Mirad Gundikî
  Diyarbekira me û »Diyarbekira« Bejan Maturê
 
Prînt bike
Diyarbekira me û »Diyarbekira« Bejan Maturê
» Kitêba Bejan Maturê
DIYABEKIR 6/12, 2009 – Min nivîsî bû ko Diyarbekirê “taca xwe ya ko jê re dibêjin “sûrh” danîbû li ser serê xwe. Pora xwe ya ko navê wê “Dicle” ye li ber xwe dirêj kiri bû.

Pira dehderî bûbû şeh li ser pora wê. Pora wê dikir deh keziyên siltanî. Ew keziyên ko her tayeka wê bûbû çincîlka dilên birîndar û ew hêdî dikir. Ew bayên ji kezeba evîndaran derdiketin, bi hemî bijonahiya xwe di ser rûyê Diyarbekirê de dihilisî û maç ji lêvên wê didizîn.

Ka Xwedê dizane kîjan evîndarê wê, ew liva zêrî ya ko jê re dibêjin “roj” bi asîmanan ve hilawistî ye. Û ez nizanim ew ronahî ji liva zêrî dihat an jî bi wê keyfê ji Diyarbekirê diçû. Ez mereq dikim ka dê kengê wê liva zêrî bi ristika gerdena xwe ve bike. Ew ristika ko hemî hêvî, daxwaz, gilî û gazindên me pê ve ne. Vêca bi wê evîndarîyê keti bûm kolanên Diyarbekirê. Ji xwe min dizanî di jîyanê de xwe-bi-xwe nav li ti tiştî nebûye û navê her tiştî ew navê ko me lê kirî ye.

Ma ne jîyan bi xwe wek dîmenekê ye û em wê bi kîjan boyaxê, boyax bikin dê bi wî rengî li ber çavên me be. Bi bextê min yên ko li kevirên Diyarbekirê nexş çê kirîne û ew honandine ji wan re negotine »kevir«. Ji xwe ew kevirên hişk û req tenê dikarin serê xwe li ber hestên ji agirê dilî bê û bawerîyeka xwedayî nimz bike.

Ez bi vê heyraniyê ketibûm kolanên Diyarbekirê û min li nik pirtûkfiroşekê »Diyarbekira Bejan Maturê« dîtibû. Ez her dibûm heyranekê honandin û nexişandina keviran û dilên ko kirine di nava keviran de… Min herûher digot di nava van kevirên hişk û req de ew ruhê (giyanê) giregir çawa hatiye veşartin. Lê di vê pirtûkê de mirov dibe heyranekê honandin û nexişandina bêjeyan jî û dibe mêvanê rihê Diyarbekirê.

Gelo we carekê dest li sûrhê wê dane? Hima carekê çavên xwe bigirin, destê xwe danin ser kivirekê ji wê û herin geriyaneka dîroka qedîm. Dema ko hon çavên xwe bel bikin, hon dê di navbera çav girtin û vekirinê de hezaranan salan his bikin. Ew mekîne û xanîyên bêruh dê ji we re xerîp bê. Aha dema ko mirovek di xwendina wê pirtûkê de bi wan hestan li xwe dihese… Paşê dîsa dikeve nêv wan hestên tîr û kûr.

Carinan wateya peyvan ji mirovî re tenê dibe pireka ko mirovî bigihîne rihê bingehîn. Dema ko mirov cara pêşiyê dest diavêje pirtûkê dizane ko li nik pireka saxlem e. Bi komeka pêşiyê dizane li warekê rûhanî ye.

Ger ko we jî ti caran ji “keviran” re negotibe kevir! Hon jî wek derwêşekê pey rûhanîtiya bajarê qedim bin. Bizanin her cara ko hon qabê vê pirtûkê vekin karwanek li hevîya we ye ko hon ber bi wî dergehê qedîm bikevin rêyê...

Ka kerem bikin hon jî werin û bikevin nava karwanî û em dê ji wê pirtûkê rûperekê bixwînin…

Nivîsa li jêrê ji pirtûka Bejan Maturê »Dergehê rojhilatê – Diyarbekir« e, min ji tirkiyê wergerandiye bo kurdiyê.


“NAVÊ BAJARÎ YÊ LI SER ŞÛRÎ: AMÎD”

“Dema ko cara pêşiyê navê wî li ser şûrekê hat dîtin, bi xwînê dom kir.

Belkî, ji ber ko cara pêşiyê navê bajarî li qevda şûrî hatiye nivîsandin, li Amîdê şer xelas nebû.

Bi heyina gulên Mihemedî, qubeyan û evînê jî…

Navlêkirina wê qeder e.

Ji ber ko li ser qevda şûrekî destpê kiriye, şer e, dê dom bike.

Bi navê pêşiyê, bi çîroka pêşiyê Amîdî, Amîda…

Ew şûr dê bêguman ji destpêkirina ‘edaletê re jî şahidiyê bike.

Ya bi hezaran salan bûyî Amîd, ya ji dagirkirinê keçaniya xwe parastî…

Diyarbekir ew Enqa ya ko xwe ji nû ve û ji nû ve vedijîne.

Ya ko her ji nû ve hatiye dayin.

Welê ye ko, cihûyên Diyarbekirî baweriya xwe pê diînin ko ev bajar, ew bajarê di Tewratê de derbas dibe, Kalne ye.

Navê wî yê ko di dema bîzansî û romayiyan de “Amîd, “O’mîd” û “Amîde” bû. Piştî hatina misilmanan ya li bajarî, tê guhortin.

Ew dengê ‘erebî yê ko her dera distîne navê xwe lê dike, ji Amîdê û derdora wê re, bi navê qabîleya Bekiran gotine Diyar-i Bekir.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-12-6
Xwendin: 1387
 
  19557 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol