Mirad Gundikî
  Kitik: Ezê xwim û xwim û serê dûvikê xwe ve jî bikim
 
Prînt bike
Kitik: Ezê xwim û xwim û serê dûvikê xwe ve jî bikim
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 13/4 2010 — Careka ji caran rehmet li dê û babê guhadaran hebû tinebû ti kes ji Xwedê mezintir nebû, carekê li derekê keçikek hebû.

Keçikê, cerikê xwe bir û çû ser avê.

Ji cerikê xwe re got: Ceriko ceriko! Neşikê heta ko ez biçim wê dera henê û bêm.

Keçik diçe û tê û hin lê dinêre ko cerikê wê şikestîye.

Keçik ji cerikî re dibêje: Ceriko ceriko! Çira tu şikestî?

Cerik dibêje: Ma çira ber (kevir) di bin min de ye?

Keçik ji berî re dibêje: Bero bero! Çira tu di bin cerikî de yî?

Ber dibêje: Ma çira gîya di bin min de hişîn dibe?

Keçik ji gîyayî re dibêje: Gîyayo gîyayo! Çira tu di bin cerikî de hişîn bûyî?

Giya dibêje: Ma çira berxik min dixwe?

Keçik ji berxikê re dibêje: Berxikê berxikê! Çira tu gîyayî dixwî?

Berxik dibêje: Ma çira gurî (gur) min dixwe?

Keçik ji gurîyî re dibêje: Gurîyo gurîyo! Çira tu berxikê dixwî?

Gurî dibêje: Ma çira se (kûçik) direyî min?

Keçik ji seyî re dibêje: Seyo seyo! Çira tu direyî gurîyî?

Se dibêje: Ma çira pîrê nanê genimînî dixwe û yê papînî dide min?

Keçik ji pîrêyê re dibêje: Pîrê pîrê! Çira tu nanê genimînî dixwî û yê papînî didî seyî?

Pîrê dibêje: Ma çira mişk hebanokê min kun dike?

Keçik ji mişkî re dibêje: Mişko mişko! Çira tu hebanokê pîrê kun dikî?

Mişk dibêje: Ma çira kitik (pisîk) min dixwe?

Keçik ji kitikê re dibêje: Kitikê kitikê! Çira tu mişkî dixwî?

Kitik dibêje: Ezê xwim û xwim û serê dûvikê xwe ve jî bikim û xwe di kendalokan de jî bivêjim.

— Qewlika min çû deştê ez û dê û babê xwe çûyin biheştê —

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-4-13
Xwendin: 753
 
  19626 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol