Mirad Gundikî
  Noqbûna di xeyalan de
 
Prînt bike
Noqbûna di xeyalan de
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 23/5 2010 — Em di nava kolaneyeka têrmirov de kotekî bi pêş dikevin. Min destê herdu neviyên xwe girtine. Wek pêlên behrê, pêlên mirovan xwe li me didin. Neviyê min Jenîn ji birêveçûyina me, gelekê dilşa dibû û dikenîya. Dema ko dikenîya didanên wî yên wek livên birincê hûr û spî dixuyan. Didanên wî wek mohriyên tisbehekê, her wekî hati bûn rêz kirin. Dema ko min didanên wî dîtin. Hêdî sebra min li didanên min yên bêladî/sin’î nehat û ciwaniya min hat bîra min.

Ez mêrxasekê çiyayan bûm. Dema ko min xwe tipo diavêt ser hespê xwe yê kihêl, ma hingê kê dikarî bedena min bigirtaya? Bedena min tam repsa xwe girtibû. Bûbûm parçeyekê wan çiyayan. Min her sibeh hespê xwe bi çargaviyê bi ber deriyê konê Zelalê re dibezand. Min hoş dizanî ew li min dinihêre. Ji ber wê min bedena xwe geş dikir. Û min toz li ser meydanê diêxist. Hima li ber wê bezê re min carekê bejnûbala wê ya rihanî bidîtiya, ew dibû xelata wê rojê…

Ez noqê xeyalan bûme…

Naviya min Zelalê destê min vehêjand û got:

— Bapîr! Bapîr! ka te ji me re goti bû ko ez dê ji we re qeşîran biînim û çima te neanî ?

Min ji bêhişiyê ji bîr kiribû. Em li ber qeşîrfiroşekê sekinîn û min ji wan re du qeşîr xwestin. Qeşîrfiroş zilamekê nîvsere bû. Porên wî hinîrî bûn. Zendûbendên wî stûr bûn. Hima ji koma qeşîrên xwe ji du-sê cureyan rewat û danî ser darikê wê û da nevîyokên min.

Haaa ma hon dizanin min ji ber çi navê neviyên xwe kirine Zelal û Jenîn? Zelal navê wê keçika ko min jê re hesp dida çargaviyê ye. Jenîn jî jenîna dilê min yê ji wê re ye.

Zarokan bi şîriniyeka welê qeşîr dixwarin ko min digot hima ez jî dê wan bixwim. Dema Zelalê dît ko ez bi rûkeniyekê li wê dinihêrim. Sed kulîlkên biharî bi hev re li ser rûyê wê bişkivîn. Bi bextê min dikarim ji bo bişiraneka rûyê wê her tiştî bikim.

Xwidêyo! Ew qasê şêrîn bû ko nayê gotin!

Her kes bi lez û bezekê bi derinan ve diçûn. Wek ez jî ber bi şûnbermayên serboriyên xwe ve biçim dilê min kelecan e. Ji xwe ew kesa ko em dê hev bibînin, serkaniya serboriyên min in. Ka Xwedê dizane van salên borîn çi ji spehîtiya wê birine? Ma gelo ew dê “rêyarêve” min nas bike, gelo ew dê pêşiyê stargeha hestên min, qurmîçekên rûyê min bibîne an jî evîna ji wê re ya di çavên min de bibîne … Gelo ew jî zewiciye an no ? di telefonê de dengê wê gelekê xweş dihat. Ma çima piştî ew qas salan dixwaze min bibîne…

Jenînî got:

— Bapîr! Bapîr ! min qeşîra xwe êxist erdê.

— Neqehire babo ez dê di vegerê de ji te re yeka dî jî biînim. Ne tu bigirî haa, tu bûyî zirezelam hêdî ji te re şerme ko tu bigirî…

Min zarokeka biçûk dît ko destmalên kaxez difirot. Min bi dengekê bang kirê:

Keça delal! ka were destmalên te çendê ne ?

Keçika destmalfiroş:

Tûbeka wê lîreyekê ye. Ma tu dixwazî ?

— Erê erê min divê ka tûbekê. Lê keçikê ma lîreyek ji tenê tûbekê re ne gelek e.

— Na bapîr, Miheme di wê kolaneya henê de, difiroşe bi du lîreyan.

— Bila bila keça min, ka yekê bide me û here qewet be ji te re.

Hatakê ve Zelalê jî qeşîra xwe hemî xwaribû. Wê çend dilopin xistibû ser bedena xwe. Min devûlêvên herduyan û bedena Zelalcana xwe paqij kir.

Em dîsa ketin ser rêya xwe.

Jenîn:

— Bapîr tu gelekê hêdîka têyî, destê min berde ez dê hinekê bibezim.

— No babo tu dê bikevî jû paşê tu dê biêşî. Lê heke tu ya min nekî û tu biçî hêdî ez te bi xwe re naînim û ez û Zelal dê bi tenê biên.

— Bila bapîr, ka lê binêre çi qasê ez camêr im…

— Erê şatiro erê…

Li ber dîwarekê du evîndaran zîq fedikirin (dinihêrîn) nava çavên hevdu.

Hey gidî salên xerab! Mala minê!

Dema ko min reş di navçavên Zelalê dinêrî wekî ez xwe li ber pêlên behrekê bigirim, direcifîm û tezînekin di laşê min de diçûn. Çavên wê wek nexşeyeka diyayê bû bi hemî hûrgilî û xefên xwe ez digirtim û dikirim pepûkek. Tenê roja em ji hev cida bibin min cohteka hêstiran ser wê nexşeyê dît. Wek di nava rûperekê spî de pinîyeka reş hatibe danîn beloq kir. Min ew dîtûdît min zanî xebereka neya xêrê heye. Min jê re gotibû dilopek hêsra ji çavên te bo kuştina min jehr e. Vê bizane û min nekuje. Lê çima ew cotên hêstiran hebûn? Bi rastî jî ew roj bûbû roja mirina min. Hima wê rojê ti tişt negot, çû û va ye bû çil sal ko me hev nedîtiye. Çima? Gelo Çima ?

Boyaxçîyek:

— Bapîr ! Ez pêlava te boyax bikim. Ez gelekê spehî boyax dikim.

— No kuriko no, em lezgîn in. Qewet be ji te re.

Min li pêlava xwe nêrî, min li malê boyax kiribû lê hinekê tozgirtî bû. Divê Zelal van pêlavan holê nebîne ko bibêje qey min dest ji xwe berdaye.

— Ho kuriko!

— Bapîr ma tu bangî min dikî ?

— Belê, belê, ka ji kerema xwe were ez jovan (poşman) bûm. Lê divêt tu hima “bayêbîstê” boyax bikî haaa

— Tu xemê nexwe bapîr. Li vê taxê yê ko bikare ji min spehîtir û siviktir boyaxê bike nîne.

Kurikî bi hostayî, boyax dikir.

Gelo Zelalê ti caran soravok û spîyavok bi rûyê xwe ve daye? No no ez bawer nakim ko wê ti dermanok bi rûyê xwe ve dayibe. Ji xwe rûyê wê gelekê spehî bû. Hinarokên rûyê wê ji xwe sor bû, rûyê wê ji xwe spî bû. Wek dibêjin “gerdena wê ewqasê spî bû ko meyîj bixwariya dê bi gewriya wê re bixwiha ya”.

Piştî boyaxkirina pêlavê min pereyê boyaxçîyî dayê û em dîsa ketin ser rêya xwe.

Gelo dera ko Zelalê ji min re gotibû ko were ev der bû. Gotibû Xana Hesen Paşayî, ka lê binêrim ev der bû. Min da ji deriyî ve.

Vê xanê jî wek min serê xwe li pêşberê jiyanê netewandi bû. Min li derdora xwe nêrî. Gelo ez li yeka çawa dinihêrim. Ya ko min nas dikir bîst salî bû lê niho ez li yaka şêst salî dinihêrim. Gelo libasên çawan li xwe dike.

Berdestiyê çayxaneyê got:

— Bapîr ka kerem bike û were li nik me cihên vala hene.

— No bapîrheyran em hatine ko kesekê bibînin.

— Ma ew kesa ko tu dipirsî jinikeka pîr e.

— Belê kurê min ka ew li kû ye.

— Ew niho ji hir çû lê kaxezek ji te re hêlişt, ka bisekine ez dê ji te re biînim.

Dilê min di destên min de li hêviya kaxezê me. Ciwanî kaxezeka qermiçî anî.

Xuya bû ko li ser lezê hati bû nivîsandin.

“ Miradê delal!

Wê roja ko me cara dawiyê hev dît. Babê min biryar da bû ko min wek serhevo bide zilamekî û keça wî bike pêguhorka(berdêla) min. Ji ber ko min nexwest tu jî xwe li belayekê bidî min ji te re negot.

Ez hatim zewicandin. Kurekê min çê bû. Me gelekê jiyaneka zehmet dît. Ez û kurê xwe em revîn û hatin vî bajarî. Ew li vê çayxaneyê dixebitî û ez ti caran ji malê dernediketim.

Carinan min ji dûr ve li te temaşe dikir. Min xwe nedigirt û dihatim derdora mala we.

Xwedê bihêle zevîyokên te gelekê şirîn in

Pêr hinek jî yên ji malmêra min hati bûn û wan devlixwînan kurê min yê ko sebra min ya jiyanê bû û hevjîna wî kuştin . Li her deran li min digerin ko dê min jî bikujin.

Nevîyekê min heye navê wî Hebûn e. Min daniye li nik xwediyê çayxaneyê. Bi xatira rojên me yên borîn te hay ji wî hebe û li wî xweyitiyê bike.

Min jî û neviyê min jî ji bilî te ti kesê me nîne.

Zelal… “

Min xwest ko ez Hebûnî bibînim… çayfiroşî zarokekê şêrîn anî. Min got hon her sisê destê hev re bigirin û em biçin. Piştî xatirxwestina ji çayfiroşî em ketin li ser rêyê.

Ji nişkan ve bi dengê teqîniyekê em hemî li cihê xwe ciniqîn.

Paşê dubare

Teq! Teq! Teq!

Bû qêr û qitêl min bû heşra mirovan hima min xwe li ber dîwarekê ji neviyên xwe û Hebûnî re kir sîper. Her kes bi bezê borîn û min hind dît ko termê jinikeka pîr li ser destan diçe, pora wê daheligî bû. Porên wê hinedayî bûn… Paşê ji min re gotin ko ew Zelal bû …

Têbinî: Ev çîrok di hejmara 9ê ya kovara "Çirûskê" de jî belav bûye...( sal: 3, hejmar: 9 gulan, pûşper, tîrmeh tebax)

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ – newa@nefel.com
Weşandin: 2010-5-23
Xwendin: 417
 
 
  19465 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol