Mirad Gundikî
  [çîrok] Nêçîrvanek û serdebûna rojê
 
Prînt bike
[çîrok] Nêçîrvanek û serdebûna rojê
DIYARBEKIR, 6/12 2008 — Carekê ji caran di gundekê kurdan de nêçîrvanek hebû. Rojekê ji rojan, Xwedê zarokek da wî û jina wî ya hêja. Lê mixabin jin li ber zarokbûnê çû ber kesera mirinê. Mêr bi kotekî serde çend gotinên wê yên paşiyê bû. Wê ji mêrê xwe re got: “Ez dê bimirim lê belê min parçeyek ji laşê me herduyan, cotek zarok ji te re hêla, wan ji hemî beleyan biparêze”.

Belê, zarokên wan cêwik bûn. Nêçîrvanê hêja navê zarokekî kir Bager û yê yekî jî kir Avdel. heyvek dido borîn. Axayek dagirker bi ser gundê wan de girt. Çi zordarî hebe li wan dikir.

Babî hew xwe girt. Ji ber zilma axayî û ji bo ko wesiyeta jina xwe pêk bîne, zarokên xwe revand û çû nik kalkê li serê sêryanekê. Kalkî derek nîşanî wî da. Babî zarok bir û kir şikefta ko kalkî behsê kirî. Ji wê rojê û pê ve zarokên xwe di şikefta di teraşên çiyayan de xwedî kir.

Hîj biçûk zarok fêrî nêçîrê kir. Her şev diçûn nêçîrê û her roj weke teyrikên şevê deriyê şikeftê baş digirtin û radizan. Roj û şev tenê bi kunikeka deriyî ji hev vavêr dikirin. Bi wî awayî sal borîn, zarok mezin bûn û bab pîr bû.

Heta wî emrî zarokan tav û roj nedîtibûn. Babî ji van re digot:

— Ew kunika derî heta ko ronahiyê dide hîç deriyê şikeftê venekin.

Babî dixwest ko rojê tikes zarokên vî nebîne û axa pê ne hese. Wan tenê çirayek hebû. Babî her mide xwe ji zarokan vedidizî û diçû nêva gundî. Donê çirayê, agir, xwê û ar dianî.

Rojekê ji rojan babî got ew dê xwe bike qurbana zarokên xwe û çû û axa kuş. Lê sedmixabin ew jî hate kuştin.

Bager û Avdel tenê di şkeftê de man.

Bager: — Ka berê xwe bide kunika deriyî çima ronahiyê hîç nade. Em biçin û li babê xwe bigerîn. Çêdibe heywanekê tiştek lê kiribe.

Avdel: — Kuro babê me dê bêt. Ka were û feke vê çirayê çend ronahiyeka spehî dide, hebe-nebe ev Xweda ye ez ji vê cida nabim. Tu bixwazî here.

Piştî vê axaftinê herdu bira li hev ketin û ji hev xeyidîn. Bager ji şikeftê çû û fekirî ko ronahiyeka melûl ji dûr ve dixweyî. Çû û dît ko kalek li rexa agirî sekinî ye. Kalî got:

— Ez kalê serê sêryenê me tu kî yî û tê bi kû ve çî?

Bagerî çîroka xwe jê re got. Ji xwe hat bîra kalo jî û got:

— Babê te axa kuşt. here êdî li gund kêf û seyran e. Bager çû gund. Wek pehlewanekê hat dîtin gotin ev kurê wî babî ye.

Hon dibêjinn Avdelî çi kir? Ew reben dema ko çira temirî got Xweda mir. Bi qehrê û birçîtahiyê mir.

Bagerî rojekê got ez dê biçime şikefta babî. Çû û çi bibîne? Di rexa çirayê de termê brayê wî yê şiftî bûyî.

Kalkê li serê sêryanê dît ko Bager yê termê birayê xwe bi şîn û girî tîne. Kalo got:

— Çima kurdino çima?

— Avdelo! Her malekê ji kêmahî ve çirayek tê de ye. Donê çirayê jî mirov dadigire. Agirê wê jî mirov pê têxe. Ma her çirayek ne ji bo serdebûna rojê ye? Te pê çiraya ko te çêkirî birayê xwe berda.

— Bagero! Ma pê hizrên cida bira ji birayî dixeyide.

Heta hon holî ne bi hev re bin serdebûna rojê ji we re xewn e.

Te xwelî li serê me kirî çima û çima?

***

Têbînî: Ev kurteçîroka min ya yekê ye. Heger hon pêşniyar û rexneyên xwe ji min re rêkin dê kêfxweş bibim.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2008-12-6
Xwendin: 475
 
  19658 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol