Mirad Gundikî
  Bûkaniya zimanê Botan û rengîniya hemî kurdên wêjevan
 
Prînt bike
Bûkaniya zimanê Botan û rengîniya hemî kurdên wêjevan
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 22/5 2009 — Em yên ko zarokê vê axa qedîm in. Dar, çiya û newalên me jî wêjekar in. Hema tenê bêhnekê kerem bikin em li evîna Cudiyê Miradan û evîndariya Şirnexa rengîn binêrin.

Van rojên biharê li xeyalan de ez dê bo zêrevaniya evîna Cudî û Şirnexê biçim li ser sîngê Şirnexê, li mala mamê xwe bibim mêvan.

Vêca bêdeng bin! Em dê çavdêriyê li wan bikin û guhdariya helbesta evîna wan bikin.

(Cudî û Gabar du çiyayên Şirnexê ne û tav heroj ji pişt Cudiyî derdikeve û di pişt Gabarî de diçe ava.)

Dinya çîksahî ye. Ez li Cudiyî dinêrim tejî ser rûyê wî qermîçok çêbûne. Ew qermîçokên ko jê re dibêjin newal; ka Xwedê dizane bi kîjan xeman evqes kûr bûne. Lê ez xefekê bidim we! Ji ber evîna Şirnexê ye. Min bi xwe çend caran dîtiye, di zivistanan de ji ber ko Şirnexê xwe bi berfa spî nixamtiye û Cudiyî gotiye qey Şirnexê çarika bûkaniyê li xwe kiriye. Wî çiyayî guregur ji xwe aniye û hêsir di wan qurmîçokan de herikandiye.

Ji xwe hingê pora serê wî / perên dara wî yêk bi yêk didaweşe. Ew jî kifinê xwe li xwe dike. Ew heroj ji pêta dilê xwe gilolokeka ji agirî çêdike û asîmanan ve dihilawêse da ko destgirtiya xwe bibîne. Her êvar Gabar dilê xwe bi birayê xwe Cudiyî ve dihêle û hima dest diavêje wê tavê û wê pêtê didawêre.

Her demsal holê dibore. Dema ko Cudî pê dihese ko Şirnexê ne serçavika bûkîniyê, lê nivîn bi xwe de kiriye; ji kêfa pora serê wî yên kesk geş dibin û ji nû ve xwe dixemilîne. Heroj helbest û stranên evînê ji dilê wî difûre.

Gelo çiyayên me holê wêjekarên hêja bin miletê me çawa ye? Ez dubare xefekê ji we re bêjim! Hemî kes wêjekar in. Ji ber ko her kes heroj çîrokeka cida dijîn û guhdariya dar û berên/kevirên wêjekar dikin. Lê tenê hindek ji wan li ser rûperan dinivîsin. Hinek jî li ser perê dilê xwe û hinek jî tenê di dinyaya hizran de dihêle. Lê hemî kes her dem reşbelekekê dixemilînin.

Nivîs wekî deryayeka têrpêl e. Xwendevan, yê ko di ber wê pêlê de diçe ye. Vêca dema ko mirovek bikare xwe noqî wê avê bike nemaze bi wan masiyan re bi kurdî biaxive nikare ji tahma wêjeya kurdî bi dûr bikeve.

Erê nexwe hemî kes wêjekar in. Lê ka gelo kîjan kes bi kîjan pênivîsê dinivîse. Pêşiyê min divêt ez bibêjim ko alaya zimanî herî gelek li herêma Botan dihate çikilandin lê ez niho dikarim bibêjim ko diyarbekirî û mêrdîniyan ser ji me botiyan standiye… Divêt em kulîlkên Amudê jî ji bîr nekin. Dîsa jî ez kêfxweş im ko ji hemî herêman kêm an jî zêde nivîskarên zîrek hene.

Em navan nadin û em dê behsa çend pênivîsan bikin.

* Pênivîsa jinê û pênivîsa ko jin pê dinivîse: Wêjeya me ji aliyê pênivîsa jinê ve hinekê kêm maye. Ew jinên ko dinivîsin jî gelekê ji wan wekî zelaman (weke ‘nêr’ ) dinivîsin. Lê ez dibêjim qey kurdî ewqes nexweşî ditiye ko heta ew xwe mecbûrê hişkbûnê dibînin. Ev jî ne sûcê wê/wî ye. Dîsa jî hinek zelam û jinên pênivîsa jinê direqisînin hene.

* Pênivîsa ciwanîyê û pênivîsa ko ciwan pê dinivîse: Axx kanîî. Ez jî xwe wekî ciwan dibînim (21 salî) lê belê ew ciwanên ko min ji wan xwendin û nivîsandina bi kurdî pirsiye; hima bêje ji bilî hinekê awarte hemî kes an pirtûkên siyasî dixwînin an jî pirtûkên ko kurdan bi kurdî nivîsîne wergera wan ya bi tirkî dixwînin. Sed mixabin bi hêza ciwaniyê jî hêj ciwan ne xwendevanên baş in. Lê çavên min li hindek nivîskarên ko ciwan in bel e.

* Pênivîsa kurdî û pênivîsa ko kurd pê dinivîsin: Kurdî gelekê nivîsiye lê gelekê ji wan ne bi kurdî dinivîsin. Lê bihara nivîsa bi kurdî ye ya Alleh kurdo! Binivîse heta çavên hesûdan têt der.

* Pênivîsa zarokî û pênivîsa ko zarok pê dinivîsin: Ji bilî çend zarokên ji başûr (yeka helbestvan gelekê baş dinivîse) hema bêje nivîskarên zarok nînin. Lê belê bo xweseriya zarokan weşanxane jî hat ava kirin û ez bawer im pênivîsa zarokan dê bi ser keve. (Ez jî pirtûka leyistoka zarokên kurdî amade dikim.)

* Pênivîsa kevnare û penivîsa yê ko pîr/extiyar pê dinivîsin: Wekî dibêjin: “Mirov pîr dibe lê dil pîr nabe”; pênivîsa extiyarên me pîr nebûye. Lê ciwan jî weke yê nîvsere (40-50-salî) dinivîsînin û min ev tişt fêm nekir. Dibêjim qey ji ber ko kesê navêt xwe wekî pîr bibîne kes pîrbûnê nayîne ser eynê xwe.

Bi hêviya qedirzaniya nivîskarî. Ez dixwazim hemî wêjekar bi wêjekariya xwe jî bihese.

Ka hişşş bin. Vê carê surhên Diyarbekirê ya dilorîne. Ka guh bidin dora xwe çi dibêje?

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-5-22
Xwendin: 760
 
  19545 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol