nemaze tû tê de hebe.

Ravek:
Ji kesên ”belakir’’ re têt gotin. Ane çi ye; ew kes bê sebeb jî bela xwe li mirovan dide ji xwe sebebek hebe ahoooo!

Mînak:
Xwe tevli wê neke, kes kelika xwe bê tû ji wê derbas nake, nemaze tû tê de hebe.

Pêreş

Ravek:
Ane çi ye; bêsiûd, bêşans, bêje ez çi bikim dê xera bibe.

Mînak:
Tu pêreş î. Tu biçî ser ro dê ro biçike.

Ez dibêjim nêr e tu dibêjî bidoş e

Ravek:
Ane çi ye; tiştek çênabe û yekî din israr dike, dibêje illeh çêke.

Mînak:
Ez dibêjim nêr e tu dibêjî bi doş e. Ma çawa vê çilê havînê ez ji te re berfê bînim.

An naçe aşî an diçe aşî aşvanî dikuje

Ravek:
Ane çiye; an îşekê nake an jî dike lê diherimîne.

Mînak:
Çawa tu dibêjî an ez nanivîsim an jî ez dê xelet binivîsim.

Pa gundek e û gindorek e

Ravek:
Ane çi ye; ev tişt ji wê tiştê re hindik e.

Mînak:
Pa gundek e û gindorek e. Ma ez dê bibim tav û bidime dinê. Ez nikarim hemî daxwazîyên we pêk bînim.

Dibêje qonê pey min neyê bêhn ji te têt

Ravek:
Ane çi ye; “xwe gelek dibîne’’.

Mînak:
Pa kengê dê li te feke ew dibêje qonê pey min neyê bêhn ji te têt.

***

Dê dom bike

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-1-30
Xwendin: 761
 
  19586 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol