Mirad Gundikî
  Nivîsandin û ferqa di nêvbera “kelex”, “kelaş” û “qerqode-yî” de
 
Prînt bike
Nivîsandin û ferqa di nêvbera “kelex”, “kelaş” û “qerqode-yî” de
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 16/10 2009 — Dema ko mirov nexwaze guhdariya ti kesê bike, dinyayê hemîyê wek behreka bêdawî bibîne û ti giravên ko lê bikaribe bisekine û bêhna xwe weke nebîne, nekare li binê siha darekê rûne û xwe bispêre saxlemîya wê… Hingê dê hevalek yê gelek saxlem li dorê xwe bibîne, dê kitaban bibîne…

Dema ko mirov bixwaze tiştinan bibêje, kela dilê xwe biherikîne li ser kaxezan, bixwaze hinek yên guhdar li dora wan hebe hingê dê dostekê guhdar, dê defteran li dora xwe bibîne…

Heger ko herdu dostên te yên saxlem bûn pirtûk û sernivîs, hingê tu mecbûrê nivîsandinê yî kerem bike û binivîse…

Lê carinan mirov azad e, gelek tiştên xweş li dora wî hene lê ew nivîsandin û xwendinê wek erkeka li ser xwe bihesibîne xwe mecbûrê nivîsandinê dibînê û wek “rikka hêsinî” li dorê xwe çêke û bibêje, ma em nekin kî dê bêt ji me re bike? Ko tu di wî halî de bî, hingê jî kerem bike û binivîse.

Heger tu bibêjî dinya çawa be bila wisa be ji xwe jîyan dom dike, hingê tu bixwazî tiştekî ji vê dinyayê fêm bikî û paşê “destên xwe jê bişû” hingê qet nesekine û bixwîne…

Ko tu bibêjî ev çi mirovek e ko “berredayî” diaxêve. Hingê piştî vê hevokê dest ji xwendinê berde û xwe li ber pêlên jiyanê berde.

Pêşiyê min digot erê kurd gelekê naxwînin lê ya kêm “ nivîskar ji nivîskaran re dinivîsin” û hir re wê re hinek dî xwendevan jî hene û dixwînin. Duhî, pêr min bi nivîskarekê navdar re axaft, wî pirtûkeka çîrokan ya gelek û gelek xweş nivîsî bû. Ji min re got “li Diyarbekirê ji bo daxuyanîyekê 149 nivîskaran îmze kirine, lê çawa dibe ko bi heyîna ev qas nivîskaran jî, tenê 50 pirtûkên min hatibin firotin” Min bi halekê matmayî lê nêrî. Ji wê pirtûkê min yek ji xwe re û dido jî ji hezkiriyên xwe re kiribû. Ma çima tenê 47 pirtûk dî….

Ne xwe çi problema me heye ko kurd kurdî naxwînin an jî qet naxwînin? Ez nizanim. Tiştinên hê jî ecêptir hene, bo nimûne nivîskarek yê me bi romannivîsîya xwe ya bi kurdî nav daye lê pirtûkên wî yên ko hatine firotin ya kêm % 80 wergera wan ya bi zimanê tirkî ye.

Hêdî pêlên qirêjê xwe li xwendinê û pirtûkan jî daye. Dema ko yek dibêje filan derdor ji filan weşanxaneyê lê bêhvan derdor ji bêhvan weşanxaneyê dixwînin. An jî nizanim filan sazî ji filankesê dixwînin. Min wek serniqotî li erdê biçînim xweştir e.

Divê em “sê berikên (kevirên) van giftogoyan biavêjin” û em naxwazin tiştên wisa yên “dil êşîyê” hebe. “Bi gulekê bihar nayê û kesek gulek be divêt bizane bi wan yê dî ew dikarin biharê biîne. Ma ne “em bi hev re spehî ne” Lê ya xweş ew e ko prosesa ber bi xêrê ve ye…..

Em bela xwe ji her “serêşîyan” vekin û kerem bikin, em bi zimanê xwe çend tiştên xweş bibêjin. Nexşek ya qet li ti zimanên ko ez pê hesiyame ne heyî li zimanê me heye. Hinek hûrgilîyên wisa hene ko mirov bi wan gotinên xweş ji ser hemdê xwe diçe, sexweş dibe, ew gotinên pervedayî dilê mirovî jî bi xwe re difirîne û digihîne perên asîmanan. Ne hewce ye ko ez mînakan jî bidim, ji ber ko mirov nikare bêyî kurdîya şêrîn bi kurdî biaxêve.

Van rojan wergêrekê filmên belgeyî yên heywanan ji ingilîzî bo kurdî werdigerand. Min jê re got biraheyran! Heywana ko pilingî li erdê da hingê dibe “kelex” dema ko pilingî peritand dibe “kelaş” û dema ko tenê hestîyê wî man dibe “qerqode”. Vêca biracan zimanê me ew qesê pervedayî ye ko mirov her ko jê dizane, jê hez jî dike. Ji ber ko mirov çiqasê ji tiştekê bizane dikare ewqesê hez jê bike. Nivîs barekê giran e lê dikare rengê heyînê be jî….

Bi slavên min yên ji dil û ji kakilê dilî.

Têbînî: Ev nivîs min bo bersiva hinek kesên ko dixwazin binivîsin, nivîsîye. Her çiqasê ez ne “nivîskar” bim jî, gelekê caran bi maîlan pirsên di heqê vê mijarê de ji min tên pirs kirin.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-10-16
Xwendin: 1343
 
  19562 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol