Mirad Gundikî
  Peqik û tûyik û devoka her kesî
 
Prînt bike
Peqik û tûyik û devoka her kesî
» Mirad Gundikî
GUNDIKÊ MELÎ, 19/ 08 2009 — Di nava dolê de patoz wek ejderhayekî dixurî. Bi milhîva ko di destên min de bû wek dêwekî têr bikim hima min didabeland di devê wî de. Bînder gelek mezin bû, ji xwe min digot xelasbûn ji wê re nîne. Mala Xwedê ava be piştî demekê dirêj ko ez di ber de mam, me binbînder ramalişt…

Dara berûnî siha xwe kişand ser min. Bi westayîbûna xwe û xweşiya siha darê hima min di wî cihî de xwe gêr kir erdê. Bayeka honik xwe avêt li berê min ve. Xwe li ser laşê min ve bir û anî. Ez nizanim ji ber ko hesûdiyê ew girt an na, hima rahişt dara berûnî. Wê bayê porgijkî li darê kir. Bi wê xirecira dar û bayê, piştî çend pelên darê veweran û ew nîvkuştî bû bayê bela xwe jê vekir. Wê zanî ko dilê min li ser dara berûnî ye. Bû bablesûtek û ji min dûr ket. Siha darê xwe li ser laşê min de pelisand. Wê darê wek bibêje ez şûnbermayê ji bayê mayî ji kesekê dî re nahêlim.

Hima laşê min hemî bi siha xwe nixamt û xwe li ser min vezeland. Min dêna xwe da li ser laşê xwe yê westîyayî û ez bi wî halî bîstekî mam. Serê min li ser çeltê min yê xwarinê, bêhnekî piştistan û bêhnekî devikî mam. Piştî demekê min li dora xwe nêrî. Xweza hemî wek tiştekê ji min hêvî bike li benda min sekinî bû. Çûk jî dema ko li ber min re difirî wek bibêje “dêê ka bike “ . Min hizirî ka ez rebenê Xwedê dikarim çi bikim… dara berûnî li min dinêrî, ba bêdeng disekinî, çûk di pêşberê min de dada û li min nêrî. Min jî li wan meyze kir. Çawa min dest avêt kaxez û pênivîsa xwe û min ew ji çelteyî ve derxist, darê porên xwe li ber bayê berda, çûkê dest bi stranekê kir, siha darê li ser kaxezê wek pêlên behrê dest bi reqsê kir, bablesûtik bû wek bayeka biharî, li nava pelên darê re tavê sê caran cavê xwe li min kir…min jî got ya Allah kurdo kî dê te bi gire…

Nivîs axxxx ew evîna vî dilî. Çiqes tişteka xweş e. Ew hizrên ko giyan dayîne kaxezê… Ew behra bêdawî… Mirov dibêje çi bibe bila bibe hima nivîs û hetahetayê jî nivîs, lê ne tenê nivîsa mirovî bi xwe, hima hemî nivîsên hatî nivîsandin û dê bên nivîsandin. Ew rengên ji vê jîyanê. Ew hêlînên heyînê, ew warên veşartî, ew nefesa mejîyî, ew û ew … Erê nivîs ev qasê xweş be, ji nava nivîsan nivîsên bi kurdî dê çawa bêt gotin. Hima ez dizanim heyl û taqeta min têra wê nake û hew.

Lê helbet li ser nivîsandinê hinek pirs û mereqa me yên ko nû gihayine nivîsandinê û di wî warî de kêm in hene. Gelekê caran mirov dixwaze kela dilê xwe verêje li ser kaxezan, hima ew çawa bin bila welê bin jî... Lê da ko em hemî ji hev fêm bikin divêt ev ziman standardîze bibe. Haaa nûka em ketin hezê! Erê bila standardîze bibe lê çawa ?

Vaye ji we re çend bersiv.

1. Divêt her kesî hay ji rê û rêbazên rêzimanî hebe û bi devoka xwe binivîse.

2. Divêt her kes bi rê û rêbazên zimanî û bi bêjeyên ko herî pirtir tên bi kar anîn binivîse.

3. Ji ber ko klasîkên me bi devoka Botan e û zimanê Botan yê herî parastî maye, heger ko standartek çêbe bila ew devoka botî bi xwe be.

Lê hon ji min bipirsin gelek kes dibêjin lîteratûr ez bi xwe me. Dema ko tiştek bêt gotin an jî nivîsandin, ew tişta ne wek ya wî/wê zaniye be qet qebûl nake.

1. Divêt her kesî hay ji rê û rêbazên rêzimanî hebe û bi devoka xwe binivîse.

Ev li min gelekê semimî têt. Ji ber ko dema her kes bi rê û rêbazên zimên biaxêve, di nava devokan de gelek cidahî namîne. Ji xwe dema ko kesek bêjeya ko ne ji devoka wî ye bilêv dike, di devê wî de cih nagire. Di nava axaftina wî de belok dibe. Ji ber ko li gor mejîyê herêma xwe diaxêve û li gor wê komekên xwe raçandiye. Ew bêjeya ko ne ya wî ye rût û tazî dimîne di wê navê de. Ma ez nebêjin niha û ez bibêjim niho, nebêjim yeke din û bibêjim yekê dî, nebêjim doh û bibêjim duhî, bibêjim kirm û nebêjim kurm, bibêjim hemî, kirmanç û…hwd çi dê bêt guhotin. Ez ji Şirnexê dizanim hinek kesên siyasî dibêjin “em zimanê akademîk diaxivin” û wan zimanê me yê ev qasê xweş bêtam kirine. Ka gelo zimanê akademîk çi ye?? Mijarên akademîk bi zimanê akademîk têt nivîsandin û axaftin, ya jiyana rojanane tenê dikare zimanê serast be. Nivîseka li ser atoman akademîk e(kîmya), ya li ser daçekan akdemîk e (wêje), ya li ser penceşêrê akademîk e(bijîşkî) lê kesek pirsa halê yekî bike çiya vê akademîk e wê jî ew dizanin??

2. Divêt her kes bi rê û rêbazên zimanî û bi bêjeyên ko herî pirtir têt bi kar anîn binivîse.

Mala nivîskarê hêja Berken Berehî ava be ko ji beriya hefteyekî arşîva xwe ya pirtûkan li ber min vekir û min hinek lêkolîn kirin û ez niho jî lêdikolînim. Ez hinek îstatîstîkan derdixim yên wek bersiva; ji kîjan herêma me çend kes dinivîsin? Kîjan salê çend pirtûkên me hatin çap kirin? Çend nivîskarên me jin in? Temenê nivîskarên me pirtirîn çend e? Çend ciwanên me dinivîsin.. hwd. Hon dizanin bi hejmareka gelek nivîskarên mêrdînî dinivîsînin. Bila ew her hebin. Ew komeka bihêz in û di nava nexşên wêjeyê de wek “xeta Mêrdînê” stûr e. Ji ber ko pirtirîn nivîskar mêrdînî ne bêjeyên pirtirîn têt bi kar anîn jî yên wan e. Ji ber wê jî yekê bibêje ez dê bi vî awayî binivîsim û standardîze bibim dê mêrdînîze bibe.

3. Ji ber ko gelek klasîkên me bi devoka botan e û zimanê botan yê herî parastî maye, heger ko standartek çêbe bila ew devoka botî bi xwe be.

Berê zanebûnî ji medreseyan bû. Yên wek Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî û hwd bi devoka botîyan dinivîsîn. Paşê jî yên wek Celadet û Kamiran Alî Bedir-Xanî bingehên kurdîya modern û latînî avêtin. Bandoreka baş çêkirin. Lê çima bila hinekên dî botîfîze bibin. Çi li wan şêrîn têt bila wê bi kar bînin.

Zimanzanên me dibêjin ti kes nikarin zimanî biafirînin. Lê kesek dikare zimanê xwe ji yekê dî pirtir bizane. Zimanzanê jêhatî Mistefa Aydogan li ser mijarê didomîne : “ Rast e. Lê hinek tişt hene ko paşê hatine afirandin. Bo nimûne komputer nebû û navê wê jî nebû. Lê niho komputer heye û ferhengên bêjeyên têkildarê komputerê jî hene ko bi hezaran nin.” Min ji wî pirsî ew bêje dê çawa bikeve zimanê me ? Wek bersiv:

“Li gor rê û rêbazên zimanî bi sê awayan dikare derbas bibe.

Dikare rasteras ji zimanekî derbasî zimanê me bibe.

Dikare rasterast maneya wê bêt wergerandin

Dikare ji alîyê lijleyeka zimanî li gor mejîyê ciwakê bête nav kirin.

Destên min yên ko peqik û tûyik lê hatine bikotekî pênivîsê digire. Lê ez di heyecaneka welê de me ko min hay ji bayên felekê jî nîne. Çûka beytak difire. Çûka kilîkilî darî disime. Xwedayî jî li ser kaxeza xwe ya şîn ya li asîmanan bi ewran û tavê nexş çêkirîye. Li ser wan pelên zindî re çûk dixijikin. Jiyanê jî bi hemî rengên xwe rojeka dî jî nivîsî…

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-8-19
Xwendin: 235
 
  19584 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol