Mirad Gundikî
  Diljen Roniyê neviyê bedirxaniyan û albuma »Çend gotinên evînê«
 
Prînt bike
Diljen Roniyê neviyê bedirxaniyan û albuma »Çend gotinên evînê«
DIYARBEKIR, 20/12 2008 — Diljen Ronî hinermendekê ciwan yê kurd e û ew bi xwe ji Cizîra Botan û neviyê bedirxaniyên mîrên Botan e. Diljen Ronî di kurtehevpeyvînekê de ji Nefelê re dibêje ew dixwaze ko qedrê hinera wî bêt girtin û xelk CD-ya wî kopî nekin.

Diljen Ronî sala 1981-ê li Cizîrê hatiye dinyayê û paşê mala wan hat Diyarbekirê. Wî li Navenda Çanda Mezopotamyayê dest bi xebata li ser muzîkê kir lê belê dilê wî di doktoriyê de hebû û wî li Wanê dest bi xwendina doktoriyê kir.

Pirs: — Behsa xebata xwe ya li ser muzîkê bike, te çawa hem doktorî dixwend û hem jî tu bi muzîkê ve mijûl dibûyî?

Diljen Ronî: — Ez şixulîm û min fakulteya doktoriyê (tip) ya li Wanê qezenc kir. Li wêderê min pirtir dem da xwe û muzîkê. Min ji xwe tenê re daîreyek kirê kir û dest bi hevaliya stranan kir. Li Wanê ez zêdetir fêrî newayan bûm û fêrî lêdana gîtarê jî bûm.

Pirs: — Kîjan stranbêjên kurd tesîr li te kirine?

Diljen Ronî: — Tesîra dengbêjan gelek li ser min çêbûye. Di dengê min de anonîmîyek heye. Tehsîn Teha, M. Arif Cizîrî, Hesenê Cizîrî, Eyşe Şan û Meyrem Xan çend ji wan in. Ji bilî mûzîkê ez gelek di bin tesîra bedirxaniyan, taybetî Celadet û Kamiran Alî Bedir-Xan de mame.

Pirs: — Di albuma xwe ya bi navê »Çend gotinên evînê« de tu ji guhdarên muzîka xwe re çi dibêjî?

Diljen Ronî: — Albumeka pop-cazz e. Ev ji muzîka me re tişteka nû ye. Ji bilî wê hestên jidil in, jenîna dilî ye. Hestên min bi xwe û yên dostê min Hişyar Botî ne. Di albumê de şeş enstrûmental, du stranên herêmî du staranên Miradê Kinê hene.

Pirs: — Ji bo amadekirina vê albumê tu bi kê re xebitî?

Diljen Ronî: — Derhenêr û aranjor Seyîthan Kizil gelek rêzanî û arîkarî ji min re kir. Xizmeta wî nayên ji bîr kirin. Muzîsyenên hevkar jî Erdîn Şenyaylar, Îsmaîl Soyberk, Okan Kovancî, Cem Yildiz û Ercan Yazici ne. Ji bo grafîkê Gul Oz û Ayhan Oruntaşî pir arîkariya min kir.

Pirs: — Fotoyê li ser albumê behsa çi dike?

Diljen Ronî: — Ew dilê min temsîl dike, kelşên li ser dilî pinî û qehrên dilî ne.

Pirs: — Tu çawa hinerê xwe yê doktoriyê û hinerê muzîkî dikî arîkarê hev?

Diljen Ronî: — Ez doktor im û mirovê hinermend jî dilsoj e. Doktorê ko muzîkê jî bizane pirtir dikare ji derdê nexweşî fêm bike. Doktorî û muzîk bi hevre parçeyek ji jiyana min in.

Pirs: — Ji doktoriyê tu dikarî pareyan qezenc bikî. Lê belê ji muzîkê tu dê çawa qezenceka madî bikî. Xelk albuman kopî dikin û li hev belav dikin?

Diljen Ronî: — Hêviyeka min ya mezin ji qezenckirina pareyan ji CD-ya albumê nîne. Ez dixwazim ko xelk kopî nekin da feydeyê min jî tê de hebe lê belê familyeya me bedirxaniyan hertim ji bo kultur û muzîka kurdî xebatên bêbedel kirine. Heger kedeka min jî di muzîka kurdî de hebe ew ji min re bes e.


» Diljen Ronî û Mirad Gundikî
 
  19545 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol