Mirad Gundikî
  Niqtebang û baneşanên kurdî
 
Prînt bike
Niqtebang û baneşanên kurdî
» Mirad Gundikî
DIYARBEKIR 29/12, 2008 — Roja çarşemê Diyarbekir ewqasê sar bû ko “mû ji maran dibû”. Ji ber sermahîyê destên min qefilîn, laşê min jî cefilî. Ez nêzîkî mala dengbêjan bûm, min xwe zû gihand wêderê. Ez çûm mal de. Dengbêjek rûniştî bû. Tahma devê xwe xweş dikir, tilîya beranekê dida pişt nermika guhê xwe û bi dengê xwe dilê min germ kir, agirî jî laşê min şewitand.

Stranbêj ji kezebê dibêje “ax were dotmam ava şetê me şerbet e”. Min jî got ez vî demê evqas xweş li ber avê de bernadim. Min di dilê xwe de destpê stranê kir

Axx were dotmam ava şetê me şerbet e. Na na ne tu têt bila hemî kes bêt ava hemî şetên me şerbet e…

Dengbêjî cixareyek berdayê… dûyê cixarê wekî bi stranê penc bide ji devê wî difirî û wenda dibû.

Ez rûniştim û min ji van şetên şerbetî ji zimanê me çend tişt hizirîn. Min pênûsa xwe bo xwendevanên delal reqisand. Ka kerem kin ji wî şetî kulmeka avê.

Dengbêj didomîne ax… wax… lo lo.. lê lê…

Ji ber ko dengbêj jî gelek niqtebang bi kar anî em jî dê ser niqtebangan bisekinîn

***

Wişş! Dema ko mirov tiştekê hêvî nekit û bibe mirov bi kar tîne.
Mînak:
— Li Hewlêrê berf hat
— Wişş!

Axx ax! Dema ko tiştek bi dilê mirov çênebe mirov bi kar tîne.
Mînak:
— Axx ax! Xwezka ez ji te re ciwan bûma.

Axx! Dema ko miroz biîşe (êşek anî) lê nevê deng bike.
Mînak:
— Axx!
— Çi bû?
— Bizmarek çû di nav pê min re.

Ax! Dema ko kêfa mirov ji vî/wê re bêt.
Mînak:
— Ax! li bin bigivire.

Oxx! Dema ko keyfa mirov ji wî/wê ya pêşberî mirovî re bêt.
Mînak:
— Oxx! Keça min çende şêrîn e.

Ay! Dema mirov bi bizde/bitirse.
Mînak:
— Ay! Tu bû te ez bizdandim.

Ayy! Dema ko mirov êşek berdewam hebe.
Mînak:
— Ayy Ayy! Ez mir im û kes li min napirse.

Qirigê! Dema ko mirov dilê xwe bi hinan re bihêle û bike hawar.
Mînak:
— Kirigê kurê te ji kerî ket.

Kezeep! Dema ko dilê mirov ji hinan re bişewite
Mînak:
— Kezeep! Man bêyî dê û bab.

Oxişş! Dema ko mirov ji çêbûna tiştekê kêfxweş be.
Mînak:
— Oxişş! Qenc lê kir.

Wey! Dema ko mirov ne li hêvîya tiştekê be lê dema ko çêbû kêfxweş be.
Mînak:
— Wey! Tu ne kurê Ehmed bî.

Wey wey! Dema ko mirov bêjit qey tiştek çênabe lê çêbit
Mînak:
— Wey wey! Ker yê dîsa di nav dehlê de, ma min ne ajotî bû.

Ho!, lo!: Bo banîkirina kuran
Mînak:
— Ho Mirado!
— Lo birawo

Hê!, Lê!: Bo banîkirina keçan
Mînak:
— Hê keçê! Ez careka dî nabêjim ji te re …
— Lê kinê. Ax lê! Wesê

Wîî! Dema ko mirov tiştek ji bîr kirîbe û bête bîrê
Mînak:
— Wîî! Min ji bîr kirîbû ez ji te re bêjim …

Êêê! Dema ko mirov tiştekê gelek meraq bike
Mînak:
— Ez çûm û min serokkomar dît
— Êêê! Çi got?

Hehh! Ddema ko mirov li hêvîya tiştekê be û bête kirin an jî gotin
Mînak:
— Hehh! Ji xwe min jî welê digot.

Hiii! Dema ko tiştek li guhê mirovî bikeve
Mînak:
— Hiii! Nexwe ew xwişk û bira ne he?

Aha! Tiştek sûrprîz çêbe
Mînak:
— Aha! Babê keçkê hon dîtî.

Wêê! Tiştek ji hêvîya mirov zêde be lê kêfa mirov pî bêt
Mînak:
— Tê bibî mîrê Misrê
— Wêê! Ne ewqas jî.

Heyhat! Dema poşmanîyê de
Mînak:
— Heyhat! Ka jîrîya civanîyê

Wî haho! Tiştek ji qamê der zêde be
Mînak:
— Wîî haho! Avê da ser me

Maxap! Dema ko tiştek ne bi dilê mirov bête kirin
Mînak:
— Maxap! Min ji wê re gotibo jî welê jî ya xwe kir.

”Ooo!”: Tiştek gelek gelek be
Mînak:
— Ooo! Ev zebeş çend mezin e
— Hişşe, tu dê çavekê lê dî.

Herrê! Wekî bête gotin ma kî dê bedena te bigire
Mînak:
— Ez dê îro qonaxa çar rojan biçim
— Herrê!

Heşşê û denê! Bo çênebûna tiştekê bo xemgîniyê
Mînak:
— Heşşê û denê! Em man bê xwer û wexwer.

***

Ji bilî van bo banîkirina mirov û heywanan niqtebang têt bi kar anîn

— Ha bira!, Ho Miho!
— Dire!, Wişe, kiçe!, kişe!, Tî tî tî, ço ço!, Wişa wişş!
 
  19585 ziyaretçi © Mirad Gundikî  
 
Bu web sitesi ücretsiz olarak Bedava-Sitem.com ile oluşturulmuştur. Siz de kendi web sitenizi kurmak ister misiniz?
Ücretsiz kaydol