Mirad Gundikî
  Ez û dilê xwe yê hecî li Stenbolê
 
Prînt bike
Ez û dilê xwe yê hecî li Stenbolê
» Mirad Gundikî
STENBOL, 27/9 2009 — Pêlên behrê wek yê ko bixwaze tiştekî bibêje, xwe vediavêje. Ne wek ti wêneyê hatî girtin û ne wek ti xeyalan ji rastiyê dûr, lê wek hevalrêyekê li ber min e. Biçûkekeştîyê, dilê wê behrê dikelişand û ber bi bejîyê diçû.

Min hemî êş û derdê xwe di nava wan kelşan de vedişart, dilê min di wê deryayê de vedireşîya. Min ew êş û xem ne da ko şîn bibe bin-av dikir lê da ko bixeniqe û ew der ji wan re bibe goristan vedişart. Tenê masîyên binav dê bibin payedarê hestên min yên jehrgirtî… Bila hestên min parçe-parçe bikin û li xwe hevpar bikin. Bila ew ejderhayên di dilê min de ne ko ez kirime êxsîrê xwe, ji wan re bibe şîv…

Ronahîyê ji bejîyê derya dialast û ramûsana xwe serde min dikir. Porên min li ber bayê diket, destên min yên nîv-vekirî bayê tejî dikir û serê min noqî xeyalan dibû. Min xwe li ber barana hestên germ dişoşt. Dinya wek wêneyekê bû. Dema ko min erênî bihizirîya bi hemî rengên ciwan dihatin boyaxdan. Dema ko ez xemgîn dibûm boyax ne diherikîn li ser ti wêneyan ko gav bi gav wêneyên nû di serê min de olan didan. Ma ne çend tixmê boyaxan yên cida li nik mirovî hebe mirov dikare dinyayê ew qasê rengîntir boyax bide. Bo wê, divêt dilê mirovî ji ti boyaxan ne mehrûm be.

Mirov heroj li yek deryayê binêre jî dê her carê bi rengekê cida wê bibîne. Dikare rojên mirov keyfîn be jê re wek reqasekê bê û rojên xemgîn be wek ejderhayekê bê. Lê min dilê xwe rêkiribû “heca” wî. Her cara li dora dilê wê keçê bizîviriya gunehê xwe ji xwe diweşand. Her cara ez ji xeyalên wê şîyar dibim dilê min “hecîyek” e. Ji hemî gunehan paqij bûye û bûye “hecî dil”. Vê carê jî dilê min li hecê ye (xwedê dizane vaye bû heca çendê).

Ez û dilê xwe yê hecî, em li Stenbolê digerin …

Her bajar wek kirasek yê spî ye. Lê spîtîya wek kevîya berfê. Dema ko mirîyek tê de be wek kifinan e. Dema ko bûkek di wê de be wek bûkanîyan e. Dema ko keçeka spehî tê de be wek fîstanan e. Vêca spehîtiya kirasî ne gelek mihom e. Û ne gelek xem e, ka ew kiras keşxe ye an na, ya giring ew e ko yeka çawa di wî kirasî de ye. Ti wesfên kirasî ne mihom e. Ma ne kiras bi wesfê wê ya di wê de navan li xwe dike. Min ti caran bajarek yê bê mirov û gelek xweş xeyal nekiriye. Bo wê, ez ji Stenbolê pirtir li stenbolîya dinêrim. Ez û du hevalên hêja û nestêle, em serê kolaneya Stenbolê ya herî têrmirov û ez rûniştin.

Bi destpêka rûniştinê û heta rabûnê. Bi çavdêrîyan min tiştek baş fêm kir. “Ji civakekê re medya gelek giring e”. Ji ber ko her kesê min didît min digot qey ez wî an wê ji rêzefilîmekê nas dikim. Her yek ji wan, wek ji çêkirina filîmekê derketibe xuya dikir. Kê ji xemilandinê re çi li xwe ceribandibe li wê derê bû. Û ji xwe re digotin ev “tarza” min e. (tarz: awayê xwe-xemilandinê). Paşê digotin lêvên min wek yê filankesê, porên min wek ya bêhvankesê, nizanim rûyê min wek yê …hwd . Yekî tenê jî ti derên xwe bi xwe nav nedida.

Gelo çima her mirovek dixwaze xwe bişibîne yekê ko di televizyonan de dîtî ye? Ez heyirî mam. Nexwe kesek bixwaze rêyeka rast jî û ya xelet jî bidane pêşiya me… medya jê re “kevê qelandî” ye. Bo wê jî dilê me evîndarên zimanî di destê televizyanan de ye. Helbet gazindên me li ser hev hene. Lê dîsa jî hon (xebatkarên televizyonan) vê rast bi kar biînin, rêya serkeftinê rêya we ye. Îro xuya ye ko medya çepera gelek bihêz e. Kurdino! hon jî di vê meydanê de hepsê xwe baş bibezînin! Wek mamosteyî gotiye “Kî dibêje kurd nezan in way lê min…”

Piştî vê pêla hestebariyê ez li ser gerdena vî bajarî hinekê meşîyam û min hemî dîmenên Stenbolê bi rengên cida û xweşik boyax da. Kerba jîyanê ez girtim û bi kelefûra bêhna hezkirinê rojeka dî jî exirî…

***

Têbînî: Gelek spas ji van kesan re ko bi wan Stenbol di serê min de hê jî wek bûkanîyekê ye. Arif Zêrevan, Mehmet Sanri, Mesûde, Binefş, Mehtap, Emîne, Erol, Pakîze û Tewfîq.

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2009-9-27
Xwendin: 1411
 
 
  19576 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol