Mirad Gundikî
  Şivanê karik û berxikan: bêçîvan
 
Prînt bike
Şivanê karik û berxikan: bêçîvan
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 28/10 2009 — Wek mîrê me botîyan, Mîr Celadet Alî Bedirxanî jî behs kiribû. Kesek bixawaze kurdîyeka sererast bizane, divêt çend şevan li serê çîyayekî bibe mêvanê şivanekê botî. Ko hon jî bixwazin em jî biçin rojekê bibin mêvanê bêçîvanekê (şivanê karik û berxikan) û li çîroka wî ya rojekê çavdêrîyan bikin. Em dê bibînin ka ferhenga wan çende berfireh e.

Tavê serê xwe li bin tîka asîmanan re rakir. Ronahîyê dehfek li tarîtîyê da û mexel hat li ser gundî. Bi dengê şireşirê, sûlavê verîsê xwe dirêj kiribû, bi divdivoka baranê keskesorê xwe li ser çemî re avêt. Ew bû pira hestên rengorengo. Bêçîvanekî, tûrikê wî li milê wî li ber bêçîyî ve ho diçû û ho dihat. Ji ber barîna baranê, pûrta kahrikan li laşê wan ve mabû. Qemçika wan nifs bûbû. Ji ber ko di biharê de barana şiloke nedibarî bêçîvanî kepeneyê xwe nebiribû ….

Navê bêçîvanî Sîyabend bû, babê sîyabendî piştî zayîna bizinan hefteyekê an jî didoyan kahrik firşk dikir û dida wî. Wî, ew gidikê biçûk ji kahrikî heta dibe gîsk, kûr, bizaştîr,tiştîr û bizin (an jî nêrî) xwedî dikir û paşê dida babê xwe. Ji xwe babê wî jî şivaniya wan bizin û nêrîyan dikir. Kehrikên Siyabendî gellek bûn wî ji hemî rengan û tixman kahrik hebûn li gor rengan ; kej, çûr, kal, çal, baz, qireş, hinîr, hût, kalsor… Li gor dîtinê ; kûç, şaxkelaz, şaxquç, kirr û guhbel… bûn. Barana biharî gelekê dom nekir û ewran cima’et ferikandin. Gundîyan hemîyan, li dor zevî, cinîn û dehlikên xwe sînç û hok çêkiribûn. Hinek gundîyan hima zibilên xwe hemî diavêtin li ser sêrgo, lê malbata Sîyabendî ziblên heywanên xwe ne diavêtin. Zivisatanan ziblê li govikê û stavlê, havînan jî yê li hefşiyî kom dikirin û dibirin li nava zevîyên xwe. Lê pişkulên bizinên wî bêbereket bû.

Cîranê wan yê gavan, Hemo li ber ciltikê dewarstûr û dewarreşên xwe disekinî. Hinekan nedihşit seplokên wan hişk bibe û bibe zibil dibir û li zevîyên xwe dikir carinan ew seplok hêj rîx jî dibir zevîyan. Ji ber wê jî hemî genimên li zevîya wan ji yên Mala Sîyabendî çêtir bûn. Hemo gelek tuxm genim diçand, li pey hev salekê atêlî, yekê sîyare, yekê sorik, yekê jî ceh çand. Birayê Siyabendî, Xebatî jî darvanî dikir. Rojên ko biçe darên qopik tejjî telîsan dikir û li ser pişta hêstira xwe ya qemer dianî malê. Rojên ko biçe darên şivşive bi şaqolikan barê xwe çêdikir. Heger biçe darên şewatê bendeke çêdikir. Lê hêstira wî ew qesê şehmûs bû ko barê xwe xera dikir û palûv diçû li bin dovikê wî.

Xebatî çi qesê barê hêstirê bişidandiya jî tehba wî beytişe diçû. Wî barê hêstira xwe ew qesê dişidant ko her car heçikê li serê werîsî an jî werîs diqeta. Pane hêstira nehomar e ma çi dê xwe li ber bigire!

***

Bi rojekê min çi li ferhenga xwe zêde kir?

Divdivok û şiloke: Barana ko bi dilopên hûr û hêdî hêdî dibare “divdivok” e. Lê ya ko bi dilopên mezin û gelek dibare şiloke ye.

Rengorengo: reng bi reng

Kepene: Ew kulavê ko şivan wek qapûtekê/şaqoyekê li xwe dike.

Bêçî: Gidik, kehrik, gîsk û berxik.

Şivan, bêçîvan û gavan: şivan, ew kes e yê/ya ko bizin, mih…hwd bibe çêreyî û wan xwedî dike. vêca şivanê bêçîyan “bêçîvan” e û gavan jî ew kes e yê/ya ko “şivaniya” dewaran dike.

Ho çûyin û ho hatin: Di nêvbera du deran de çûyin û hatin e.

Pûrt: Hêj hirî ji heywanî nahatibe birîn navê wê pûrt e.

Qemçik: Dovikê bizinan.

Firşk: Ew deme yê ko piştî zayînê an jî jidayikêbûnê cara pêşiyê şîr li zarokê/î an jî li ferxikê (çêlikê) tê vexwarin.

Kahrik/kehrik: Ferxika (çêlika) bizinan ya hêj nebûyî yek salî ye.

Gidik: ji kahrikê nû zayî re tê gotin, pirtirîn bo kêfa hatina kahrikî bi şirînî tê gotin. Lê dema ko şivan ban bike kehrikan dibêje ‘êê gido gidooo!

Gîsk, tiştîr, kûr, bizaştîr: Bizin, dema ko dizê gidik e, ber bi yek salîyê dibe gîsk , ji yek salîyê hete diduyê ko mê be dibe tiştîr, ko nêr be dibe kûr, karika hêj du salên xwe neqedandî bizê dibe bizaştîr. Paşê navê yê nêr dibe nêrî û ya mê dibe bizin .

Zevî, cinîn û dehlik: Zevî, ew ax e ya ko mirov çandinîyê lê dike. Ko ji parçeyeka zevîyê an jî bi xweser li derekê tiştên wek bacan, xîyar an jî kulindan bê çandin navê wê “cinîn” e. Ger di cinînê de dar jî hatibin çandin dibe “ dehlik”

Sînce û hok: Mirov, bo ko zevî, cinîn an jî dehlika xwe ji heywanan biparêze bi dar û stirîyan li derdora derametî( dera ko çandinî lê hatibe kirin) wek dîwarekê çêdike ji vî dîwarîre dibêjin sînc e. Lê ger ew dîwar bi kuç û beran(keviran) çêkiribe jê re dibêjin hok.

Ciltik, seplok, rîx û zibil: Guyê çêlekê dema ko nûh jê derket navê wê “çiltik” e. Dema ko li erdê ket dibe seplok. Ko ew seplok hatin komkirin seplok terr(şil) be navê wê “rîx” e heger zuha be navê wê “zibil” e.

Sergo: Cihê ko gundî hemî rîx an jî ziblê xwe diavêje wê derê.

Govik, stavl û hefşî: Heger ko avahîyek bi taybetî ji heywanan re hatibe ava kirin navê wê “govik”e lê xanîyekê ko qeta serî ji mirovan re û ya binî ji heywanan re be navê qeta binî ko heywan lê dijîn “stavl” e. Di havînan de ji ber germahîyê heywan ji avahîyan tê derxistin û li dora wan sînce tê çêkirin, navê wê derê jî “hefşî” ye.

Dewarstûr, dewarreş û pez: Ji hêstir, hesp, mehîn, ker, maker …û hwd dibêjin “dewarstûr” ji çêlek, ga, fengenoz …hwd re tê gotin ko “dewarreş”. Ji bizin, nêrî, pezkûvî, mih (mî), beran û hwd re dibêjin “pez”.

Darên qopik, şivşive û yên şewatê: Darên ko biçûk be, singilole (ji her aliyî ve çinaqên wê hebe) be jê re tê gotin “qopik”. Ji darên wek destebiviran re dibêjin darên “şivşive” û pirtirîn nanê sêlê pê tê pehtin. Ji darên ko di zivistanan de dikin di sopeyê de jê re dibêjin “darê şewatê”

Bendeke û şaqolik: Bendeke, dema ko barê dewarstûrika tê çêkirin awayê girêdana barî ya bi werîsî an jî şelîtê ye. Çar darên ko wek tîpa “v”yê cot û cot serekê wan bi şarûfukekê (parçeya ji werîsî) bi hev re tê girêdan (dibe wek tîpa “w-yê”) û paşê li ser pişta dewarstûrî tê danîn. Bi awayê serekê darî bidane li dara “v” ya pêşiyê û aliyê darî yê dî bidane li nêv “v” ya dî. Tê bar kirin.

Şehmûs û nehomar: yê/ya ko ti kes nekare bedana wî/wê bigire “şehmûs e” û yê/ya nehomar fêhlo (bifen) ye û guhdariya ti kesê nake.

Heçik: Li serê werîsî ve darikekê ko bişibe çingalan tê girêda û dema ko dewar bê bar kirin ew werîs li binzika heywên re tê anîn û werîsî diavêjin çingalê.

Têbînî: Ger hon rojekê li serê çiyayekî mêşvanekî an jî kewgirekî (ew kesê ko kewan digire) bibînin û hûnera karê wan ji wan bipirsin. Hon dê bibînin û ji gotinên “mêşger-î” matmayî bibînin ko çawa bi pîsîya mêşên hingivî (moz) li ser “kunmêşê” ve dibin. Kewgir jî dê ji we re “davik vegirtinê” bibêje , hon dê bibînin di hûnera wî de navê kewê nêr yê mê, ya li ser darê û yê li ber davikê û yê/ya bikeve davikê cida û cada ne. Kêfxweşîyeka gelek mezin e ko mirov bikare ji deryaya zimanî kulmekê vexwe ko “ziman ne li kafeyan” e û li derên “navhinga” jiyanê ye. Mîr Celadet gelek biheq e ko ji bo zanîna zimanê sererast re şivanê li serê çiyê dide nîşa me.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-10-28
Xwendin: 864
 
 
  19626 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol