Mirad Gundikî
  Belgefilîma xwediyê çar xelatan û derhênerê wê Deniz Oguzsoy
 
Prînt bike
Belgefilîma xwediyê çar xelatan û derhênerê wê Deniz Oguzsoy
» Mirad Gundikî û Deniz Oguzsoy
DIYARBEKIR, 1/6 2010 — Belgefilîma ”Duvar” ko par li Diyarbekirê hatiye çêkirin, di festîwala filîman ya Entaqya, Enqere û Akbankê yên îsal de wek belgefilîma herî baş hat hilbijartin.

Ji bilî van festîwalan, sazîya radio û televîzyonên dewletê ya Tirkiyeyê, TRTyê jî Duvar di kategorîya wê de wek yekem hilbijart û xelata yekemîyê da derhênerên filîmê Denîz Oguzsoy û Emre Karadaşî.

Di Diyarbekirê de tenê şeş malên filehan hene. Ji van şeş malan çar mal li hewşa Dêra Dayika Miryem de ne. Li dora dêrê dîwarên bilind hene û ew dîwarên bilind dikevin navbera wan çar malan û malên dî de.

Belgefîlma “Duvar” jiyana du ermenîyên bêdûndan yên li Dêra Dayika Miryem tîne ber çavan. Denîz Oguzsoyê derhênerê Duvarê bi xwe ji Diyarbekirê ye û li Diyarbekirê, di şirketeka produksîyonê de bo kanaleka bi kurdîyê bernameyan amade dike.

“Duvar” belgefîlma wî ya sêyem e. “Ekmege gîden yol” û “Beyaz prenses” du belgefîlmên wî ne ko wî ji pêşiya “Duvarê” çêkiribûn.

Denîz Oguzsoy bi kurtehevpeyvîneka bi Nefelê re behsa Duvara xwe û dîwarên ko me di navbera xwe û “yên dî” de çêkirîn dike û dipirse:

“Gelo yên ko me ji hev cida dikin ew dîwarên bilind in, an jî ew dîwarên ko me di nava xwe û wan de honandî ne?” û bi belgefilîma Duvarê me dike mêvanê du rûniştvanên dêrê.

Gelo kengê û çawa te biryar da ko tu jîyana du Ermenîyên fileh bikî belgefilîm?

Denîz Oguzsoy: — Em ji bo çêkirina bernameyekê par çûyibûn dêra Dayika Miryem û min li wê derê xaleta Bayzer dît. Gellek rûken bû. Wek tu jî dizanî hemî perestgeh ji bo hemî mirovan vekirîne. Kî bixwaze dikare biçiyê û bê. Lêê xaleta Bayzer û mêrê xwe digel sê malên dî, li wê derê dijîyan... Dorê wan bi dîwaran girtibûn… Ew ermenî bûn û ti nas û xizmên wan li wê derê nebûn. Min xwest ko ez wî dîwarê ko me di navbera xwe û wan de honandîye danim ber çavan. Ew du ermenîyên ko li dêreka sûryanîyan de bûn, wê bala min kişand û min xwest ko ez belgefilîma wê çêkim.

We di çi qas demî de belgefilîm amade kir.

Denîz Oguzsoy: — Me du hefteyan bi kamêreyan dîmen girtin û du hevteyan jî me montaja wê çêkir. Li ser hev çêkirina belgefilîmê mehekê dom kir. Lê ji pêşîya destpêkirinê em gellekê şixwilîn ka em dê belgefilîmê çawa amade bikin. Ji bo wê Xecê ji me re gellekê bû arîkar.

Gelo çi taybetmendîyên “Duvarê”, wê ji wan belgefilîmên dî cida dike ko ew her car wek yekem hat hilbijartin.

Denîz Oguzsoy: — Ez nizanim, taybetmendîyên hemi belgefilîman hebûn ez nikarim ji bo wê jî tiştekê bibêjim.

Zehmetî, taybetmendî û xweşîyên amadekirina belgefilîmekê çi ne?

Denîz Oguzsoy: — Ti zehmetîyên wê nînin. Dema ko derhêner ji bo belgefilîmekê biçe derekê. Divê ew kesên li wê derê çiyê bixwin ew jî wê bixwe. Ew çawa bijîn divêt ew jî welê bijî... Ha hingê ew jî hîs dikin ko ew jî yekê ji wan e. Kamêre jî dibe wek alaveka malê, hêdî wê jî wek çaydanekê an jî wek şûşeyekê dibînin... Heke ew bi mejîyê profesonelîyê (şarezayîyê) biçe û ew kamêreyan vegire ew nikare rihê (giyanê) mijarê bigire.

Di belgefilîmgirtinê de tişta ko herî zêde bandor li ser te çêkirî çi bû?

Denîz Oguzsoy: — Gellek kes çûbûn dêrê û wêne girtibûn, lê xaleta Bayzer û xalê Sidiq ji ti kesê nepirsîbûn ka ew dê bi kû ve biçin. Lê dema ko me girtina belgefilîmê qedand tejî çavên wan hêstir bûn. Gotin: ”ma hon dê bi kû ve biçin?” em bûbûn wek zarokên wan û dema ko em ji wê derê cida bibin li serê rêyê bi demekê dirrêj li çûyina me nêrîn.

Gelo te nîyet heye ko tu belgefîlmeka dî çêkî û tişteka ko tu dixwazî li gotinên xwe zêde bikî heye?

Denîz Oguzsoy: — Belê min niyet heye. Lê niho min dest bi ti tiştî nekiriye, tenê çêkirina wê dihizirim û dixwazim ji kekê Cemşît Cemîloglu re jî gelek spas bikim.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ – newa@nefel.com
Weşandin: 2010-6-1
Xwendin: 1050
 
 
  19582 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol