Mirad Gundikî
  [çîrok] Bûka çardehsalî
 
Prînt bike
[çîrok] Bûka çardehsalî
Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 26/4 2009 — Qêrûqitêla jinan li ser ser avê diket. Jinan tiştên beredayî bi dengê bilind diaxaftin. Bi birtebirta wan zimînî ket guhên min. Diya min ya gurizê ji me re diqelîne û divêt ez zûka vê ava honik bigihînim sîniya xwarinê. Diya min ji min re gotibû: Hegî tu biçî avê bînî, firaxan bişo û di ber balavê de jî arîkariyê bidî min; tu dikarî biçî bi hevalên xwe re bileyîzî. Bo wê min divêt zûka dor bigihî min.

Eyşêya lêvşitol li pêşiya min e. Hema li gundî de kesê nehêla ko behs nekirî. Wê jinê hindeka fîstanê xwe kiriye ber pêcemayê xwe de, herdu destên xwe daye kêleka xwe û ew qesê diaxive ko nahêle lêvên wê yên şitol bimîne ser yêk. Kirasê wê yê ko spî ye û di binê fîstanê wê re daheligî ye, ji qirêjê gewr û bi tipîskên avê jî şil bûye. Her car diya min dibêje tu fîstanê wê bigivêşî di devê marî de dê cih de mar req bibe.

Bû dora min. Ez çûm ber şirikê. Lê ez hin pê hesiyam ko piyê min di coya avê de ne û ji kunika ko di binê pêlava min de vebûbû av didanizilî. Min ti pîşe lê nekir, min ava xwe dagirt û riya malê girt. Bi lezûbezê ez gîham malê. Babê min nû ji paleyê hatibû û westiyayî xwiya dikir. Min hindek ji wê ava honik raberî wî kir. Wî ew piyana avê girt û jê vexwar. Dema ko vedixwar simbêlê wî yê boq di avê de melevanî dikir. Piştî avvexwarinê ew dilopên avê yên ko di ser simbêlê wî de mayibû bi firtekê kişand di devê xwe de. Paşê destê xwe jî di ser de anî.

Pêşiya çend salekê ez di berê dê û babê xwe de radizam. Lê ji hinga birayê min Dilop Xwedê dayî, diya min ji min re dibêje tu bûyî jin hêdî tu ne zarok î.

Piştî firaxşûştin û arîkariya ji diya xwe re; ez çûm li nik hevalên xwe û me xanîtokî lehîst. Min ji xwe re bûkikeka sor û zer xemilandiye. Lê hevala min Hêlîn her diheside. Hima ji wê bêt dê bûkika min ya zer û nazik ji yêk biveşelixîne. Ji ber wê her çavên min li ser bûkika min e. Di ber leyîstinê de Hêlîna hesed tipîskên heriyê avêt min. Min jî nemerdî nekir û min jî avêt wê. Em welê hatin ko hêdî segî jî nan ji destên me nedigirt.Vêca ez çi bikim ez holê biçim diya min dê bibêje çira te xwe kiriye herî? Ê ez xwe bişûm dê bibêje çira te xwe şil kiriye? Ya baş ew e ko ez ji dizî ve biçim malê û fîstanê xwe biguhorînim. Bi gavên qelsikî çûm malê. Min hin fekirê Eyşa lêvşitol dîsa di nêv mala me de gorsîna xwe vedaye û bi şatirî diaxêve.Wê ji diya min re digot:

— Mela zelamekê dîndar, dewlemend û camêr e. Ma çira ne be?

Diya min digot:

— Ne du jinên wî hene.

Wê digot:

— Ma çi bûye. Ma ne keça te jî li mêran e, ma tu dê bidî yekê çêtir?

Min dizanî behsa min dikin lê ez di derdê fîstanî de bûm. Min zûka fîstanê xwe guhort û ez rihet bûm.

Ew jina rahûle heroj hat mala me. Rojekê diya min bi çavên kelogirî ji min re got :

— Dayê gorî, îro tu ti şolî neke û were ez dê te bixemilînim. Paşê hinek kes hatin ez bi xemla min ve li hespekê siwar kirim. Bûkika min ya sorezer li destê min de bû. Ez jî wek bûkika xwe xemilandî bûm. Ez birim mala Mamê Melayî. Hinek pirs ji min kirin û gotin, bibêje erê. Min jî her digot erê. Paşê ez birim odeyeka biçûk ve, doşekeka mezim li erdê dirêjkirî bû. Bû şev Mamê Mela da ji deriyî ve û wê şevê li ser wê doşekê ez ji çardehsaliyê bûm çil salî…

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ
Weşandin: 2009-4-26
Xwendin: 337
 
  19652 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol