Mirad Gundikî
  Tirkîaxaftina keçên »sosyetîk« û xweşiya jiyana serbilind
 
Prînt bike
Tirkîaxaftina keçên »sosyetîk« û xweşiya jiyana serbilind
» Keçên sosyetîk
GUNDIKÊ MELÎ, 8/2 2009 — Di jiyana me de cihê kurdîyê gelekî giring e. Lê kurdîaxêvên me ji ber gelek binasan ji axaftinê re qels in. Min divê çend dîmenan û binasên wan danim ber çavên we xwendevanên delal.

Ez û hevalê xwe Brahîm li asansorê de ne. Bi xuşîniya asansorê re em berjor diçin. Hevalê min li ser mijarekê bi heyecan diaxaft… Li qatekê yekî bîyanî jî li asansorê siwar bû. Hevalê min axaftina xwe bi tirkî dom kir. Dema em peyar bûn dîsa bi kurdî axaft.

Ji ber betlaneya nîvsalê, bo biçin Şirnexê li otobûsekê siwar bûm, simsarî bi rêvingîyan re tirkî diaxaft, rêvingîyan jî tirkî bersiv dida, dema ko em gihiştin Şirnexê, axaftina wan bi kurdî dom kir.

Rojekê min meraq kir û min ji bîst hevalên xwe yên kurdîaxêv pirsî:

— Gelo hon û destgirtîya/yê xwe bi kîjan zimanî diaxivîn?

Ji wan hejdehan got: Bi tirkî

Min çavdêrî kir ko keçikên ko divên “sosyetîk” xuya bikin tirkî diaxivin.

Belê xwendevanên delal hon dibêjin ev rewş çima holê ye? Kîjan psîkolojî vê li wan dide kirin?

Bersiv ne gelekî zehmet e. Ka kerem bikin em bi hev re hinek çavdêriyan bikin.

A) Di televîzyonan de kîjan kes “qiro” ye, kîjan “nedîtî” ye, kîjan çavsor û barbar e, wan weke kurd didin xuya kirin.

B) Kurdî pirtirîn di tiştên radîkal û sîyasî de tête bi kar anîn. Vê jî kurdî qirêjo kirîye. (Êdî bes e, heval)

C) Bajarê kurdan paşde mane û “ew der” wek cihê sergumê têt dîtin. Heta ko di hinek filîman de dibêjin “sus yoksa seni Şırnak’a sürerim” (Hişş be an ne ez dê te sergumî Şirnexê bikim).

D) Dîroka kurdan, zimanê wan, çanda wan, heta niho hatiye veşartin û qedexe kirin ji ber vê kurdan xwe nasnekirîye ko bi xwe serbilind bin.

Hevalek yê min ji min pirsî got:

— Kurd dê çawa bikarin dublajên filîman bikin, bêtecribe ne.

Min got:

— Çawa bêtecribe ne! Ma me heta niho jî, evînên xwe ne wergerandine? Ma hestên wergerandî çêdibin? No no heta niho jiyanek bi temamî me dublaj kirîye; heta ko me xwe jî dublaj kiriye.

Ma “I love you” an jî “seni seviyorum” cihê “ez ji te hez dikim digire?” Ma “çavuş kızı Leyla” cihê “çavciwana Leylayê” digire?

Lê ez ne bêhêvî me. Min li “qenala dewletê” temaşe kir.

1. Jinek gelek sosyetîk û spehî kurdîyek delal diaxaft.

2. Dixtorekê pêşnîyar dida.

3. Di bernameyeka dî de mamosteyên zanîngehan kurdî şîrove dikir.

4. Nivîskar û kitab didan nasîn.

Bi kurt û kirmancî em di nêv guhorînekê de ne, hêdî xelk dê bibînin kurd zana ne, spehî ne, kubar in…. û berî her tiştî dê bizanin mirov in.

Hêdî kurd jî dê bi xwe serbilind bin.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-2-8
Xwendin: 741
 
  19654 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol