Mirad Gundikî
  Yên ko perdeya dilê wan çiryayî kêliyan li keçkaniya keçên xwe didin
 
Prînt bike
Yên ko perdeya dilê wan çiryayî kêliyan li keçkaniya keçên xwe didin
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 17/12, 2009 — Sinetkirina keçan…. Erê erê sinetkirina keçan, dema ko min ew gotin bihîst. Ji ber ko gotineka xerîb bû, min demekî li derdora xwe guhveçingî kir.

Ne min xelet bihîstibe!

No no min bi rastî bihîstiye. Ya tê gotin û nivîsandin raste-rast ev e.

Ne xwe çi ye ev tişta ko ez ji bilêvkirina wê jî ditirsim? Ew çi ye ko ji wê roja min bihîstî û pê ve her dema dibihîsim, qêrînên keçan dikeve guhên min, pirçûkên laşê min gijj dibe …

"Kêlîyek e"…

Ya ko bi daxwaziya dê û baban tê kirin…

Ya bi destên bêrehm tê kirin …

Bi bextê min yê/a ko wê “kêlîyê” dike, wî/ê pêşiyê “perdeya” rehmê ya dilê xwe “çirrandiye”. Ko bi kêliyekê keçekê dike mehkûm…

Ew dê û babên ko dibêjin qey bi “kêliyekê” keça xwe diparêzin. Daxekê li dilê wan keçan dide û wek bibêje: “Keça min ti qîm û baweriya min bi te nayê lê qîma min li vê kêliyê tê...”

Li gor min keçînî an kurînî ew e ko keçek an jî kurek heta roja zewacê hestên xwe û bedena xwe ji hezkiriyê xwe re wek “destlênedayî” dihêle. Û ew dibe diyariya wê şevê. Ger wan hezkiriyan digel ko her azadî li ber destên wan jî be û dîsa jî bi qîmetê ko dide hezkiriyê/a xwe, ji wê rojê re parastibe biqedir e.

Divêt ev bijartineka hezkiriyan be. An jî bi zordariya yekê/a dî ma çi qîmetê wê heye?

Olekî ji min re bibêjin ko bila li tehdaya li mirovî bê kirin erênî binêre.

Nemaze yên vê dikin “misilman” in. Nizanim dema ko vê kiriyarê dikin xwe dispêrin çi!…

Ger misilmanî be va ye Qur’an, ger mirovatî be va ye wijdan, ger kevneşopî be ka ya kê ye? Ma ne kevneşopiyên me jî ji kêfxweşiya mirovan re ye. Ne xwe mirov li çi kêfxweş bin bila ew bê kirin. Ma ev çi “xwelîserî ye!”.

Nizanim çima li nava “birtebirta” dengê zilaman, dengê jinê nayê bihîstin.

Nizanim çima tenê dema jinek wek dayik li ser gora zaroka/ê xwe dike qêrînî, dengê wê tê bihîstin.

Nizanim ji ber çi dema ko li ber ji zarokbûnê dengê wê tê bihîstin.

Nizanim çima dengê keçeka li ber sinetkirinê …

Çima dengê jinê tenê yê şîn û êşê ye?

Ma ne ew in yên ji me re bûne dayik, ma ne ew in yên dibin destgirtî, ma ne ew in xwehîtiyê ji me re dikin.

Ji xwe nizanim çawa dayikên hatine sinetkirin destûrê didin ko zaroka wan jî bê sinetkirin.

Dikare sê binasên (sedemê) bêdengiya wê hebe.

An dibêje "ma ne li min jî kiri bûn bila li wê jî bikin, welê hatiye bila welê biçe jî"…

An naxwaze lê nawêre ti tiştî bibêje

An jî dibêje jî û ti kes dengê wê nabihîse…

Qet nebêjin zilam jî tên sinet kirin bila jin jî bê sinet kirin. Navê wan li ser hev ve diçe lê qet naşibe hevudu.

Sinetkirina zilamekê: Di rojekê de tê kirin û birîna wê ya herî gelek di mehekê de sax dibe. Ji xwe ew dem nayê bîra pirtirînên zilamên kurdan.

Lê ya jinekê, di rojekê de tê kirin û ya kêm 10-15 salan welê dimîne (ji sineta di dema zarokatiyê de heta zewacê) dem dem ‘edaw wê digire, dizemhe, diêşe...

Ez ne tenê wek mirovekî lê wek zilamekî jî li dijî vê kiriyarê me.

Vêca bes e!!

Ya heta niho hati bû kirin zilm bû. Hêvî dikim ko hêdî dom neke…

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-12-17
Xwendin: 518
 
  19587 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol