Mirad Gundikî
  Rojeka ronî an jî jiyaneka tarî
 
Prînt bike
Rojeka ronî an jî jiyaneka tarî
» Mirad Gundikî
[DIYARBEKIR, 29/11 2008]

Ez gulberfîn im
kulîlka zivistanê
ya li bin berf û baranê.

Jiyana min tim li zivistanê ye,
dema zorî û zehmetê ye,
sarî û xeterê ye.

Ez li ser axa xwe ji dayîk bûme,
lê li bin berfa xelkê.
min digot...
ez kulîlka serbilind im.

Zaroka ronahî û rojê,
zaroka dar û daristanan,
hevala sosin û beybûnan,
evîna şalûr û bilbilan...

Lê...
spîbûna berfê ez xapandim.
bi ditina wê ya bêguneh,
bi rewşa wê...
ez xapiyam.

Di bin spîbûn û ronahiya wê de
tarîbûn û sermahiya wê, min nedît
min fêm nekir...

Daxwaza wê ne ew e em li kêleka hev bin
û bibîn rewşa jiyanê.
min ne dizanî...

Wê divê li ser min bilind bibe û li ser min bijî.
paşê..
lê gelekê paşê...
hinek hevalan pişta min berdan û got:

— Em lihêfa berfê ne,
dîtina rojê xewn e,
êdî bilbil jî gûlê re nalorîne.
rengên me yên balkêş dê li bin pêyan biperçiqe.
em wiha hatîne û emê wiha biçîne.

...

Lê min guhdariya wan nekir.
min rojeka ronî ji jiyaneka tarî xweştir dît.
û roja dawîyê,
berfa li ser min ya stûr û sar
min bi kela dilê xwe heland.
ji wê rojê û pêve,
çîroka min bû rêber.

Emrê xwe sax gulberfîn, ji ber wê rojê dijîn...

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2008-11-29
Xwendin: 532
 
  19573 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol