Mirad Gundikî
  Mamikên Gundikê Melî û kurdiya kolaneyên
 
Prînt bike
Mamikên Gundikê Melî û kurdiya kolaneyên Diyarbekirê
DIYARBEKIR 15/12 20008 — Ez betirapêr siharê rabûm û piştî xwarina taştê min dest avêt sernûska xwe. Min bi tîpên gir nivîseka ko Kamiran Alî Bedir-Xanî nivîsîbû »Hêlîna heyîna min di bin mîjangên te de ne...« xwend û aveka ko ji hemî reng û bêhnan di ser dilê min de çû. Hemî gul û darên biharê di dilê min de şîn bûn.

Ez bi vê keyfê ketim kolaneyên Diyarbekirê û min bi kurdî slav da hemî kesê: şifêr, yankesîcî, berber, dikandar, xebatkar... Min kes vavêr nekir. Lê belê ji ber rewşa neaxaftina bi kurdî ya hinek ji kurdên me gulên di dilê min de bûn gelgele.

Ji bo ko şirîniya zimanê me li ber çavên we raxim ez dê hinek mamikên ko min ji Gundikê Melî berhev kirine binivîsînim. Ji bilî mamikan min hinek tiştên dî jî kom kirine û paşê ez dê wan bigihînim ber destê we xwendevanên delal.

a) 100 mamik
b) 300 îdyom
c) 300 gotinên pêşîyan
d) 50 dia
e) 50 bêdia
f) 20 pesnên jin û mêran
g) 20 dijûn

Çend mamik ji Gundikê Melî

1. Mamkê minê mamanî
Qesra spî bê derî. Çî ye?

2. Mamkê minê mamanî
Rojê bûk e şevê pepûk e. Çî ye?

3. Mamkê minê mamanî
Pirtika karê li ser guhê darê. Çî ye?

4. Mamkê minê mamanî
Sindirûka li ser sindirûkê mifte ya li destê bûkê. Çî ye?

5. Mamkê minê mamanî
Sergelgele bingelgele çavzîq û simbêlbel e. Çî ye?

5. Mamkê minê mamanî
Hilindo milindo kurek ji babê bilindo. Çî ye?

6. Mamkê minê mamanî
Tişta tiştanî di nêv mîzera siltanî ji bilî Xwedê kes nizanî. Çî ye?

7. Mamkê minê mamanî
Ji hire heta Mûsil hemî morîyên sinsil. Çî ye?

8. Mamkê minê mamanî
Ji hire heta Bexda kulav rada. Çî ye?

9. Mamkê minê mamanî
Serhilû ye ne mar e, grêkodel e ne dar e, giya dixwe ne dewar e. Çî ye?

10. Mamkê minê mamanî
Şil bike, rep bike, tê re bike. Çî ye?

11. Mamkê minê mamanî
Vî milî teht e wî milî teht e nêvê de şil û şeht e. Çî ye?

12. Mamkê minê mamanî
Mezela şuştî û miştî du feqên çavreş tê de rûniştî. Çî ye?

13. Mamkê minê mamanî
Tu girê didî diçe, tu berdidî disekine. Çî ye?

14. Mamkê minê mamanî
Reş e reş e wek qîr, kutilka çêdike wek mala mîr. Çî ye?

15. Mamkê minê mamanî
Reş e reş e wek qîr difire wek tîr. Çî ye?

16. Mamkê minê mamanî
Zerik goştînî, girar qîrînî, hesko darînî. Çî ye?

17. Mamkê minê mamanî
Bazina xezalê gêr bû newalê. Çî ye?

18. Mamkê minê mamanî
Ez ji tehtê de diavêjim naşikê ez diavêjim kulekukê de dişikê. Çî ye?

19. Mamkê minê mamanî
Keçika dukezî serbanan ve bezî. Çî ye?

20. Mamkê minê mamanî
Yekê got ayy! milê mino. yekê got: ayy! pişta mino. yekê got xwezka min û canê mino. Çî ye?

21. Mamkê minê mamanî
Ji şikêrê ye ji têrê ye ji rêrê ye. Çî ye?

22. Mamkê minê mamanî
Komkirî barê gakê vekirî weke çîyakê. Çî ye?

23. Mamkê minê mamanî,
Mamê bi lingikê diçe şerê gundikê. Çî ye?

24. Mamkê minê mamanî,
Ser text e, bin text e, di nêvê de pîrek bê bext e. Çî ye?

25 Mamkê minê mamanî
Ker zirî kuşpil firî. Çî ye?

26. Mamkê minê mamanî
Hespê boz kir toz. Çî ye?

27. Mamkê minê mamanî
Çil çîk in, çil berçîk in çil ode ne çil kilîle ne. Çî ye?

28. Mamkê minê mamanî
Sînîya savarê ya li ser guhê darê. Çî ye?

29. Mamkê minê mamanî
Şikefta tarî tejî tê de mirarî. Çî ye?

30. Mamkê minê mamanî
Ez çûm şikeftekê min darek rast nedît ez bigirim bi destê xwe. Çî ye?

31. Mamkê minê mamanî
Çêlekoka zerik ji xwe re di gere. Çî ye?

32. Mamkê minê mamanî
Sermişar e, pêxepar e, heçî nezane dewar e. Çî ye?

***

Bersivên mamikan

1. HÊK
2. NIVÎN
3. KON
4. GÊRUSE
5. RÊVAS
6. JINA HEMLE
7. BARAN
8. BERF
9. KUSÎ/ŞKÊVLATUK
10. TA Û DERZÎ
11. HEVÎR
12. GOZ
13. PÊLAV/SOL
14. KÊZA GÛ
15. KÊÇ
16. KIL Û KILDANK
17. MAR
18. KEWZAN/KIZWAN
19. BANGUR
20. DÎWAR, GIRŞ Û BANGUR
21. GÊRUSE
22. KON
23. MÎRKUT/MÊKUT
24. KUSÎ/ŞKÊVLATOK
25. TIVINK/TIFEK
26. AŞ
27. PÎVAZ
28. HINAR
29. DEV Û DIDAN
30. ŞAXÊ BIZINAN
31. KULIND/KUNDIR
32. DÎK/DÎKIL
 
  19583 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol