Mirad Gundikî
  Qiyasên bêjeçêkirinê divêt ne »çêkirnokî« be
 
Prînt bike
Qiyasên bêjeçêkirinê divêt ne »çêkirnokî« be
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 20/11 2009 — “Çîrokeka her gotinekê heye û her gotin xwedanê pêgir/kontekst û raboriyeka domûdrêj e. Serborîyên bêjeyê hene. Dema ko em bêjeyeka nû an jî gotinekê di zimanê xwe de çêdikin, divê em kontekst û raboriyê wê ji bîr nekin. Di cihê ko em bi ser navê “kurdiya xas” gotinên “çêkirnokî”, yên bêraborî û bêwate bi kar bînin, em têgeh û bêjeyên biyanî yên ko pêgirek û raboriya wan heye û di nav zimanê me de jî dikelin bi kar bînin baştir e. Lewma divê em ti caran çîroka bêjeyê tune nehesibînin û serborîyên wê “binpê” nekin. (Mihemed Sanri) ”

Bi kêfxweşî dikarim bibêjim ko hêdî roja wê hatiye ko em bi kurdiyê behsa beşên zanistî bikin. Dor dora wî zimanê ko jê re dibêjin “zimanê akademîk” e. Kurdîya kimêd hespê xwe li hemî meydanan dibezîne ko ne medya, ne edebiyat û ne jî ti mijarên zanistî dikarin jê xelas bibe. Perrê wê ji hemiyan girtiye…. Lê di pêşberê me de hinek arîşe jî hene.

1. Kurdan heta niho xebatên bi vî awayî kirine lê me kurdan hay ji hev nînin

Dikarim ji bo bibin nimûne bibêjim ko Enstûtîya Kurdî ya Parîsê di deminan de li bajarinan hinek rewşenbîrên kurdan kom dike û li ser kurdiyê nemaze peyvên kurdiyê diaxêvin. Wek encam jî di malpera xwe de, di kovareka bi navê “Kurmancî” de belav dike. Di demê Erebê Şemo de hinek pirtûkên ziman, matematîk û fîzîkê hatibûn amade kirin (1). Dewleta Kurdistana Mihabadê jî hindek pirtûk çêkiribûn, zanîngehên me yên Başûr û yên Ewropayê hinek pitûkan çêdikin û hwd. Lê bi destxistina wan hemî çavkanîyan ko zanîna bi kurdiyê gelekê zehmet e. Divêt dereka wek Kitêbxaneya Kurdî ya Stokholmê bêt ava kirin û teqez hemî berhemên zanistî lê bên kom kirin. Divêt her kurdekê ko bixwaze bi kurdiya şêrîn tiştinan bizane bikare bigihe wan xebatan.

2. Divêt her kes ne li gor serê xwe biryarinan bide

Wek feylozofekê gotibû “Ez qet piştgiriya ti gotin û hizrên te nakim. Lê ez piştgirê te me ko tu hizrên xwe dîyar bikî”. Hizrên siyasî yên kê çi ne bila ew be û çi dihizire jî bila di warên siyasî de biparêze jî… Lê divêt ji peyvên zanyarî re “wekhevîya hizrî hebe” û komîsyonek bêt çêkirin. Divêt xebatên giring bên kirin lê encam çi be em hemî bi wê riyê ve biçin û navan li tiştan bikin.

2. Em çawa navan li bêjeyên akademîk bikin.

Li gor min divêt em navlêkirinan bikin du beş.

Ya yekê: Divêt em lê bigerin ka di zimanê me de bêjeyeka ko cihê wê bêjeya akademîk bigire heye an na. Ko hebe divêt em wê bi kar biînin.

Ya duyê: Heger ko di zimanê me de bêjeyeka ko cihê wê bêjeya akademîk bigire nebe, hingê dîsa du bijartinên me hene:

a) Ez dê bo vê mînakekê bidim. Di wî demê ko hêj ti kompîter li Tirkîyeyê nebû. Mamosteyekê Zanîngeha ODTÜ-yê ew alav anî û navê wê kir “bilgisayar”, her parçeyeka wê jî navekê bi tirkî lê kir. Paşê dema ko tirkan nû kompîter nas kirin hemîyan wek navên ko wî lê kiribû nas kir û bi wî awayî di zimanî de cih jî girt. Lê digel ko di civaka tirkan de wan navan cih girtiye jî, hinek alavên kompîterê paşê hatin çêkirin û navên wan ne bi navê tirkîyê ketiye di zimanê wan de. Bo nimûne navê CD, DVD, flash disk (filaş disk), USB, wireless hwd wek navên bingehîn (orjînal)in. Heger ko îro kesek bixwaze navinan li televizyon (television), telefon (phone), flaş disk, CD (sidi) an jî tişteka dî bike dê wek “çêkirnokî” be û di civaka wan de cih nagire.

b) An jî divêt em wek Mihemed Sanriyî bihizirin û me hay ji çîroka bêjeyan hebe û em wan binpê nekin. Rasterast em orjînala wê bi kar biînin.

Wek servehî divêt ez bibêjim ko hinek navên hinek alavên biyanî ne kurdî ne, lê bi awayeka gelek hêsanî û mantiqî dikarin bibin kurdî. Em hemî dizanin wêne çi ye û em dizanin wêne tên girtin (lê nayê kişandin) gelek normal e ko em ji bo wê tişta ko “wêneyan digire” bibêjin “wênegir”. An jî ew tişta ko neynokan dibire “neynokbir”, ew tişta cilikan dişo “çilşo” be.

Min ji bo beşa xwe (kîmya) arşîva hinek peyvên di kurdiyê de tên bi kar anîn kom kirin û hêvîdar im bi hezaran arşîv dê biên çêkirin. Wek mestere kerem bikin, li parçeyeka arşîva min binêrin.

MITAYÊN KÎMYAYÊ

Mifriq, zîv, zêr, bafon, dirr, pola, kisl, gêç, hêsin, şekir, xwê, lek, çingo, mîqa, dohn, ron, qîr…

BÛYERÊN KÎMYAYÊ YÊN FIZÎKÎ Û KIMYAYÎ:

Jêkçûn/jihevçûn, tîrrbûn, şêlobûn (şîlîbûn), zelalbûn, helîyan, hûrbûn, perçebûn, parçebûn, tevlihevbûn, têkilhevbûn, zenggirtin, zengobûn, bizengbûn, şevitîn, vemirîn, bêhnketin, bînketin, germixîn, kifkobûn, kifk girtin, rizîn, jihevcidabûn, pêkveman, bihevveman:

KIRYARÊN KÎMYAYÊ YÊN FIZÎKÎ Û KÎMYAYÎ

Hêran, qetkirin, parçekirin, têkdan, tevlihevkirin, xwerûkirin, jêkbirin, tîrrkirin, şêlokirin, helandin, zelalkirin, hûrkirin, temirandin, germixandin, rizandin, jihevcidakirin:

TAYBETMANDIYÊN MITAYÊN KÎMYAYÎ

TAHMÊN WAN:

Şêrîn, şor, tirş, miz, gemor, tahl, tehl, rijî, kelî, tûj, tîj, tamsar, bêtam, irr, bitahm:

TAYBETMENDÎYÊN FIZÎKÎ

Kehî, çirr, sica, req, nerm, girûz, hilû, kuh, birrek:

HALÊN FIZÎKÎ:

Hişk, rehn, hewc:

NAVÊN GUHERTINA HALÊN FIZÎKÎ:

Qerisandin, wexmgirtin, xwîsgirtin, xunavgirtin, helandin, hewcbûn

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-11-20
Xwendin: 840
 
  19462 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol