Mirad Gundikî
  Şelandina dewlemendê bajarî
 
Prînt bike
Şelandina dewlemendê bajarî
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 3/4, 2009 — Herdu perikên çavên min qasî Memo û Zînê bi hesret xwe diavêjin hev. Ez pê dihesim ko kelefûra bêhna xwînê bi ser min dikeve. Dilopeka xwînê wekî ji laşê min azad bûyibe, ji laşê min ber bi jêr diherike. Ez dixwazim ronahiyê wekî Bekoyê Evêl bêxim nêv perên cavên xwe.

Bi wê mebestê ez bi hemî heyl û quweta xwe herdu perikên çavên xwe didim paş. Dibînim ko jinikeka cilspî di nava derî de sekinî ye. Baş seh nakim lê ez dibêjim qey dike hawar. Piştî nêzîk bû, min zanî rengzer bûye. Paşê perikên çavên min gihan mirada xwe, gihan hevdu. Ji ber êşa laşê xwe qêrên welê dikim ko erd û asîman dihêje.

Gelo ez çawa ketime vî halî? Na na gelo ez kî me? Ne lo! Çawa ez xwe nas nakim? Bi rastî jî ez kî me? Off of ez westiyayî me û bêtaqet im, ez dê paşê bihizirim. No, no ez dê niho çavên xwe bel bikim! Ez çawên xwe bel dikim lê pa çi bel bikim! Hemî ezayên laşê min ji hev veşelixî ne. Xwîna ko ji laşê min têt li ser cilên min pinîyên sor çêkiriye, jineka zexm û mezin aliyek yê darbestiyê girtiye. Quna wê wekî du cemên têrika ko tejî genim be û li ser pişta kerî ber bi herdu aliyan ve vedihêje. Cilên wê yên spî qasî têra ji min re kifinekê çêkin heye.

Ez bi birte birta hinekan şîyar bûm ez dibêjim qey ez ji ser hişê xwe çûyî bûm. Ez dizanim behsa min dikin! Min çavên xwe vekir û min hin fekirê hemî li dora min kom bûn. Hemiyan bi çavên qerimî û pilpişî.Wekî mizgîniyekê bistînin li dora min kom bûn û bi heyecan pirsîn “Zana tu çawa yî?”

Çi? Ma navê min Zana ye? Gelo ew jinika bi çavên rehmê li min fedike kî ye? Ma qey diya min e?

Ew jinik dema pirsên min dibihîse matmayî dibe. Dibêje; “dayê gorî ma tu diya xwe jî nasnakî? “ Tê xwe û tepî dibêje: “Weyla xwelî li neyarê min, qirikê û pepûkê kurê min min nas nake.” Yekê leşker dibêje: “Ka derbikevin bila hinekê bêhna xwe veke paşê em dê çend pirsan jê bikin.” Ez bi wî awayî li wê mezela qolîçok ve. Di nêv hêlîna xortuman de me. Xortum weke marên serniqutî laşê min bûyî û vebireşe tê de ye. Seet naborin û nabe sihar. Roja dî min ji hemşîreyekê pirsî ka ez çima hatime vî halî? Ji min re got tu dewlemendê vî bajarî yî û ew kesên ko hatin te bişelînin tu birîndar kirine.

Du mehan ez mam di nexweşxanê de hêdî min ji wan kesan re digot dayê, xwişkê û bira.

Rojeka hemî nasên min hatibûn, wê hemşîreya zexm got: “Zana ez dê vê şirenqeyê li te bidim û êşa laşê te dê kêm bibe.” Wê ew şirenqe li min da û dinê li min tarî bû ez mirim.

Di nûçeyên wê rojê de hat gotin: Ew dizên ko li ber şelandina dewlemendê bajarî de ew birîndar kirî bûn xwe weke dê, xwişk û hemşîre dan nasîn û di nexweşxaneyê de Zana bi şerenqeyekê jehrî dan û pereyên wî birin û çûn.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ
Weşandin: 2009-4-3
Xwendin: 615
 
  19462 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol