Mirad Gundikî
  Tavika miriyan – ji dotmama Zozan Berwarîyê re dîmenekê ji welatî
 
Prînt bike
Tavika miriyan – ji dotmama Zozan Berwarîyê re dîmenekê ji welatî
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 27/4 2010 — Destpêka biharê ye, kulilkên ko bûkên xwezayê ne, hêj serçavika xwe ji ser çavên xwe neavêtine. Yek tenê jî nebişkivî ye.

Îro hêj rojê jî destê xwe yê ronahiyê bi serê xwezayê de neanîye. Tarîtî li ser wê mexel hatiye.

Serçavika bûkên xwezayê bi rûyê wan de dahelikî ne û bûk li hêviya destpêkirina dawetê ne. Tarîtî ji mexelî westiyayî ye û xwe li ser bajarî digevîze...

Paşê bêdengî ...

Ev bêdengiya malwêran dîsa ”kirekirê diêxe dilê min”. Sebr kûvî bûye. Tenê tirs kedî bûye ko ez hingî diajon jî dîsa vedigere.

Dîsa bêdengî!

Xweza westiya ....

Çîkên zayînê xweza kir pepûkek ...

Piştî wê bêdengîyê ”roj” ji dayika xwe, ji xwezayê bû. Çiyayê ko xweşmêrê xwezayê ye dest avêt rojê û ber bi asîmanan ve bilind kir. Bi kêfa ”kurê malê”, her tiştî, hemî rengên xweşik li xwe kirin ...

Rojeka biharî dest pê kiribû.

Dar û dexelan ”devbeşkî li ronahiyê dikirin”...

Tarîtiya ko wek gayekê cotî mexel hatibû ser bajarî, bû pêxwarina rojê. Wê, ew xwar û ”şiv jî li xwe neda”..

Şeva ko li ser laşê min kevin bûbû û bêhn ketibûyê, hêdîka ji ser laşê min çû.... Lê hingî şev, ji ser laşê min biçe, ez ditirsim. Dibêjim qey dema nivîna reş ji ser laşê min biçe, ez dê bibim yekê ”bênanûxwê” û ez dê xemên xwe ji bîr bikim. Dibêjim qey ez dê tarîtiyê ji bîr bikim û bibim serxweşekê ronahiyê. Dibêjim qey ez xemên xwe ji bîr bikim ez dê ji xwe bi dûr bikevim.

Ji xwezayê re davetê dest pê kir. Bilbilan sitranên xwe yên herî xweş gotin. Xezala ”zaroşîr” û ferxika/çêlika xwe ji giyayên mêrgên zozanan xwarin. Baranên biharî qirêjên li ser erdê kevinbûyîn, ajotin.

Dako hinek dil dî jî, di xwezayê de bijenin, çûkan hêlîn çêkirin.

”Dûvrîza Kawayî” li dora agirê ”Newrozê” dest bi dawetê kirin.

”Rûkenîyek” firrî û çû dada ser rûyê zarokekî. Kenek ji devê wî herikî. Tirêjeka ronahîyê ji nava perên darê, danizilî ser rûyê keçikekê. Lîlozekê xwe li gor sorîtiya hinarokên dilberekê reng dida. ”Keyarikan” hacîlokên binsibandekan rê êxistin û konê xwe vegirtin. Siha teyrekê mêrg dialast û diçû.

Jinikeka nanpêj wek ”kurkekê” zarokên xwe li dora xwe kom kiribûn. Nanên sêlê û kade ji wan re çêdikirin. Hinek zarokan qet ji kadeyî dadibelandin di devê xwe de. Hinekan penîr dikirin di nava nanên şkevayî de, dikirin balol û dixwarin.

Jinekeka ”nîvser e” li ser berbanekê pêlavên xwe ji pêyên xwe kirine û li ber tavê ”gorsîna xwe vedaye”. Wê jinikê serê xwe şor kiriye û dinyaya xwe li ser goreyekê dineqişîne. Dako neqşên li ser goreyê çêtir xuya bikin tav pêlên ronahîyê di ser jinikê de dide.

Zelamê ko ”temerîya xwe” nû şkinandiye ji kûlekê ve li dêya zarokên xwe dinêre. Ji pirça jinikê ”biskek” dahelikî ye û dilê mêrikî pê ve bi tir dikeve...

Ka Xwedê dizane wî di xortanîya xwe de çend caran xeyalên wê jinikê di nava gulîya xwe de xilû kiribû...

Bablesûtekê ”qeqeboya” kewekê ribat distirha.

Dîkekê risasî ketiye di nava lîsê mirîşkan de û ji kerban mirîşkan “difîsikîne”.

Tokeka sor asîman girt, hinge min zanî ko roj diçe ava. Her dêya min ji min re digot: “ kurê min! ev ronahîya sor “tavika mirîyan e” dema ko ev tavik bixwehî ji mirîyên xwe re diayan bike. Ew hingî vê ronahiyê bibînin li hêviya diayan dimînin.”

Dibe ko ji ber wê gotinê be, ez hingî “tavika miriyan” bibînim bîra diayan tê bîra min. Lê li gelek bajaran xaniyên bilind nahêlin peyama miriyan bigihe saxan.

”Kurê malê”, roj mir û çîyayên mêrxazên xwezayê, da ko ti kes miriyê rojî nebîne li pişt xwe veşart.

Xwezayê fîstanê xwe yê reş li xwe kir...

Lê min ho baş dizanî ko xweza dê dest ji xwe bernede û dê rojeka dî ”roj”ekê dî çêke. Çiya dîsa dê wî ber bi asîmanan ve bilind bike...

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2010-4-27
Xwendin: 2029
 
 
  19584 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol