Mirad Gundikî
  Wax canê mino
 
Prînt bike
Wax canê mino
» Ahmet Altan
STENBOL, 11/1 2010 — Gazindeka bi kelogirîtiyê ye, ya dom dike. Dibêjin ko li ser rojnamegeran bandoreka dijwar heye, hinek jî ji karîderêxistina xwe ditisin, “derbeya sivîl dê bê”, “desthilata yek partîyî” dê ava bibe.

Hima ez holê li wan kesên ko van tiştan dibêjin temaşa dikim.

Ez ji wan re gelekê diqehirim.

Wax û wax, çi qasê di jîyaneka zehmet de ne, xwelîserên min.

Em ferq nakin lê miheqeq heroj evên he diçine mehkemeyan, miheqeq li derheqê her yekê bîst-sih doz hatine girêdan, hin rojan mehkemenin tenê ji mehkemekirina xebatkarên rojnameyên wan re dişixwilin, miheqeq ew dibine mehkûm, miheqeq bi daxwaza girtinê ew sewqê mehkemeyan dibin.

Miheqeq li wan rojnameyên ko ew tê de dişixulin îlan nayên dayin, krediyên rojnemeyên wan têne betalkirin.

Ew kes in wan nûçeyên ko li ti deran nîn in belav dikin, ew manşetên ew qasê hişk ko li ti rojnameyan neyên belav kirin di rojnameya wan de hene, miheqeq sernivîsên li derheqê serokwezîrî yên ew qasê hişk ko heta niho nehatiye dîtin di rojnameyên wan de tên dîtin.

Miheqeq holê ye.

Piştî ko ew qesê ji hev re digirîn,piştî xemgirtina wan û xwe wek binbandor his kirina wan, qey tişteka holê çê bûye.

Heyf e ji wan re.

Dilê mirovî ji wan re dişewite.

Lê ez ne yê ko bi cesareta wan pesnê xwe nede me jî.

Ji “derbeyên leşkerî”, ji cuntayên di nava artêşê, wan zarokên ko laşê wan li asîmanan bên pijiqandin, wan cebilxaneyên ko ji binê erdê hatiye derxistin, qet natirsin.

Ev tiştên he di dilê wan yê “qehreman” de dudilîyeka biçûk jî çênake

Serleşkerên ko ji kuştina Hirant Dînkî re dibêjin “operasyon” , têkilîyên bikûjên Dinkî yên digel dewletê, têkilîya êrîşkarê “Danıştayê” û bersûcên Ergenekonê, heta zarok jî biên teqîpkirin, mirovên ko jîtemê kuştine û binax kirine qet wesweseyekê jî di dilê wan de çê nake.

Welê wek qeraseyekê, wek stûnekê disekinin.

Bi wê qasê mêrxwazin ko ti pîşeyê li hin tiştan nake, ew tiştên ko wek dilê me di destên me de em lê dinêrin.

Ji van mêrxazan re nizanim derbe, cunta, sûîqest, andiç bayeka li ber guliya wan ketiye.

Ya mêrxwaziyê be gelekê mêrxwaz in, heke wêrekî jî be gelekê wêrek in. Lê ji “serokwezîrî” û partiya wî ditirsin.

Dibêjin ko serokwezîr dê “darbeyeka sivîlî” bike.

Ew mêrxwazên ko ji derbeya “leşkerî” netirse, ji “derbeya sivîlî” zeravê wan diqete.

Miheqeq tişta ko jê re dibêjin “ dudilî” ew e, ji aliyekê ve ji cesûrî ji aliyê dî ve ji tirsan, direcifin.
Ji aliyekê ve jî demokrat in haa, heke demokratî hebe dê qey bi wê qasê hebe.

Dibêjin ko hem dijê derbeya leşkerî hem jî dijê derbeya sivîlî ne.

Erê me “derbeye leşkerî” fêm kir lê ka gelo ev derbeya sivîlî dê çawa çê be?

Haa hon dibêjin qey ji derketina îqtîdarê ya Denîz Baykalî ditirsin ko wî digot “ ez parêzerê ergenekonê me” û dikot bila odeyên kozmîk ji hakimî re neyê vekirin.

Nooo ji wê natirsin.

Ya ko wan ditirsîne ne sekinandina “lêpirsîna Ergenekonê” an jî heyina “tixûbê” kontgerîllayan ko di wan odeyan de wek destliserkirî hêliştin e.

Ew ji Erdoganê ko dengên wî ji sedê 47-ê ketiye 32-yê ditirsin.

Gelo ew tişta ko vê tirsê di dilê wan de çê dike çi ye?

Gelo ew tişt, ihtimala vegerana leşkeran ya qişleyan e?

Bawer bike ew kesin ne ji Erdoganî lê ji jêderketine leşkeran ya ji nava siyasetê ditirsine. Lê ji ber ko navê “demokratiyê” li ser wê heye nikarin welê bibêjin û dibêjin, em ji “derbeya sivîlî” ditirsin.

Ha, weke dî jî ji pergala/sîstema “yekpartîtiyê” ditirsin, ne xwe niho li ser dinyayê bêyî piştgiriya artêşê rejîmeka “yekpartîtiyê” heye ne welê ye, min ti mînakê wê ne dîtiye lê dema ko artêş dest ji siyasetê biberde, ma ne ew partiya ko bi hilbijartina hatiye dibe ”dîktatorek” he!

Qanûna esasî ya 12-ê îlonê wan natirsîne, lê ji guherandina wê ditirsin.

Kuştina kurdan, di kolanan de li kurdan bê reşandin, binpêkirina wan, dijîderketina wan ya ji newekheviya kurd û tirkî wan natirsîne lê gotina “ka em vê biguherînin” wan ditirsîne.

Ka lê binêrin ji hinga ev cumhuriyet çê bûyî heta niho bi rejîma “yekpartîtiyê” tê birêvebirin, vî welatî bi çavên xwe yek tenê jî kanûna esasî nedîtiye ko sivîlan çê kirine. Ev nîzameka leşkerî ye ko leşker ji polîtîkaya derveyî hata perwerdeyê jî xwe tev lê dike. Tişteka welê ye ko di nava dewletê de cete û cunta hespê xwe dibezîne.

Gelo hon ji wan netirsiyayin û niho dibe ko ev tiştên he bên guhertin lew hon ji “yekpartîtiyê” ditirsin?

Ji yên ko nîzama kevin dixwazin re heyina AKP-ê çi qas hênceteka xweş e, ma ne ?

Hon ditirsin ko dê bibêjin”ji ber ko hewe ji AKP-ê re nivîsiye” dê hewe bêkar bihêlim, qet netirsin, ve ji hewe re ji aliyê min ve serbestîtî, heke kesek hebe ko ji ber nivîsandina ji AKP-ê re nehêlin ko hon binivîsin, werin em dê quncikên vê rojnameyê ji hewe re vebikin.

Em dê bi hev re binivîsin û bi hev re biçin mehkemeyan jî.

Hon dê bi çavên xwe bibînin ko bêperetî, mehkeme kirin û şer kirin ne tişteka ko mirov jê bitirse ye û hon dê hindiktir bigirîn

Serkanî: Taraf, 9/1 2010, Ahmet Altan (Kumsaati)

Wergera ji tirkiyê: Mirad Gundikî

-----------------------------------
Nivîskar: AHMET ALTAN
Weşandin: 2010-1-11
Xwendin: 340
 
  19545 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol