Mirad Gundikî
  Qurmînî û tirsa bêdeng
 
Prînt bike
Qurmînî û tirsa bêdeng
» Mirad Gundikî
GUNDIKÊ MELÎ 24/7 2009 — Bi dengê topê re pîrika ko çîrok ji nevîyên xwe re digot, di cihê xwe de sekinî. Malxwêyê malê çaya ko firtefirt jê dianî, hêdîka danî erdê. Kevanoya tentene dikir serê xwe li ser stoyê xwe ve zivirand û li çirayê meyze kir.

Pêta çirayê bi reqsa xwe pêlên ronahîyê di ser rûyê wê de bir û anî. Wek her şevan dîsa teqûreq û çîveçîva gulleyan û gurmedirma topan dest pê kiribû. Wek qewlê xwe kiribin hima bi hev re rabûn ser pêyan.

Pîrê wek her şevê got:

— Hima hon herin dayêgorî. Ne ez dikarim birevim, ne jî min hêvî ji vê jiyanê maye. Li ser îmanê kengê mirin bêt li ser seran û li ser çavan. Herin hon xwe xelas bikin.

(Pîrê bi wan çavên heşîn weke cara dawîyê li nevîyên xwe binêre berê xwe da wan… )

Bi qurmînîyeke dî re xanî vehêjîya kevanoya zaroşîr dest avêt zaroka xwe ya di mehdikê de û hembêz kir.

Zelamê malê wek şêrê ko xwe biavêje nêçîrê, xwe avêt herdu zarokên xwe, biwan lepên xwe yên bihêz ew girtin. Ber bi kadînê ve bezî. Zarokên ko hêj di 9–10 salîya xwe de ne, ji tirsa rûdemikî bûbûn. Lê babê xwe wek Mîrza Mihemedî didîtin ko pîrika wan di çîrokan de ji wan re vedigot. Zarokan digotin dêwê duserî jî bête me, babê me dê wî li erdê ve dirêj bike. Ji xwe nexwezîya wî yê bêt di pêşberê babê me de. Ji bo zarokan hirmehirma topan wek guregura dêwan bû…

Li ber bezê re babî pê li teşîya pîrê kir, nalînîya birîndarekê ji wê teşîyê hat. Bav li xwe zivirî û li teşîyê nêrî. Dêya wî bi wê teşîyê gelek hirî ji wî re ristibû û gore honandibû. Bi lez û bezê berê xwe jê ba da, pêyê xwe kir di şekala xwe de ko wî ji bo xweşwergirtinê devê wê ditewand. Ew mêreke her tiştê wî li hev hatî û zerbodest bû. Çawa serde devê kadînê bû bi sîrrînîyekê re devikê kadînê ji ser devê kadînê avêt. Wan bo kayê wala bikin di kadînê de li banê kadînê qullek wekiribûn. Xanîyê wan duqet bû û menzela/odeya qincûqafan li ser banê kadînê bû. Wan qul li quncikeka odeyê vekiribûn.

Babî herdu zarok di wê qulê de avêt li ser kayê. Piştre bi bayê bezê li hevjîna xwe vegeriya. Ew û hevjîna xwe nebidilî û di temeneke biçûk de hatibûn zewicandin. Lê wan paşê serê xwe dayibûn hev û bûbûn evîndarên hevdu. Wê jinê fîstanê şirnexîkî li xwe kiribû. Fîstaneke çemçem û rengîn bû. Wê carekê bi çavên rehmê li zaroka xwe meyze kir û carekê bi çavên evîndarîyê li mêrê xwe nêrî. Wek cara paşîyê wan bibîne ducarî û sêcarî li wan meyze kir. Wî xweşmêrî dest avêt zaroka xwe û hevjîna xwe di qulleya kadînê de daheligand. Zarok da dayika wê û xwe jî avêt xwarê. Wek pûnceke gîyayê ji binê kevirekê ve ber bi derve şînbûyî be.

Ew çend dil di nava wê kadînê de, di nêv wê kayê de dijenîyan. Ew pênç kulîlk bêdeng sekinî bûn. Babî çiraya li dîwarî ve hilavistî bû pê hesteya xwe pêxist. Bi wê ronahîya ko li ser rûyê babî belavbûyî zarokan dît, babê wan bi rûkenîyê li wan dinêre. Hinek quncikên kadînê bi çirayê ronî nebûbûn. Zarokan digotin qey hinekên ji wê tarîtîyê xwe biavêje stoyê wan. Ji wê tirsê xwe li destên babê xwe ve çirisandibûn. Ya ko li ber şîrî bû destek yê xwe avêtibû ristika dêya xwe û bi dengê niqûniqê şîr ji memikên diya xwe dimêt. Piştî her gurmînîyekê zarok hemî bi hev re dibizdan. Lê wek pê darê tirsê hatibin terbîye kirin. Bêdeng ditirsîyan.

Bi qurmînîyeka dî re qêrînîyek ji nêzîk ve hat. Xanî ji binê xwe hêjîya tejî di kadînê de toz û gemar bû. Di nava wê toz û qêroqitêlê de kesê ji xwe ti tişt fêm nekiribû. Piştî tozê danî û dayikê çiraya ko temirîbû ji nû ve pêxist. Çavên herdu zarokan û dayikê wek ji quqika xwe derbikeve zill bûn. Di kadînê de girşê herî mezin şikestibû. Li serê wî xweşmêrî ketibû. Gola xwînê ketibû binê serê wî.

Zarokan hê jî destê babê xwe bernedayibûn. Lê ew xweşmêr, ew debdebeyê mêran bûbû termekê cemidî. Ew stûna zindî ya ko dikarî hemî jîyana wan rabigire. Di binê girşekê de mayibû. Dêyê kir hawar û gazî…lê du rojan bi wî mirîyî re û bi wê xemê man di wê kadînê de. Piştî du rojan termê wî xweşmêrî û dayika wî kirin di binê axê de. Lê xema wan zarokan û dêya wan hêjî kêm nebûye.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-7-24
Xwendin: 779
 
  19548 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol