Mirad Gundikî
  Şîroveya psîkolijiya ingilîzek, tirkek û kurdekî
 
Prînt bike
Şîroveya psîkolijiya ingilîzek, tirkek û kurdekî
DIYARBEKIR, 24/11 2008 — Pêr piştî nîvro ji xirecira dinyayê bêhna min teng bû. Ez çûm rexa surhên Diyarbekirê. Dinya hinekê sar bû. Pirçûkên laşê min gij bûn. Min sekoyek dît û rûniştim. Berê xwe da tavê. Tavê wekî wîşiyekê zêrîn xwe di pişt ewran re weşartî bû.

Hinek tirêjên tavê tilmist tilmist xwe ji ewran vedidizîn û dirijihan ser surhan. Min xwe li ber tirêjên ji surhan difelitin çêdikir. Wekî ava di sûlavan de birije dirijiya ser canê min. Min sozek da, ez ti tiştî hizir nakim. Bayekê honik di ser rûyê min de dihilisî... Çavên min li mirovan ket. Her yek lez û bez bi derekê ve diçin.

Ez li ser soza xwe nesekinîm û min hizirî gelo psîkolojiya civakekê heye? Ez ji wê xewna şîrîn şiyar bûm ko her civakek ji mirovan pêk têt. Ez berê xwe bidim mirovên miletekê pirtirîn psîkolojiya wan çawe bit. Psîkolojiya wî miletî ji welê ye.

Ez di cîhana xwe ya xeyalan de rûniştim ser kursiyê derhenêriyê. Min ban kir sê leyîstokvanan. Min navê yekê kir tirk, navê yekê ki kurd û navê yekê kir ingilîz.

Êêê ez dê çawa fekim psîkolojiya wan? Gelo mirov çi demî rastiyên xwe dibêje. Bersiv: Dema gelek rihet û bêxem an jî gelek qehirî û aciz.

Lîstikvan çûn ser dikê. Min şanoyek ji wan xwest, ji bo rihetiya wan sîniyeka her tixmê ereqê tê de hat ber wan. Piştî demekê serxweş bûn. Ingilîz rabû û got »for you« (bo te). Yê tirk got »şerefe« (ji şerefê re) û yê kurd got »noşşş«.

Ka kerem kin şîrove bikin...

Ingilîz got bo te. Ev ji kubariya wan tê..

Tirk got ji şerefê re. Ev ji wê tê ko tirk tişta di destê wan de jî, jê ditirsin û xwe mihtacê dubarekirinê dibîne (an ma çêdibe gotibe min şeref nîne ka bo min...)

Kurd got noşşş ew jî ji »noşican be« têt. Ane çi ye li min bigivire (hinekê ji xwe û halê xwe razîbûn heye).

Vê carê me şanoger gelek qehirandin û dest pê dijûnan kirin...

Ingilîz got »shît« ... hwd (gû) ===>> dijûn tiştek ne di rê de hatiye dîtin û tiştek dilxelîn hatiye bi kar anîn.

Tirk got »ben senin...« (min di...) ==>> her dibêje ez û ez. Di vê tişta xerap de xwe aktîf dike û dê û her çi heye, xwe jê venade.

Kurd got »min fîl û fengenoz berdayî ....« ==>> kurd di vê mijarê de xwe tevlê kiryarên neqenc nake û weke fîl û fengenozan bi kar tîne..

Ka kerem kin em dê ji berevajî ve berê xwe bidin mijarê. Gelo derewan mirov çi deman dike? Bersiv: Dema mirov bivê yekê bixapîne derewan dike, mînak: Yekê bivê destgirtiyekê ji xwe re bi rêya xapandinê bîne ser rê.

Şanogerên me ho dibêjin:

Ingilîz: »honey« (şêrîna min, hingivîna min) ==>> wê kesê gelek nêzîk xwe dixweyîne, lê çav li der e.

Tirk: »hayatim« (jiyana min) ==>> wê kesê wek jiyana xwe hemiyê dixweyîne, lê li jiyanê hindik cih dide wê.

Kurd: »bermaliya min« ==>> wekî di malê de jinê dide pêş, lê xwe di pêş de dibîne....

-----------------------------------
Nivîskar: MIRAD GUNDIKÎ newa@nefel.com
Weşandin: 2008-11-24
Xwendin: 772
 
  19564 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol