Mirad Gundikî
  “Mamê Evdirehman” yan “Evdirehman amca”
 
Prînt bike
“Mamê Evdirehman” yan “Evdirehman amca”
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 1/12, 2009 – “Min gelek dijwarî dîtin lê îro dijwarîya herî mezin ew e ko mirov kurd be. Min gelek şer dîtin, lê îro şerê herî dijwar ew e ko mirov karibe kurd bimîne, xwe kurd bihêle…. ” (Mustafa Aydogan)

Wek herûher dibêjim ti ferq di nêvbera yê dilsojê zimanê xwe û yê melevanê (avjenê) ko melevanîyê di pêşberê pêlên behrê de dike nîne. Her pêl dê di ser wî de bê wî noqî xwe bike, heta ko dê hewil bide wî bixewirîne û bixeniqîne… Dem dê bê ew kes dê xwe li ber pêlên behrê biberde jî... Ji ber ko ti kes nikare her dem di têkoşînê de be. Ew dê xwe tenê bihesibîne û dê hewce be ko xwe li ber pêlan berde. Dê herdu destên xwe li ber xwe dirêj bike û tenê bibe temaşevanê tinebûyina xwe…

Hingê tenê tiştek dikare bê hawara wî, ew tişta ko kariye mîrê welatekê li serê çiyayan bigerîne. Kariye bi rojan di odeyên tarî de li ber ronahîya çirayê, bi vîyana mîrî, wî destliser bike. Erê erê em behsa dilsojîya Mîr Celadetî ya ji kurdîyê re dikin. Dema ko wî hawar belav dikir pirtirînê miletîyên wî nedizanîn bixwînin, nemaze tenê wî dikarî bi tîpên latînî ko wî afirandibû bixwîne. Lê ka îro em lê dinêrin zimannasîya me bi serê wî sond dixwe. Kengê ez yekê ko ji berxwedanê westiyaye bibînim jê re dibêjim ji çêkirina “hawaran” neweste. Hawara xwe bike “hawarek” û xwe jî xelas bike, derdora xwe jî xelas bike. Li ber noqîbûn û wendabûnê ti caran nebe temaşevan.

Wek Mîr Celadet Alî Bedirxanî gotibû ko “Zimanên biyanî kincên me ne, em kengî bixwazin em dikarin ji xwe bikin. Lê zimanê dayikê çermê me ye, em nikarin çermê xwe ji xwe bikin.(1)” ji ber wê ye ez nizanim çi bawerî dikare ko kincên mirovî ji çermê wî biqedirtir bike. Erê çermê laşê me ji ser me kirin û kincên biyanîyan li me kirin. Lê divêt neyê ji bîr kirin ko mirovan pêşiyê da ko laşê xwe biparêze libasin li xwe kirine. Divêt zimanê mirovî tişteka ko ji wî re pîroz be. Divêt wek tişteka ko mirov bixwaze bi libasan bisitirîne be…

Aha va ye li Tirkîyeyê jî weşanên televziyonên bi kurdîyê serbet bû. Bi serbestî pirtûk dihên çap kirin. Em dibînin ko roj roja serdestkirin û qedirbilindkirina zimanî ye. Ji xwe em xwe li ti tiştan negirin, qîm û baweriya xwe bi zimanê xwe biînin bes e.

Zimanê me ji yê ti kesê bi paş ve ne maye. Tenê ji ber ko hindekê bêxwedî maye, behrên em lê şareza nebûne mane. Pêlên wan li ber me gurr tên. An na qet ne ti tişt e. Ziman tişteka zindî ye û ji malbata me ye. Wek dê, bab, bira hwd ye. Ew dijî, mezin dibe, tê guhertin, nexweş dibe, tê kuştin, xemgîn dibe, rengîn dibe, serxweş dibe, evîndar dibe … û mejîyekê wî heye. Bi dehan alîyê zimanî heye û dikare bibe xebateka ko temenek jî têrê nake. Lê ez dê îro hewl bidim ko hinekê biçim mêvanîya wî (zimanî) û guhdariya wî bikim ko hon dê bibînin ka çawa gramera zimanê me ji ya zimanê xelkê bi rêkûpêktir e. Niho ez dê li ser mejîyê gramera wî û cîranê wî biaxêvin. Min ew herdu cîran li ser rêyekê dîtin. Û min ji wan pirsî ka hon dê bi kû ve biçin.

Tirkîyî got: Ben (ez) eve ( malê) gidecem (dê biçim.)

Kurdîyî got : Ez dê biçim malê

Ka em lê binêrin ma ne li gor mejîyê mirovî divêt pêşiyê mirovek behsa heyina xwe bike (ez) paşê behsa çûyinê bike û paşê behsa dera ko çûyeyê bike. Nizanim çawa dibe ko li gor mejîyê tirkî pêşiyê behsa malê dike û paşê behsa çûyinê dikin. Lê halbûke divêt hêj mirov ne çûyibe nekare behsa dera ko biçeyê bike an na???

An jî li gor kurdîyê dema ko bibêje Mamê Evdirrehman li gor mejîyî pêşiyê ûnvana wî kesî (mam) mihom e. Paşê navê wî. Tenê bibêje mamo jî dibe. Lê tenê bibêje Evdirrehman nabe. Lê li gor tirkîyê Abdurrahman (Evdirrehman) amca (mam). Pêşiyê nav tê gotin?? Lê ya giring mamîtîya wî kesî ye û hima navê wî çi be jî ferq nake, an na?

An jî dema ko kurdek bibêje keçeka spehî an jî çayeka germ li gor mejîyî divêt mirov pêşiyê wê kesê wek “ miroveka keç” bibîne û paşê behsa spehîtiya wê dike. Lê yê tirk dibêje güzel (spehî) kız (keçik). Hêj heyina wê kesê û zayenda wê nedîtî behsa spehîtîya wê dike.

An jî divêt pêşiyê mirov behsa çayê bike dako bikare behsa germatiya wê bike an na?

Dema ko kurdek dibêje ez, wî an jî wê dibînim mirov dizane “ew” nêr e an jî mê ye. Lê dema ko tirkek dibêje onu (wî,wê) görüyorum (dibînim). Zayend ne aşkere ye. Lê ji hev cidakirinê re tişta herî giring zayend e, an na?

Wêjeya me ya nivîskî himberî ya ingilîzîyê (500 sal) kevnare ye û ji ya rûsan zêde ye jî…

Zimanê me ne kêmî yê ti kesan e û “Edebîayata welatî ew e ko ji jîna miletî, ji hiş û dilê wî, ji dîrok û çîrçîrokên wî, ji stran û lajeyên wî hiltên. Kaniya wî , dilê milet e hiş û heyata wî ye.

Tenê ev edebîyat e, ko germ, rengîn , bi bihn û xwedanruhnayî ye. Ji vê edebiyatê dengê bilûr û dîlanê, stranên çiyê, zîzîya hêvîn û hezkirinê bi tepetepa dilan ve tên bihîstin

(Mîr Dr. Kamêran Alî Bedir-Xan, Hawar)”

(1) Kulîlkên Baxê Botan, Abdulkadîr Bingol, weşanên Enstîtûya Kurdî ya Amedê

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-12-1
Xwendin: 838
 
  19549 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol