Mirad Gundikî
  Hilingivîna xewna min di peyamên evînê de
 
Prînt bike
Hilingivîna xewna min di peyamên evînê de
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 8/5 2010 — Çawa ko tîrêjên ronahîyê dan tîtoka çavên min, taştêxewa min ya vê siharê bi kulafên wê çîrûveçîr bû. Bêxîretiyê totika qona xwe danibû ser min û ez di bin xwe de difetisandim.

Nizanim çira vê siharê laşê min evqasê giran bûbû. Min çawa çavên xwe li rojê vekirin ez li jibermayiyên xewnên xwe hilingivîm û ”veşewişîm”. Dê biketîyam ko min xwe li dengê beytakê girt. Bû pirepira beytakê û di ber kulekê re firî. Wê hêlîna xwe li binsibandeka mala me çêkiribû. Çû nik ferxikên xwe û bû wîsewîsa ferxikên wê...

Kêfa min gelekê ji wan re dihat...

Min jî kulmek li şirneya bêxîretîyê da. Min da xwe û ez rabûm. Lê hingî çavên min biketiyan ser hev bîra wê keçika dilbişkîv dihat bîra min. Ji xwe duhî dîsa hat xewna min û birîna dilê min kifş kir. Ji roja ko min ew dîtiye û heta niho ew bûye ”sergovenda” hizrên min. Ew li sergovendiyê li şûna destmalikê dilê min badide û direqise. Di xewnê de ez li pêşiya wê ştil sekinîm û min jê re got:

Dema ko tu li dûrî min bî,
Her cara ko perikê çavên min ji te re diçe sicdeyê,
Mejiyê min dibe biheştî.
Dema ko tu li nik min bî,
Her cara ko ez te dibînim,
Perikê çavên min dibin ”terkebawer”,
Çavên min...
Hingê, ew ji xwe li biheştê ne
...
Heke evîn bawerîyek be,
Peyxambera min tu yî,
Ji ber ko hemî peyamên evînê te ji min re anîne....

Ma tu nayê û çavên min li biheşta xwe venahewînî?
Ma tu dê terkebawera evînê bî...
ko te ew nîşanî min kiribû?
................

Lêêê hêj keçikê bersîva xwe nedayî, wê tîrêja rojê ez hişyar kirim û ez pê hesiyam ko ew xewn bûn... Çawa ko ez pê hesiyam ko her tişt xewn in. Ez dê biketiyam di bîra xeman de lê dema min dengê beytakê bihîst, zingînî ket guhên min û ez pê hesiyam ko bêyî wê jî jiyan heye û min xwe li wî dengî girt… Mala beytakê ava..


FERHENGOK
Tîtoka çavî: Nava çavî ye.

Taştêxew: Ew dema xewê ye ya ko mirov di dema taştêyê de, ranabe xwarinê naxwe û dinive.

Çîrûveçîrbûn: Zîrzîrbûn, çîrçîrbûn, bi awayê dirandinê/çirandinê parçe-parçe bûn e.

Kulaf: Pençe, neynûkê heywanan e ko heywan bi wan xwe diparêzin û nêçîrê dikin.

Totika qonê: Ji her alîyê qonê re, ji her lamika qonê re tê gotin.

Sibandek: Ew zêdeyîya bane xanîyan e ko ji dîwarî ber bi derveyê dîwarî ve dirêj dibe.

Hilingivandin: Ew dem e ko pêyê mirovî/ê an jî heyvanî/ê, nelihemdê wî/ê, dikeve derekê û ew dike bikeve.

Veşewişandin: Ew dem e ko mirov an jî heywan di nava ketin û neketinê de vedihêje.

Şirne: Hestîyê difinê.

Ştil sekinandin: Wek şitla dare bêyî xweqeliqandinê/livandinê sekinandin e.

Beytak: Tixmek yê çûkan e.

Terkebawer: ew kes e ko terka bawerîyê kirî ye.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ – newa@nefel.com
Weşandin: 2010-5-8
Xwendin: 1204
 
  19580 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol