Mirad Gundikî
  wegera nÛ
 
Ax dilê min…
 
Gazindeka bi kelogirîtiyê ye û ya dom dike.
 
Dibêjin ko li ser rojnamegeran bandoreka dijwar heye, hinek jî ji karîderêxwistina xwe ditisin, “ derbeya sivîl dê bê” , “ desthilata yek partîyî” dê ava bibe.
 
Hima welê li wan kesên ko van tiştan dibêjin temaşa dikim.
 
Ez ji wan re gelekê diqehirim.
 
Wax û wax çi qasê di jîyaneka zehmet de ne, xwelîserên min.
 
Em ferq nakin lê miheqeq heroj evên he  diçine mehkemeyan, miheqeq li derheqê her yekê bîst-sih doz hatine girêdan, hin rojan mehkemenin tenê ji tenê ji mehkemekirina xwebatkarên rojnameyên wan re dişixwilin, miheqeq ew dibine mehkûm,miheqeq bi daxwaza girtinê ew sewqê mehkemeyan dibin.
 
Li wan rojnameyên ko ew tê de dişixulin îlan nayên dayin, krediyên rojnemeyên wan têne betalkirin.
 
Wan nûçeyên ko li ti deran neyî belav dikin, ew manşetên, ew qasê hişk ko li ti rojnameyan neyên bevkirin di rojnameya wan de heye, miheqeq sernivîsên li derheqê serokwezîrî yên ew qasê hişk ko heta niho nehatiye dîtin di rojnameyên wan de tên dîtin.
 
Miheqeq holê ye.
 
Piştî ew qesê ji hev re giriyana wan, xem girina wan û xwe wek binbandor his kirina wan, qey tişteka holê çê bûye.
 
Heyf e ji wan re.
 
Dilê mirovî bi wan dişewite.
 
Lê ez ne yê ko bi cesareta wan pensê xwe nede me jî.
 
Ji “derbeyên leşkerî”, ji cuntayên di nava artêşê, wan zarokên ko li asîmanan bên pijiqandin, wan cebilxaneyên ko ji binê erdê hatiye derxistin, qet natirsin.
 
Di dilê wan yê “qehreman de ddudilîyeka biçû jî çênake
 
Ew serleşkerên ko ji kuştina Hirant Dînkî re dibêjin “operasyon” , têkilîyên bikûjên Dinkî yên digel dewletê, têkilîya êrîşkarê “Danıştayê” û bersûcên Ergenekonê, teqîpkirina zarokan jî, mirovên ko jîtemê kuştine û binax kirine qet wesweseyekê di dilê wan de çê nake.
 
Welê wek qeraseyekê wek stûnekê disekinin.
 
Bi wê qasê mêrxwazin ko ti pîşeyê li wan tiştan nake, yên  ko em bi dudilîyê lê dinêrin.
 
  19592 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol