Mirad Gundikî
  Ka ji kê re dereng e
 
Prînt bike
Ka ji kê re dereng e
DIYARBEKIR, 26/12 2009 — Dibêjim qey li ti derên dinyayê ji bidesxistina “hemwelatîtiya bi qanûna esasî” re “têkoşîneka azadkirina neteweyî” nîne ko têkoşînê bi cekan dike.

Ji xwe hinek rêyên ko ji bidestxistina hemwelatîtiya bi kanûna esasî re hene ko ti caran ne hewceyî cekan e, ev jî rêyek e ko pirtir dikare bi ser bikeve jî.

Lê belê rêyeka bi vî awayî bi cekan bêt kirin, piştî demekê bi îdıaya ko ji miletî re têkoşînê dike, miletî bêruh dike û rewşenbîrên wê dike di halê temaşevaniyê de.

Îro ya li herêma me diqewime tam jî ev e.

Erê, dibe ko hinek komên hizir û baweriyê bi xêra heyina hêzeka bicek ko bi tenê ye wek hecko otorîteyeka ko bi tenê bixweyî jî...

Her kesê ko xwediyê aqilê selîm be dikare bi rehetî bibîne ko ragireka (balanseka) ko têkoşîna biçek ferz dike heye.

Gelek zelel e ko parçeyeka vê ragirê parçeyeka dewletê ye.

Vêca tam jî ji ber vê ye ko hinek parçeyên vê balansê yên siyasî û legal ne ji çareserkirina pirgirêkê, lê ji kûrkirina wê re hene.

Dibêjim qey tiştên ko di hefteyek an jî deh rojande bûyine em li ber çavên xwe biînim, em dê baştir analîzan bikin.

Ji xwe ji nivîsaran tê dîtin ko te û bi hejmareka gelek, nivîskar û rewşenbîran ho baş hay ji van ihtimalan hene.

Di nivîsara xwe de te tespîteka wek “ ti şertên kurdan yê xwe wek netewe îfade bike nîne”, miletekê azad û îradeyeka wî miletî bi îradeya xwe pêk anî be dê bikare bibe armanceka pirtir pêk biê.

Tu bi jêdereka ji Balîbaran (1991-112) jî piştgiriyê didî tespîta xwe. Helbet ji kurdan re jî rêyeka ko bikarin bi îradeya xwe û bêyî hizirkirina cidabûnê bi tirkan û wan miletên dî re wek azad û wekhev bijîn. Ew rê jî ji berê û pê ve bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve dihat pejirandin hê hinek kesên kurdan piştgiriyê didin hizra “tirkiyeyîtiyê”.

Hon niho li Tehran û Bexdayê milyonek kurdan nabînin. Ji xwe miletên Kurdistana Îranê û Iraqê di dîroka xwe de di nava hev de bi awayê wek hev belav nebûne.

Helbet mafekê bakî ye ko kurd jî wek hemî miletên dinyayê bi serê xwe û bi îradeya xwe yanî jîyaneka kurd bi kurdîre be tişteka gelekê xwezayî ye.

Ji xwe niho li Kurdistana Iraqê proses ber bi vê ve diçe. Îro kurdekê li Erbîlê dijî ji erebekê li Bexdayê pirtir xwe nêzîkê kurdekê li Diyarbekirê dibîne.

Erê pirosesa netewebûna kurdan (ji xwe di vî halê perçebûyî de; bi nêzîkê nîv-sedsalekê çar zaravayên ko hima bêje bûne çar zimanên cida) belke wek “ya ji bingehê ve hatî bêt pejirandin.

Da ko em ji kamilbûn, avakirin û ji guhertina miletî ya li ber çavî bi dûr bikevin em dê bi qest berê xwe bidin rêyên zorûzehmet: Gelo îro ji kê re gelekê dereng e? Yanî bandora ekonomîya dinyayê ya yek-welatbûn û bi heyina wan pergalên dewletan ko wan bi xwe derxistine, ji neteweyî re - bi heyina şerên raste-rast ji rêjêneçûyina hiqîqê derketî- gelo civaka ko nekare xwe li gor guhertinên civakî amde bike kîjan e?

Aprîorî bersivek e, heta ko bersiveka gelemperî ye jî lê bêguman pêk nayê. Ho baş eşkere ye ko divêt ne li tiştên paşê bûyin yên wek ji kolonîyan azadbûnê, yek-netewebûyina sermaye û têkilîyan hwd. lê tiştên îro hene û ji wan miletên kevin re jî hebûn bên pirs kirin. (Balîbar 1995, 115)

Lê ji xwe em ne demên ji bingehê ve hebûn derbas dikin? (…)

Dibêjim qey di vî demê em tê de ne, gelekê zehmet e ko em bizanin ka ji kê re dereng e.

Cemil Ertem 18/12, 2009, Taraf
http://taraf.com.tr/makale/9089.htm

Werger: Mirad Gundikî

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-12-26
Xwendin: 525
 
 
  19583 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol