Mirad Gundikî
  Gule û pê qerisî bûn
 
Prînt bike
Gule û pê qerisî bûn
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 24/1 2010 — Nava şêvê ye, di wê şevê de bi çi heyl û taqeta min ya heyî direvim. Kutekuta dilê min e. Kut, kut, kutkut, kutkutkut…

Tavika heyivê ye. Dinya çîk-sahî ye û berf heta navtengê ye. Bayên berfê dema ko li rûyê min dikeve wek bibirre şewatê dibe dilê min. Lê ti tişt ji min re ne xem e. Ji tirsa zeravê min qetiya û divêt ez xwe bigihînim gundê xwe. Berf bûye qurşe û wek yek ta erd girtiye. Ez wê berfê diqetînim û bi pêş dikevim.

Kiteka pêlava min li derekê ma di nava berfê de. Wext nîne ko lê bizîvirim jî … hima bi pêxwasî didim rêyê. Tiliyên pêyê min yê xwas ji serma bêruh bûye. Li derdorê rêça mirovekê jî nîne. Hima tenê ez mame li serê van çiyayan.

Çawa ji xewê rabûm ji bo çixare kişandinê derketim. Min hingê gurr dît, min gule bir ber tifekê. Lê wê kembaxê! Gule nehilanî. Ji ber ko dinya gelekê sar bû dibêjim qey tifink qerisî bû. Dema ko ez bêdesthilanîn mam û min dît ko gurr jî ber bi min ve dibeze, min baz da.

Piştî demekê pêyê min yê xwas req bû nehişt ko bibezim. Hima sekinîm û min pêlava xwe ji pêyekê xwe kir û min pêyê dî kirê. Bi wê pêlava şalûl-balûl dîsa direvim. Ez ji taqetê ketim. Min xwest ko ez carekê bi paş xwe ve binihêrim. Bere jî di nav berfê de diçim.

Hima ji nişkan ve li xwe zivirîm. Min dît ko di wî kendalokê ko nêzîkê min de bû ew zalim! bi bayê bezê tê xwarê. Çavên min zîq bûn. Bi wan çavên beloq min li Ruhstînê xwe dinihêrt. Tirêja ronahiya heyva-çardehşevî ji çahvên wî dibirîqîn. Herdu kunnikên difina wî wek boriyên sopeyê vebûbûn. Ho baş nêzîk bû û kir hirrînî. Min dît ko dê hima bêje xwe biavêtiya min, pêyên xwe yên paşiyê bi erdê re çirisand. Min his dikir ko ji nava didanên wî yên befşole re gilêza wî ji kerba xwarina goştê min re dirije ser berfê.

Axx xwezî min bikariya ko ez xwe bi ser de ber bi wî girikê henê bikim. Kuçikên gundî dê bihatan hawara min... Ma kûçikê min Kulaf çima nehat hawara min!

Hilehila min e. Hewca ji devê min diçe li ber bayê dikeve.

Xwezî min ya dê û babê xwe kiribûya ko min bixwendiya. Ez biçûma dibistanê, ma li wê derê gur dê bihatiya min?

Pê dihesim ko dilopeka xwêdanê ji binê kumê min ber bi jêrê herikî û di ser lama min de diçe.

Ez çi bikim! Ka ez jî xwe biavêjim ser gurî, an jî birevim. Pa çawa ez li xwe bizîvirim dê xwe biavêje min.

Min çavên xwe girtin û li hêviya gurî mam. Çawa ew xwe biavêje min ez jî dê nemerdiyê nekim û xwe biavêjimê.

Wî gurî dengek jî ji xwe derneêxist û wisa sekinî…

Paşê kir hewînî… wey-wey! ev deng nas bû. Dengê seyê min Kulafî bû. Min ji nêzîk ve lê nêrî. Bi rastî jî seyê min kulaf bû.

Wey xwelîsero ezo! Çawa min seyê xwe li xwe kiribû reş … min şîva wî, leka wî neda bû wî û nivistî bûm. Qey camêr jî hatibû ko şîva xwe bixwaze...

Ez û Kulaf em bi hev re vegeriyayin li nik pezan. Ez dîsa bi rêça xwe ve çûm. Min got dibe ko vê carê ez kita pêlava xwe bibînim. Seyê min ji dûr ve reyî … ez jî ber bi wî ve çûm. Min dît ko kita pêlava min di devê wî de ye. Ka Xwedê dizane, lê bêgoman wî dizanî ko min pêlav li kû derê êxistiye. Hima birehetî çû û pêlava min anî.

Em nêzîkê govikê bûn. Me govik li serê çiyayî li ser şewatê bapîrê xwe çêkiribû. Du govikên cîranên me jî hebûn. Me dêriyên xwe li rexa govikê çê kirine û heta em wan bidin heywanan em dê xwe bi ser de biharê bikin.

Dema ko ez ji bo cixare kişandinê derketim derve. Kulafî jî gotiye qey ez dê xwarina wî bidimê. Dema ko min dît, heywanekê ber bi min ve wek bayê bezê tê; ji bilî gurî ti tişt dî nehat bîra min. Min zanî ko derfeta revê jî nîne. Tifinkê jî gule nehilanî bû, dibe ko qumbere jî bikiriya... min baz da bû.

Xwedê neke! Heke tifinka min ew gule biteqandiya, niho min Kulafê se kuşti bû… An jî qumbere bikiriya dê çi bihatiya serê min.

Tavika heyivê: Ew ronahî ye ko ji heyivê tê.

Berfa qurşe: Ew berf e ko bi sermahiyê req û hişk bûye lê ne qerisî ye.

Rêç: Ew şop e ko bi meşiyana li ser berfê çêdibe.

Xwas: Ew awa ye ko mirovî ti tişt nekiriye li ser pêyên xwe. Wek tazîbûyina laşî, tazîbûyîna pêyan e.

Qumberekirin/qumbelekirin : Ew dem e ko mirov guleyê diêxe ber çekê û pêl dîkikî dike û gule ber bi paş ve diteqe! ” .

Se : kûçik. Li herêma Botan ji kûçikan re dibêjin se. Digel ko pirtirînê xelkê botî dibêjin se, gelekê ji wan dibêjin “kûçik” jî.

Didanên befşole: Ew didan(diran) in ko mezin û pehn in.

Lek: Xwarina seyan. Bi arî tişteka wek awarê çêdikin û didine seyan.

Lixwereşkirin.: an jî kirina reşê xwe. Ew dem e ko tişteka neya jê tirsanê be jî û mirov wê tiştê wek tişteka tirsê dihesibîne, ditirse.

Dêrî: ew koma çiloyan e ko li ser hev hatine nijinandin, li ser hev hatine bi cih kirin.

Govik: Ew cihê heywanan e ko wek yekqetî hatiye çêkirin û biçûk e.

***

(Ji mamosteyên min Mehmet Sanri û Mustafa Aydoganî re)

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-1-24
Xwendin: 310
 
  19560 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol