Mirad Gundikî
  Kewgirî
 
Prînt bike
Kewgirî
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR, 4/1 2010 — Teyr dikeve feqê, mişk dikeve xefikê, çûkên biçûk dikeve ‘evdalê, gur dikeve qoçê û kew dikeve dahfikê an jî sûteyê... Ya giring ew e ko ne feq, ne xefik, ne dahfik hwd li xwezayê xwe-bi-xwe nîne. Hemiyan jî mirov vedigire.

Mirov ew jîndar e ko bûye belaya serê dinyayê ... Nêçîrvaniya hemî “ nêçîran “ dike. Heta ko sed mixabin nêçîra herî mezin ya mirovî, mirov e…

Mirov jîndareke ew qasê ‘ecêb e ko ew şêrên kulaf (pençe) dirêj, hirçên didanbefşole, rûviyên xwedanê fen û flûtan, teyrên xwediyê pencên (baskên) ber fireh jî li ber hinerê nêçîrvaniya wan bêtaqet dimîne.

Mirovan ji her nêçîrê re hinerek çê kirine. Hinermendiyeka welê dikin ko “şaxê mirovan tê” (mirov heyirî dimîne).

Nêçîrvaniya her tiştî bêguman xwediyê hinerekê ye lê ez hinerê “kewgirî û mêşgeriyê” gelekê di’ecibînim.

Gelo hon dizanin kew çawa tê girtin? Ez baş nizanim lê, bi qasê ko tê bîra min holê bû ...

Kewgir pêşiyê li binê darekê dahvikê vedigire. Bo vegirtina dahvikê pêşiyê darikan li erdê diçikilîne. Tayekê qahîm bi girêdana bi serê darikên çikilandî ve radiçîne. Wî tayî bi serê wan darikan ve qasê walahiyeka tiliyekê bihêle girê dide. Ji xwe ji wî tayê bi serê wan darikan ve hatiye girêdan re dibêjin “dahvik“.

Bi sûteyan jî kew tên girtin lê ez dê pêşiyê behsa, kewgirtina bi dahfikê bikim.

Ne ji beytişe ( belasebep) dibêjin “kew dijminê qewmê xwe ye”. Ji ber wê jî kewan bi kewan diêxin dahvikê.

Li gor zayend û dîtinê gelek cureyên navên kewan hene “kewê gozel, kewê çîr, kewê sûsik, şahkew, mêkew, marî” (ferheng, Celadet,avesta) kewê ribat û kewa celab.

Mêkewekê di rikekê de (rik: qefesa ko ji darikan tê çê kirin) bi serê darê ve dihilavêsin (didaliqînin). Ew mêkew bi rika li serê darê ve dike qaqebo-qaqebo. Ji wê mêkewê re jî dibêjin kewa celab.

Li rexa wê dahfika li binê darê kewekê nêr didanin. ji wî kewî re jî dibêjin kewê ribat. Pêyekê wî kewê ribat bi tayekê girê didin.

Kewekê nêr yê li wan derdoran qesta dengê kewa celab dike. Lê dema ko nêzîk bû kewê ribat li binê darê bi xurrîniyekê, çîxê wî kewî dixwaze.

Nêrekewê ko hatiye ber bi kewê ribat ve diçe. Çawa nêrekew nêzîk dibe kewê ribat pirtikên xwe gijj dike. Herdu pencên xwe, wek nîv-wekirî dike û li benda şerî dimîne.

Nêrekew bi ber dahfikê re derbas dibe û tam dê xwe biavêje kewê ribat. Kewê ribat pişta xwe dispêre darê û ji nişkan ve sîngekê li nêrekewî dide. Ji ber ko kewê ribat pişta xwe spartiye darê ew bi paş ve naçe lê nêrekewî bi paş ve dahf dide. Ji her cara ko bi dengê “ pirrîniya baskan xwe li hevdu didin” re dibêjin pirijek li hev dan. Bi wan pirijkan nêrekew bi paş ve diçe û piyê wî dikeve dahvikê.

Kew dema ko bifirin her car tiliyên xwe dimiçînin (digirin) lê dema ko piyê xwe ji dahvikê derbiêxe hizir nake ko tiliyên xwe bimiçîne û ji dahfikê derbiêxe. Dahfik jî welê hatiye ‘eyarkirin ko tilîyên kewî wek miçandî dikeve di nava tayên dahfikê de lê tilîvekirî nikare piyê xwe derbiêxe. Kewgir jî tê û nêrekewê “xwelîser” ho bi rehetî digire.

Tişteka gelek û gelek ‘ecêp ew e ko ti kew ji wan nahatine perwerde kirin. Dema ko kewgir wî nêrekewê ko girtiye li şûna kewê ribat ve girê bide. Her di wê rojê de ew jî dê wek “ kewekê ribat” nêrekewekê biêxe dahfikê ... û kîjan mêkewê jî danin li ser darê dê bike qaqebo-qaqebo!

Dibe ko ji ber vê kiryara kewan ji wan re dibêjin: “kew dijminê qewmê xwe ye”. Her dîsa dibêjim qey ji ber ko bi dahfan kew dikeve dahfikê. Ji wê vegirtina bi ta û darikan re dibêjin “dahfik”. Dema ko kesek di meydanekê de bi dengekê bilind xwe bi nav bide (bibêje kerem bikin va ye meydan û va ye ez) jê re dibêjin “ew kes wek kewekê ribat xurrî”.

Sûte, bi du depik û du avda tayan tê çêkirin. Pêşiyê çaleka biçûk tê kolandin, paşê du depikan didanin li ser devê wê çalê. Ew depik wek deriyê malan tê çêkirin ko wedibe û tê girtin. Lê ber bi têdeyiya çalê vedibe. Bi herdu aliyên deriyî ve du tayan girê didin, ew ta bi lihevbadanê welê hatiye ko tê vekişandin. Ew herdu ta wan depikan radigire. Dema ko kew dade li ser wan depikan depikin ber bi jêrê ve vedibe û kew dikeve di çalê de. Paşê ew tayên ko li hev hatibûn badan deriyî digire û kew dimîne di wê çalê de. Da ko mêkew bê jî di rikekê de kewekê ribat didanin û li derdora wî sûteyan çêdikin. Sûteyê jî bi gelgele û axtozikê diveşêrin. Mêkewa “reben” didade li rexa rikê û hin pê dihese ko di binê çalekê de ye…

Mêşgirî jî hinerekê ‘ecêb e. Kewgir jî û mêşger jî, ji hinerê xwe gelek zewqê dixwin. Mêşgir wek derwêşan dikevin li serê çiyan lê kewgir hima li binê kursekê xwe mis dike (mis kirin: awayê rûniştinê yê bêdeng û hêdîka) û li kewan dinêre.

Mêşger li derdora golikokên avên meyav, li pîsiya mêşan digere (ava meyav: ava qet nelive, neqeliqe).

Mêş bi hewa re dirîn, pîsiya xwe diavêjin. Dema ko pîsiya xwe diavêjin serê pîsiyê yê ko pêşiyê ji quna mêşê derdikeve hinekê stûr (qalind) e, her ko derdikeve zirav dibe û serê dî zirav e. Dema ko pîsiya mêşê li ‘erdê ket berê zirav li aliyê ko mêş çûyî ve ye. Mêşgir lê dinêre û ji aliyê zirav dizane ka mêş ber bi kîjan aliyî ve çûyi ye.

Dema ko mêş biçe kuna xwe, xwe welê ‘eyar dike ko raste-rast biçe li kunê ve. Ji bilindahiyê bi periyodîkî nimz dibe û dadide li ser kunê. Mêşgir jî li pîsiyê dinihêre, heke pîsî gelekê pelixî be, pîsî gelek ji bilindahiyê hatiye berdan û kuna mêşê bi dûr e. Heke pîsî ne gelek pelixî be kunmêş nêzîk e.

Mêşgir ji pîsiya mêşê dizane kuna mêşê bi kîjan aliyî ve ye û texmînî çi qasê bi dûr e. Paşê bi wan agahîyan û gelek tiştên ‘ecêptir diçe û kunmêşê dibîne.

Hinek rêbazên wan hene.

Meha kewgiriyê heye. Dema ko çîpkew bibin kew, yanî piştî çilê havînê ye. Kesek di dema kurkîtiyê an jî çîpkewan de kewan bigire wek bêrûmetî tê dîtin. (kurk: ew kew, mirîş an jî çûka ko ji çêkirina çîçokan re li ser hêkan mis dibe)

Her dîsa dawiya havînê dema ko mêşan şana hingivê xwe tejî kir, kunmêş tê vekirin. Ko kesek ji pêşiya demê kunvekirina mêşan kunmêşekê bibîne navekê, îşaretekê lê dike ko dibêje “ev ya min e”. Ti kes kunmêşa ti kesê venake. Di dema kunmêşvekirinê de. Da ko zivistanê mêş nemirin têra wan hingivîyî di kunmêşê de dihêlin û ji wê re dibêjin “îmê zivistanê”.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-1-4
Xwendin: 157
 
  19546 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol