Mirad Gundikî
  Rêûrêbazên qedirzaniyê li Diyarbekirê
 
Prînt bike
Rêûrêbazên qedirzaniyê li Diyarbekirê
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 12/11 2009 — Di heftê vê mehê de bi mebesta hişyarkirina mirovan ya ji bo zanîna tehdayîya li ser kurdîyê tê kirin, gelek rewşenbîr, sîyasetvan û rêvebirên saziyan wekî sembolîk romana kurdî ya yekê xwend.

Yên wek seroka PENa nêvneteweyî ya Tirkîyeyê Încî Aralê, ji Hollandayê (rojnamevanê li Rûsyayê) Frank Westermanî, ji Efrîkaya Başûr Diana Ferrusê, ji Arubaya Antîlanê Lasana M. Sekou-yî, ji Fasê Abdelhay Mouddenî, nivîskarê rojnameya Tarafê yê ermenî Markar Eseyanî û digel gelek nivîskarên kurd û tirk bend û bend Şivanê Kurmanca xwend.

Di şevê de dengbêjan jî bi stranên xwe ji hûnera kurdî ya devkî guldesteyek çêkirin. Ji bilî çil nivîskar û kesayetên hêja yên ko kitab xwendin, di nêv mêvanan de jî gelek navdarên kurdan hebûn…

Di kombûna ko li ser pirtûka “Şivanê Kurmanca” hatibû kirin, keda Mustafa Aydoganî hat ji bîr kirin. Wek hon jî dizanin bi xêra wî haya me ji pirtûka me ya “Şivanê kurmanca” lê ne “Şivanê kurdan” heye. Tenê demekê mala wî ava be ko ji Weşanxaneya Lîsê Lal Laleşî got: Min ji bîr kiribû ko bibêjim: Ev lêkolîn Mustafa Aydoganî kiribû ko ew nivîskarekê me yê li Swêdê dijî ye… Keda Mustafayî bi yek komekê hat bi lêv kirin ko di nêv axaftina wî de “bêtaqet” ma.

Heta ko me bilayiqî qîmet da pirtûka Erebê Şemoyî 70-80 sal borîn. Heger ko em ha niho û ne sibeyê qîmetî nedin rewşenbîrên xwe, piştî 70-80 salan ew jî dê “tam sar” bibe. Tiştên ko em bi xwe nekin mafê me nîne ko em ji nevîyên kurdan jî hêvî bikin.

Em gelekê bi sîyasî dihizirin ko hêdî qedrê biqediran nayê zanîn. Min li Diyarbekirê li zanîngehê (ko cihê zanînê ye û xwendekar lê ne) ya kêm ji 50 kesan pirsî : “Gelo tu dikarî 10 navên nivîskarên kurd yên bi kurdîyê dinivîsin bihejmêrî” bi bextê min, min kesek tenê jî nedît. Lê min ji hemîyan jî pirsî “ka tu dikarî navê 10 sîyasetvanên kurd bihejmêrî ya ‘ecêp ew e ko hemîyan kêm-zêde hejmartin.

Dera ko keda mirovî lê “bêqedir” be. Ti tiştên qenc jê hêvî nakim. Ji ber ko “dîtina keda mirovî keda wî ya herî pîroz e” û divêt “binpê” nebe. No no, xelet jî fêm nekin ez bi ti kesê re ne ketime “cedelê” û ji rikê kesê re jî ti tiştan nakim.

Hima bihizirin, bila me pêncî hezar çîrok jî hebin. Dema ko îro çîroknivîsek wek Hesenê Metê, Enwer Karahan, M. Alî Kut, Îbrahîm Seydo Aydogan, Lorîn S. Dogan, Firat cewerî… hwd rûne û kurteçîrokekê binivîse çîrokên kurdî dê bibe pêncî-hezar û yek. Her ko biçe jî dê ji pêncî-hezar û yekê û pê ve li xwe zêde bike. Hêdî dê ti caran jî nebe pêncî hezar.

Ma heyina helbestvanên me Arjen Arî, Berken Berehî, Serdar Roşanî, Ehmet Hiseynî, Gulîzerê, Fatma Savciyê û hwd ji me re hindik e.

Ma Azad Zal, Mustafa Aydogan, Zana Farqînî, Bêhrûz Sûcayî, Îbrahîm Seydo Aydogan û hwd ji zimanê kê re dixebitin?

Ma Mehmet Sanri, Kawa Nemir, Rênas Jîyan, Abdullah Keskîn û hwd ji pitûkên kê re edîtorîyê dikin.

Mehmed Uzunî, Hesenê Metê, Helîm Yûsivî, Sidqî Hirorî û yên dî ji kê re roman nivîsîne?

Ma Husein Muhemmed, Kawa Nemir, Kadrî Yildirim û Xalid Sadînî ji kîjan pirtûkan re şer’han an jî wergeran dikin?

Ma kulîlkên biharî, pênûsên ciwan Hilbîn Mihemed Baqîr, Ferzan Şêr, Şengul Ogur, Îbrahîm Xelîl Sirûcî ji bihara kîjan wêjeyê re ye?

Divêt em bizanin hinek kes ji me re dixebitin û ji wan minnetê bihilînin.

Ma keda Lal Laleşî tê ji bîrkirin ko bi helbestên xwe dîwana dilan dişarîne.

Erê divêt em pêşiyên xwe yên wek Melayê Cizîrî, Feqyê Teyran, Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedir-Xan û hwd ji bîr nekin. Lê “qediriya mirovî” jî divêt neyê bi paş ve dan.

Ne giring e, ka kî çi dihizire û qet ne mihom e ka kî çî ye. Ya girin ew e ko ka kî çi dike. Ya pîroz ked e û divêt pêşiye me hay ji keda hev hebe da ko em paşê nehêlin ti kesên dî keda me “binpê “ bike.

Ger mirovek hez ji hezkiriyên xwe bike divêt rexneyên xwe jê venede. Û divêt hemî rewşenbîrên me rexneyan li xwe bigirin. Divêt em ji rikberîya hev bi dûr bikevin. Bila haya her kesê ji wêjeya me û çanda me ya dewlemend hebe. Lê pêşiyê divêt me hay ji xwe hebe.

Bi hêvîya qedirzanîyê…

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-11-12
Xwendin: 839
 
  19657 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol