Mirad Gundikî
  Di “Evîntirşa” Bajar Mîrzemanî de zimanşirînî û çîroktirşî
 
Prînt bike
Di “Evîntirşa” Bajar Mîrzemanî de zimanşirînî û çîroktirşî
DIYARBEKIR, 8/2 2010 – Dema ko min bergê pirtûkê vekir, min “mehşer” bi çavên xwe dît. Ji nişkan ve Îsrafîlî piff kir sûra roja qiyametê û mehşer rabû... Hemî gotinên mirarbûyîn rabûn ser pêyan. Ew roja ko dêyan xwe li zarokên xwe nedikirin xwedî, wî xwe ji “bêjeyan” re dikir çeper… Ez di nava komekên wî de ji ser hemdê xwe çûm….

Belê, ez behsa Bajar Mirzemanî û “Evîntirşa” wî dikim…

Bajar Mîrzeman nivîskarek yê ciwan e. Ew mamosteyek e û em wî ji nivîsên wî yên di kovara Çirûskê de nas dikin. Pirtûka wî ya çîrokan di kanûna 2009-ê de, weşanxaneya Belkî-yê çap kir. Navê pirtûka wî “Evîntirş e”.

“Zimanşêrînî û çîroktirşî”

Ma kê gotiye mirov bi gotinan “serxweş” nabe ?! Heke hon gelekê ji xwe bawer bin ko hon serxweş nabin, ka kerem bikin bixwînin û serxweş nebin.

“Ez im ji serê çiyayên cemedî û heta newala waweylê min şop hiştiye bibihîsin!

Bibihîsin û bawer bikin ji ricifa dilên xortaniyê, ko di heftêsaliya xwe de mikurr tê.

Bibihîsin û bawer bikin ko min agir berdaye mala biratiyê.

Serê heft xwehên xwe min xwariye.

Bi pozê xwe dinya min hêjandiye.

Bi şûrê xwe dinya min qeşartiye.

Bibihîsin û bawer bikin ko li qeşayê kulîlk min helel kiriye.

Ji dilan re derî min ava kiriye.

Ê ko ciya tenik kiriye jî ez im û ê ko çol zelal kiriye jî.

Bibihîsin û bawer bikin, xwişka şevê di êvara kadîna xwe de kadîna xwe vekirî hiştibû.

Ê ko ka dizî ez bûm.

Beradayî yê ko di sewadayê nêçîrvanan de xezal diçêrand jî ez bûm.

Ez bûm ê ko hezkirin dikir berdêliya tenêtiya xwe, ê ko di kurdûnda dima jî ez bûm.

Ê ko weke dolpiyekî binamûs ji agirên zemanan bi jahra xwe xwe distirand jî ez bûm.

Bibihîsin û bawer bikin hîn jî ez im.

(Evîntirş, Bajar Mîrzeman, weşanên Bekî-yê, sala 2009-ê, rûperê 59-ê)

Wek mamosteyê min ji min re dibêje: “Mirado! ji qenciya te re, dema ko li nivîsên te binêrim ez wek dijminê te lê dinêrim. Hema ez li kêmahîyên te dinêrim...”

Erê ez ne ti mamoste, rexnegir, zimanzan an jî kesekê “gotinbiha” me. Ez ti navinên dî jî li xwe nakim. Lê wek xwendevanekî û dildarek yê zimanî helbet çend têbîniyên min hene. Ez dê bibim dadger jî û dê bibim parêzer jî, lê hemî tişt jî ji ber dilsojiya zimanî û ji qenciyê ye…

Li gor min di “Evîntirşê” de xweşiya komekan û helbestîtiya nivîsê ji qamê der xweş in lê ev ji çîroka wî re ne tiştên baş in.

Van taybetmendiyan “çîrokîtiya” pirtûkê binpê kiriye. Dema ko hon li wê parçeya jorî binêrin, hon dê bibînin ko ne çîrokeka helbestî lê raste-rast helbest bi xwe ye. Her komek bi serê xwe beloq dike. Her komek bi serê xwe xweş e. Lê bi hev re ne çîrokeke bi wê qamê xweş e. Mirov nikare hişê xwe bide çîrokê lê her dem bi komekan ji ser hemdê xwe diçe. Dibe ko ez ne xwendevanekê zîrek bim lew min ev çîrok fêm nekir. Lê bi rastî jî min çîrok fêm nekir. Dema ko ez çîrokekê bixwînim, ez ji bîr dikim ko ez dixwînim. Dikevim di geliyên kûr yên çîrokê de û hin pê dihesim ko pirtûk qeda.

Wek carinan hinek filîmên bijêrnivîs hene, mirov dibêje qey nikare hem jêrnivîsê bixwîne hem jî li filîmê temaşe bike. Dema ko filîm qeda mirov pê dihese ko wî/wê hemî jêrnivîs jî xwendiye û li filîmê jî temaşa kiriye. Wek vê mînakê em bihizirin, dikarim bibêjim ko ev pitûk destûrê dide ko mirov jêrnivîsê bixwîne lê flîmê vedişêre…

Xwendevan di ber xwendinê de gelekê diêşe. Dema ko mirov helbestan bixwîne di navbera çarînan de mirov ji wê kûrahiyê derdikeve û nefesekê distîne. Lê ev pitûk wek bisedan çarîn bi-hev-ve danibe, xwendevanî difetisîne, bêhnê lê diçikîne.

Xwezî Bajarî bi vê pirtûka 80 rûperî, pirtûkeka bi sedan rûper havên bikiriya an jî li gor helbestê bihonandiya.

Ho baş xuya dike ko “Bajar” bi kurdiyê dihizire û ew kurdî dijî. Ev pirtûk ji bo wan kesên ko gelekê hez ji qalibên kurdiyê dike, çavkanîyeke gellek hêja ye.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-2-8
Xwendin: 589
 
  19467 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol