Mirad Gundikî
  Li Diyarbekirê rojên edebiyatê ya nêvneteweyî destpê kir
 
Prînt bike
Li Diyarbekirê rojên edebiyatê ya nêvneteweyî destpê kir
DIYARBEKIR 6/11 2009 – Li Diyarbekirê “Rojên wêjeyê ya navneteweyî “ duhî bi gotûbêjeka li zanîngeha Dîcleyê bi destpê kir. Bername dê sê rojan dom bike. Di gotûbêja duhî de nivîskar, mamoste û rojnamevanên biyanî; Diana Ferrus, Abdelhay Moudeden, Lasana M. Sekou û Frank Westerman axivîn.

Diana Ferrusa efrîqayî got ko li Efrîqayê bi 21 zimanan tê axaftin û 11 ziman ji wan wek fermî hatine qebûl kirin û digel fermîbûyina 11 zimanan jî ti tevlihevîyên mezin çênabin. Xwediyên 11 zimanan bi fermîtîya zimanê xwe “heyîna xwe” hîs dikin û ji gelê kurd re jî xemgîn im… Bi zimanên cida kes ji hev cida nabin û li nik me bû sebebê wê ko her kes ji yê dî re hirmetê digire. Em ji ber bikaranîna zimanê xwe hatin kuştin jî… Ziman dibêje tu kî yî? ji xwe ew tişteka di dilî de ye.

Frank Westermanê rojnamevanê rûsî jî wêneyekê “çiyayê agirîyî” yê ji Ermenistanê girtibû vekir û behsa xweşikiya çiyayî dikir ko minaqeşeyekê dest pê kir, ka çiyayê Agirîyê çiyayê kurdan e, yê tirkan e an jî yê ermeniyan e. Lê ti encam jê derneket.

Nivîskarê efrîqayî Lasana M. Sekouyî jî helbesta bi navê “xwîn dikele” bi zimanê xwe xwend û got ji her tiştî pirtir bindestiyê dihizire.

Abdelhay Moudedenê ko profesorê beşa civakî jî li ser di romannivîsîyê de awayê nêrînên li mijaran û lehengên di romana wî de axivî.

Bername dê îro li Navenda Çandê ya Diyarbekirê bi mijara serencama kurdî ya li Rojhilata-navîn be.

Sibe jî xwendina "Şivanê Kurmancan" dê bi serokê belediyeya bajarê mezin ya Diyarbekirê Osman Baydemîrî, parlamentera Diyarbekirê Aysel Tuglukê û bi beşdarbûna gelek serokên sazîyan, nivîskar û dengbêjan bidome.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-11-6
Xwendin: 833
 
  19580 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol